" Dibe ku Di navbera 2 salan de Dewleta Kurdî bê ragihandin"

kurdistani 04:56 PM - 2014-04-16
" Dibe ku Di navbera 2 salan de Dewleta Kurdî bê ragihandin"

" Dibe ku Di navbera 2 salan de Dewleta Kurdî bê ragihandin"

Navenda lêkolînên geşepêdanê ya Global ku navenda wê li paytexta Birîtanya yê Londonê ye, di raportekê de diyar kir ku wê Herêma Kurdistanê,  di navbera 2 salên pêş de  ji Îraqê cuda bibe, her wiha dest nîşan kir ku wê berjewendiyên rojava, Emêrîka,Îran û Tikriyê li ber ragihandina dewletê ne bin asteng, wekî din jî got ku fişarên aborî yên ku Bexdad bi ser Hewlêrê de dike dê ji aliyê xwe ve lezê bidin cudanbûne Herêma Kurdistanê.

Raporta ku ji aliyê malpêra Şefeq news ve hata şopandin, diyar kir ku ew  bendeware piştî du salên din Herêma Kurdistanê ji Îraqê cuda bibe û Dewleta Kurdî ragihîne.

Raportê da xuya kirin ku mercên li derdora Herêma Kurdistanê, û ji aliyekî din ve ji ber ku Herêm  nema dikar fişarên darayî yên ku Bexdad bi ser de dike rake, çi ji aliyê bûdce de be yan rê nedan bi Herêma Kurdistanê ku petrolê hinarde bike, wê desthilatdariya Herêma Kurdistanê naçar bike cuda bibe û Dewleta Kurdî raghîne.

Her wiha raportê  balê dikşîne ser bi hinardekirina petrolê ji Herêmê û dibêje ku ev yeke ji yekemîn teybetmendiyên Dewleta Kurdî ya teybete, û da xuya kirin ku hikûmeta Tirkiyê jî ji aliyê xwe ve bi gelek sinyalan diyar kir ku ew ne li dij avakirna wê Dewletê ye.
Raportê diyar kir ku Tirkiyê û hikûmeta Erdoxan, Herêma Kurdistanê weku hevpeymanekî stratejîk ji xwe re dibînin, ji ber vê yekê rêjeya bazirgiyê di navbera herdu aliyan bilind bû ye û gihîşte 10 milyar dolar di sale de, her wiha nêzî 1600 kompanyayên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kar dikin û amadene petrola Kurdî hinarde Tikriyê û pişt re bazarên cîhên bikin, ev yek ji xwe sinyalên diyarin ku Tikriyê raziye li bakûrê Êraqê Dewleteke Kurdî bête ragihandin.

Ji aliyekî din ve û dîsa li gorî raporê Îran jî ne li dijî ragihandina Dewleta Kurdî ye, ji ber ku ew di wê baweriyê  de ye, ku dê ev yek para Êraqê ji hinardekirina petrolê li OPK kêm bike, bi teybet di demekê de ku ew ji aliyê xwe ve, xwe  amade dike ku  bi hêz vegera bazarên petrolê.

Raport bi Sûriyê ve girêdayî diyar dike ku di vê demê de ji xwe Sûriyê nikarê derbarê doza Kurd de tu nirînekî bide, bi teybet piştî ku Kurd li Sûriyê bûn yek ji aktorên şerê xwînrêj ku li dare.

Wekî din raporta Navenda lêkolînên geşpêdanê ya global  da xuya kirin ku ne Emêrîka û ne jî Ewropa li dijî ragihandina Dewleta Kurdî ne ji ber ku bêtir kompanyayên wan yên petrolê li Herêma Kurdistanê dixebitin, û bal kişand ser wê yekê ku kompanyayên petrolê gelekî girîngiyê didin teybetmediyên girbestên ku ligel Herêma Kurdistanê mor dikin û hewl didin astengiyên ku pirsgirêkên di navbera Bexdad û Hewlêr de lidarin, çêdikin û rê li ber hinardekirina petrolê digrin derbas bikin.

Raporta navendê wek din diyar dike ku ger Kurd çi biryarê derbarê cudabûnê de bidin barek ji berpirsiyartiyê dikeve sûkra Bexdad jî, ji ber Bexdadê para Herêma Kurdistanê ji bûdce ya ji %17 de ye neda ye bi Herêma Kurdistanê, her wiha rê nadê Herêmê ku petrolê jî hinarde bike, wê demê wê tu rê li ber Kurdan nemîne ji belî ku li riyên çareserkirina qeyranên xwe bigerin.

Raport dibêje ku ragihandina Dewleta Kurdî wê rê bide Kurdan ku petrolê hinarde bazarên cîhanê bikin û bifroşin.

Lê ji aliyekî din ve raport diyar dike ku dema dewleta Kurdî bête ragihandin, wê pirsgirêkên cuda li pêşberî herêmê derkevin ji belî pirsgirêkên bi welatên derdor ve girêdayî, ji ber ku dema Kurdistan ji Bexdad cuda bibe, dahetiyên petrola wê dê nekaribin cih  para Herêmê ji bûdceya giştî ya Êraqê ku ji % 17 bigirin, para Herêmê ji bûdca Êraqê dike 25.517 milyar dolar di sale de, lê dema Herêm ji Êraqê cuda bibe û rojê 400 hezar bermîl petrol bifroşe wî demê û li gorî temenê petrolê yê niha dê dahatiya Herêmê ji petrolê di sale de 15 milyar dolar be, yanê dê bi 10 milyar dolar feriq bikeve dahatiyên Herêma Kurdistanê de.

Raport wiha berdewam dike, asta heyî ji hinardekirina petrolê û bingehên niha heyî pêdiviya wan bi amadekariyên bêtir heye,  ji ber vê yekê û di rewşa heyî de cuda bûna Herêmê Kurdistanê tiştekî dûre.

Raport dibêje ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 280 bermîltir heye di rojê de  taku ew kêmbûna di bûdce de heye qerepo bike û diyar kir ku dema ragihandina Dewleta Kurdî bi rêjeyeke mezin bi petrolê û kompanyayên mezin ên petrolê ve girêdaye yên ku li Herêma Kurdsitanê dixebitin e.

Her wiha raportê diyar kir ku wê di sala 2017`e de Herêma Kurdistanê karibe 700 hezar bermî di rojê de hinarde bike, û wê ew dem demeke hestiyar be di dîroka Êraq û Kurdistanî de. Û ji aliyekî din ve dibêje ku ragihandina Dewleta Kurdî heya astekê bi hikûmetên pêş ên Êraqê ve girêday ye, ka ta kijan astê dê di derbarê dosya petrolê de nerm bin ligel Herêma Kurdistanê.

Jêder: Şefeq news

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket