Serok Bafil: Têkiliyên me bi welatan re ji bo bidestxistina berjewendiyên neteweyî ne

Kurdistan 04:39 PM - 2024-05-09
Serokê Yekîtî Bafil Celal Talebanî û endamê Komîteya Zanyarî û Berevaniyê  li Encûmena Nûnerên Amerîkayê Mike Garcia PUKMEDIA

Serokê Yekîtî Bafil Celal Talebanî û endamê Komîteya Zanyarî û Berevaniyê li Encûmena Nûnerên Amerîkayê Mike Garcia

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Washingtonê li gel endamê Komîteya Zanyarî û Berevaniyê (Komîteya Bernameyên Rahênan û Alîkariya Hêzên Pêşmerge) li Encûmena Nûnerên Amerîkayê Mike Garcia civiya.

Di hevdîtinê de ku berpirsê Ofîsa Pêwendiyan Derbaz Kosret Resûl jî tê de amade bû, Serok Bafil Celal Talebanî rola hevpeymaniya navdewletî bi taybetî Amerîka di alîkarîkirin û çekdarkirina hêzên Pêşmerge de bilind nirxand û got: Em bi pêzanîn rol û qurbanîdana Amerîka û hevpeymanan bo aramiya deverê dinirin.

Got jî: Dariştina stratejiyeke nû di navbera Herêma Kurdistanê, Êraq û Amerîkayê de, di çarçoveya parastina berjewendiyên giştî û rûbirûbûna kêşeyan de, di qonaxa niha de pêwîstiyeke bilez e.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her du alî bi kûrahî behsa pêşhatên siyasî yên li Herêma Kurdistan û Rojhilata Navîn kirin û tekez li ser berdewamiya diyalogê ji bo çareser kirina kêşe û nekokiyan kirin, serok Bafil got erkên me ji bo parastina aramî û xweşiya welatiyan de ye, herweha dûrxistina welat ji nakokiyan, peywendiyên me bi welatên navçê û cîhanê re di wê çarçoveyê de û ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe yên netewî ne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket