Jiyannameya rewanşad serok Mam Celal Talebanî

Rêportaj 11:01 AM - 2023-10-08
Serok Mam Celal  Xelat

Serok Mam Celal

Serok Mam Celal

Roja 3/10/2017 danê paş nîvro Serok Mam Celal li welatê Almanya koça dawî kir û eve şeş sal bi ser salvegera koça dawî derbas dibe.
Mam Celal ku yekem serokomarê Êraqê û Sekreterê Giştiyê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû, roja 17/12/2012 bi sedema têkçûna rewşa xwe ya tenduristî ji Bexdadê ji bo Almanyayê hate şandin bi mebesta wergirtina çareseriya pizîşkî, lê mixabin roja 3/10/2017 dilê wî yê mezin rawestiya û koça dawî kir û çû ber dilovaniya xwedê.
Şeş sal bi ser malavayiya serok Mam Celal re derbas dibin.

Jiyannameya Serok Mam Celal Talebanî
Mam Celal kurê Şêx Hisamedîn kurê Şêx Nûrî kurê Şêx Xefûr Talebanî ye, havîna sala 1933`an li gundê Kelkan ya li quntara çiyayê Kosret ji dayîk bûye, çend salek ji temenê xwe yê zaroktiyê li gundê xwe derbas dike û piştre bavê wî buye rêveberê Tekiya Talebanî li navçeya Koyê.
Li wir Mam Celal çûye dibîstana seretayî û bi serkeftî xwendina xwe temam kiriye, xwendevanekî zîrek û lêhatî bûye, her di temenê zaroktiyê de nîşaneyekî serkirdayetî têde diyar bûye ku hertim pêşengiya hevalê xwe dikir ji bo komcivîn û serxweşiyan û boneyan ku di wê serdemê de birêve diçûn. Dema ku gihêşt pola çarem ya seretayî yek ji pêşengên xwendekaran bû ku bi dilgermî beşdarî di çalakiyên dibistanê de dikir û beşdarî di gotar xwendin û şanoya de dikir.
Cejna Newrozê ji aliyê hikûmetên Êraqê yên li dû hev de qedexe bû, lê belê digel wê yekê jî Gelê Kurdistanê di 21 adara hemû salekê de bi aheng bi bîr dianîn.
Sala 1945`an ahengek netewî li Koye ji bo Newrozê hate sazkirin, Serok Mam Celal Talebanî ku wê demê di temenê 13 saliya xwe de bû, têde beşdarî kir û gotarek bi coş xwendibû ku bûye cihê matmayîna mamostan û beşdarvanan.
Di sala 1946`an de li gel çend hevalekî xwe yên xwendekar û bi amojgariya yek ji mamostayên xwe komeleyeke fêrkarî ya bi dizî damezrand bi nave Komeleya Pêşxistina xwendinê (KPX) û Mam Celal bi sekreterê wê komelê tê hilbijartin, armanca wê komeleyê handana xwendekaran bûye ji bo xwendinê bûye.
Di heman sale de û piştî damezrandina Partiya Demokrat a Kurd li 16/8/1945 Mam Celal kete bi bandora bernameya partiyê û di nava xwendevanan de dest bi rêxistinê kir.
Piştî ketina Mam Celal di nav karê siyasî de, rojnameya (Rizgarî) ku Partiya Demokrata Kurd bi nihênî derdixist gotarên kurt di bin nave (Agir) de dihatin belav kirinê.
Sala 1947`an Mam Celal dibe endam di nava Partiya Demokrata Kurd û çalak û lêhatî  bûye di wê erkê xwe de fermanên partiyê bi awayekî baş bi cih dianîn.
 Sala 1948`an xwendina seretayî temam kir û li navenda Koye bûye xwendekar wê sale bi sala (Wesbe) ya (Raperîn) hatibû naskirinê ku gelê Êraqê karî
 Peymana (Portsmaws) hilweşîne û hikûmeta Salih Cebir biroxîne û hikûmeta Mihemed Sedir damezrîne ş di wê keşa azad ku di saya wê (Raperînê) derket hole, hilbijartinek giştî ya xwendekaran hate encamdan bo hilbijartina nûnerên kongireya giştî. Serok Mam Celal Talebanî bi nûnerê xwendekarên Koye hate hilbijartin û beşdarî di yekemîn kongireya xwendekarên Êraqê de beşdarî kirk u di Nîsana 1948`an de li qada (El-Sîba) ya li bajarê Bexdadê hate lidarxistin.
Mam Celal di wê kongireyê de cara hyekemîn bû ku helbestên helbestvanê mezin (Mehemed Mihdî Cewahîrî) kete ber guhê wî ku helbesta xwe ya bi navûbang (Roja Şehîd) hate xwendin, ku ji bo Ceferê birayê xwe û ji bo şehîdênb raperînê nivîsîbû, ew kêlîkên han di jiyana Serok Talebanî de dîrokî bûn. Ew yek jî weha kir ku Mam Celal bibe yek ji murîdên helbestên Cewahîrî û piştre jî bû yek ji ezîztirîn dostê û ew dostayetî heta kêlîkên herî dawî yê jiyana helbestvanê Cewahîrî berdewam bû.
Sala 1949`an û bi saya hikmê awarte a zordestî ku Kurdistan û Êraqê bi xwe ve girtibû, Serok Mam Celal di partiyê serkeft û bû bi endamê komîteya navçeyê ya Koye ya Partiya Demokrata Kurd.
Di meha sibatê sala 1951`an de li kongireya duyemîn ya Partiya Demokrata Kurd Mam Celal bi endamê komîteya navendî ya partiyê hate hilbijartin. Lê belê ji ber parastina rêzên Partî pileya xwe da hevalekî xwe yê dine ku piştî derketina wî ji zîndanê beşdarî di kongireyê de kiribû.
 Her di sala 1951 de li gel çend hevalekî xwe hate girtin û ji bo bajarê Musilê hate dûrxistin, li wir jî berdewam bûye di xebata xwe ya siyasî de û piştre çûye Kerkûkê ji bo temamkirina xwendinê û JI Nûve rêxistinên partiyê avakirin û buye bewrpirsê rêxistinên Kerkûkê. Di heman sale de jî erkê çap û belavkirinên Partiyê bi awayekî veşartî girtiye stûyê xwe heta ew rojak u hatiye desteser kirin.
Di sala 1952`an de çûye kolêja mafnasiyê (Hiquqê) li Bexdadê ku wê demê rêxistinên Partiya Demokrata Kurd (PDK) berbelav bibûn lê belê Mam Celal karî careke din rêxistinên partiyê kom û xurt bike.
Di heyva Çile de sala 1953 de beşdarî di kongireya sêyemîn ya Partiya Demokrata Kurdistanê kir û bi endamê komîteya navendî ya PDK hate hilbijartin û di meha sibatê de serpereştiya yekemîn kongireya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê dike û di kongirê de bi sekreterê giştiyê Xwendevanên Kurdistanê tê hilbijartin. Her weha di heman sale de yek bû ji damezrênerê (Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê) her di wê demê jî nûnerê PDK`ê bû li dev piraniya aliyên siyasî û hizbî yên veşartî û yên aşkire li Êraqê.
  Mam Celal Talebanî di sala 1954`an bi endamê mekteba siyasî ya PDK`ê hate hilbijartin.
 Sala 1955`an jî geşta derveyî Êraqê kir û beşdarî di festîvala lawan û xwendevanên cîhanê li Warşovayê kir û li wir jî sardana Yekîtiya Şêwirmendiya Awsawa ya Çînî kir.
 Sala 1956 ji berçavan winda bû, dest bi xebata jê erd kir û neçar bû di qonaxa çarem ya xwendina xwe ya mafnasiyê di cih de bihêle.
Mam Celal di sala 1957`an de çû bo welatê Sûriyê û sardana Moskowê jî kir û di festîvala lawan û xwendevanên Moskowê de beşdarî kir û hatina xwe ji bo Sûriyê bi derfet zanî ji bo peywendiyê li gel Kurdên li wir çê bike û peywendiyekî siyasî çêbû, di heman sale de jî vegeriya Êraqê û beşdarî di karên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê PDK`ê ya hevgirtî de kirû bûye berpirsê rojnameya (Xebata Kurdistan) ku li Silêmaniyê bi veşartî der dixist.
Li yekemîn roja serkeftina şoreşa 14ê Gilawêjê sala 1958`ê de, û bi hevkariya hevalên di nava bajêr de serpereştiya rêxistina xwepêşandana cemawerî ya li bajarê Silêmaniyê dike, piştre jî diçe Bexda û beşdarî di karûbarê Mekteba Siyasî û derkirina kovara (Rizgarî) û (Tehrîr) de dike.her weha erkê wê xebatê digre stûyê xwe ku di nava rêzên partiyê de berfireh dibû.
 Sala 1959`an careke din bi endamê komîteya navendî ya PDK`ê û mekteba siyasî tê hilbijartin û di heman demê de efserê yedek yê ketîbeya çarem ya tankan bûye, her weha beşdarî di derkirina rojnama (Xebat) de dikir ku bi zimanê Erebî derdiket û bi nave (Pîrot) gotarên xwe têde belav dikirin.
Sala 1960 berpirsê liqa Silêmanî û endamê mekteba siyasî ya PDK`ê ku dewreyek hişyariyê ji bo kadroyan kir. Sala 1961`an bûye sernivîserê rojnameya Kurdistan û piştî girtina wê rojnameya Xebat jî rastî êrişan tê li Bexda, lê belê di şeva Newrozê ya heman salî gotarekê li dijî dîktatoriyetê dixwîne û parastina Mela Mistefa Barzanî (Xwedê jê razî) dike ku di wê serdemê de Ebdulkerîm Qasim hêjmarek tawan xistibû stûyê wî di encama wê yekê de fermana girtinê bo Mam Celal derdikeve û bi awayekî veşartî vedigere Silêmaniyê û xwe vedişêre û beşdarî di rêxistina gireva giştî de dike ku di 6`ê îlonê de hate kirinê..
Di îlona 1961`an dema şoreşa îlonê pêdikeve Mam Celal berpirsê devera Silêmaniyê bûye, yekemîn navenda şoreşê li Çemê Rêzan vedike û serpereştiya şoreşa kir û fermandariya hêzên Pêşmerge ya lîwaya Silêmaniyê kir taku hêza wî berfireh dibe û dibe hêzeke mezin ji bo w ê yekê jî Mam Celal bû bi berpirsê hêza Pêşmergên Kurdistanê.
Di Newroza 1962`an de, serkidayetiya ew êrişa mezin kir ya bo ser devera Şarbajêr û di çend rojan de dest bi ser hemû navendên polîsan de girt û hêzên wî ber bi navçeya Pênciwînê de bi pêşve çûn û hemû ew dever azad kirin. Bi wî awayî herdu navçeyên Şarbajêr û Pûnciwîn bûne du navendên şoreşê û serkidayetiyê. Di 1962- 1963`an de jî piraniya navçeyên Qeredax û Qelasêweke û Germiyan û Sengaw hatine azad kirin, wî demî Mam Celal dermandarê hêza rizgarî bû, di heman demê de jî serpereştiya damezrandina navendên Bemo û Helebçe û Tewêle û Biyare dikir.
Sala 1963 û piştî kudetaya reş ya sibatê, Mam Celal bi serokê şanda Kurdî hate destnîşan kirin ji bo danûstandinên li gel hikûmeta nû ya Êraqê ku destpêkê rizamendiya xwe li ser giftûgo û çareseriya pirsgirêka rewa ya Kurd nîşanda, her weha Mam Celal sardana komara Misrê û Cezayîrê kir û li gel Cemal Ebdulnasir û Biun Bîla civiya û di heman sale de sardana Ewropa kir û nûnerrtiya şoreşa Kurdistanê kir û serkeftî bû ji bo nasandina pirsgirêka Kurd aşkire kirina rewşa Kurdistanê û komkirina alîkariyê û hevkariyê ji bo şoreşê ji welatên Fransa, Almanya, Rûsya, Çekoslovakiya û Nemsa. 
Sala 1964`ê Mam Celal vegeriya Kurdistanê û erkê xwe ya fermandariya hêza Pêşmerge ya rizgarî girte stûyê xwe. Sala 1967 beşdarî di komcivîna (Sosyalîstên Ereb) kir ku li Cezayîrê hate lidarxistin û têde lêkolînekî gelekî kûr derbarê pirsgirêka Kurd û rtewatiya tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd û dostayetiya navbera Kurd û Ereb de pêşkêş kir.
Sala 1970 rolek xwe ya bi bandor hebû di yekgirtina herdû baskên Partiya Demokrata Kurdistanê ku pêştir bibûn bi du bask û nakokiyên tehl û xwînî di navbera wan de hebû.
Sala 1972 geşta derveyî Êraqê kir û demekê li Lubnan û Misir û Sûriyê ma û piştî ruxandina şoreşa Kurd ku di encama rêkeftina Sedam Hisên û Şahê Îranê de li adara 1975 li Cezayîrê hate îmza kirin, Serok Mam Celal Talebanî her li wan deveran ma.
 Di 1/6/1975`an li Şamê paytexta Sûriyê li gel desteyek ji hevalên xwe Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê damezrand û nexşeya pêxistina şoreşa nû danî ku di 1/6/1976 de hate ragihandinê û Mam Celal dibe Sekreterê Giştiyê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê.
 Di salên piştî damezrandina YNK`ê li ser çalakî siyasî û serkirdayetiya hizbê û şoreşê berdewam bûye û digel hevalên xwe li çiya û şikeftên Kurdistanê de dijiya.
 Bi dîtina piraniya çavdêrên siyasî, Mam Celal yek ji dînamoyê serekî ji bo jihev nêzîkirina boçûnan li nava rêzên opozisyona Êraqê de li kongireyên New York û London û Selahedîn û hemû civînên piştî wan kongireyan jî ku peywendî bi rêxistin û nêzîkbûna mala êraqê ve hebû, mêvandariya piraniya hêzên Êraqê kiriye li Kurdistanê û piştgîriya bi hemû awayî kiriye bi wan re.
Li ser qada navdewletî jî, Serok Talebanî beşdarî çendîn kongire û civînên sosyalîsta navdewletî kiriye û li gel serkirdeyên siyasî yên navdewletî yên piraniya welatên cîhanê re civiyaye.
 Ji bilî wê yekê ku Mam Celal kesayetiyekî siyasî û xebatkarekî hoşmend û nivîskar û mafnas bûye, weku rojnamevanek jî di rojnameyên veşartî û yên aşkire de nivîsiye û di sala 1959 de bi endamê encûmena sendîkeya rojnamevanên Êraqê hatiye hilbijartin ku wê demê helbestvanê mezin yê Êraqî Mihemed Mihdî Cewahîrî neqîbê sendîkayê bûye.
Serok Mam Celal Talebanî ji bilî ku yek ji siyasî û dîplomatkar û rojnamevanên diyar bûye di heman demê de nivîskarekî navdar jî bûye bi awayekî bi bandor beşdarî li ronahî xistin ser tevgera siyasî ya Êraqê û navçeyê û tevgera siyasî ya Kurd kiriye, di vê biwarî de jî çendîn pirtûk di serdemên cuda cuda de nivîsîne ku pirtukxaneyên Kurdî û Erebî dewlemend kiriye.
Piştî azadkirina Êraqê Mam Celal bi endamê encûmena hukim hate hilbijartin û di meha mijara 2003`an de serokatiya encûmenê kir û di wê qonaxê de rola xwe ya aktîv list di meşandina kar û xebata encûmena hukim ya Êraqê de.
Di 6/4/2005 Mam Celal ji gist 248 dengên endamên civata nîştimanî ya Êraqê 227 deng bi dest xist bi hilbijartinekî rasterast û bi yekemîn Serokê hilbijartî yê Êraqê hate hilbijartin, bi vî awayî Serok Mam Celal Talebanî di ferehtirîn derwaz çûye nav dîroka Kurd û her weha li ciwantirîn derwaze jî çûye nav dîroka Êraqê û li navdartirîn derwaze jî çûye nav dîroka siyasî û demokrasî ya cîhanê.
Di sala 2005 ta sala 2014`an bo du xol wek Serokomarê Êraqê hate hilbijartin.
Li 17/12/2012 li Bexdadê celteya mêjî lêda û paşê ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyekê li welatê Almanyayê hate veguhastin û piştî demekê bi tenduristiyek baş vegeriya bajarê Silêmaniyê.
Piştî wê heta ku koça dawî kir çend carekê bi mebesta çareseriyê sardana welatê Almanyayê kir û roja 3/10/2017 lêdana dilê xwe yê mezin rawestiya û koça dawî kir.

 

PUKMEDIA- Xelat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket