Rapora Siyasî ya Serok Bafil li pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî

Kurdistan 09:45 PM - 2023-09-27
Pêncemîn Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Pêncemîn Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Serok Bafil Celal Talebanî Kongreya Pêncemîn a YNKê

Birêz Bafil Celal Talebanî di yekem roja kongireya pêncem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de piştî hilbijartina wî wek Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, raporta xwe ya siyasî pêşkêş kir û tê de behsa komeke xal û mijarên giring kir. 
“Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê piştî kongireya çarem, dest bi cîbicîkirina proje û stratejiyên siyasî kir ku biryare li ser astên siyasî, civakî, aborî û yên din bên cîbicîkirin û pêngavên ji bo pêşxistina hevbendiyên siyasî û sazî di nav partiyê de çalak kirin di  asta rêvebirina herêmê û Iraqê de .
Di qonaxa piştî kongreyê de  , mirovatî û Herêma Kurdistanê jî rastî kirîzeke mezin hatin, ku ew jî belavbûna Vîrûsa Koronayê bû, ji ber ku Yekîtiya Niştimanî bi hemû berpirsiyarî hemû bernameyên xwe ji bo xizmetkirina karînên mirovî û gihandina alîkariyê ji welatiyan re hilgirt ser xwe  û di vî warî de hemû şiyanên xwe yên îdarî û darayî ji bo derbaskirina nexweşiyê û parastina jiyana welatiyan bi kar anî. Xebatên dîplomatîk ên ji bo komkirina derman, pêşkêşkirina xizmetguzariyan û vekirina navendên tenduristiyê, di heyama van du salan de li ser asta partiyê, ofîs û saziyan weke pêwîstiyeke rojane hatin diyarkirin û di hemû astan de têkilî hatin pêşxistin bi  bernameyên taybetî.
8'ê Tîrmeha 2021'an qonaxeke guherînê bû, di hemû hevbendan de rêbaz rast kir û jiyana partiyê zindî kir, piştî wê qonaxê YNKê  ya yekgirtî bi biryarek yekgirtî û çalakiya hevpar derket holê û bernameyên xwe ji bo xurtkirina jiyana hevaltiyê kir û bawerî di nava partiyê û gel de ava kir.
Tiştê ku çêbû, derketina kesk ya Yekîtiya Niştimanî bû ji bo vejandin û asayîkirina jiyana welatiyan, ji bo vegerandina aramî û serweriya yasayê, Yekîtiya Niştimanî bû yekitiya ku Serok Mam Celal ava kir bi coşeke siyasî û bi hemû hêza xwe rûbirûyî pirsgirêk  û nakokiyên siyasî yên li navçe û Iraqê bû û bû xendeqeke sereke ji bo berevaniyê, derbarê mafên gel û parastina pêkhateya navçeyê û hilgirtina erkên niştimanî de.
Di qonaxa yekem de piştî 8ê Tîrmehê, Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên Encûmena Nûneran de wek hêza duyem li Herêma Kurdistanê serkeftineke mezin bi dest xist. Wî karibû pêgeha xwe bihêztir bike û bi serpereştiya Serok Bafil Celal Talebanî û tevî fişarên navxwe û çewisandina destan, karî pêgeha kurdan li Bexdayê bihêztir kir û postê Serokkomar  bi dest xist  û gelek postên din li ser asta wezîr û cîgirên wezîran jî.

Dengek zindî li seranserê Iraqê
Yekîtiya Niştimanî ya bi serokatiya Bafil Celal Talebanî biryar da ku giraniya xwe ya siyasî arasteyî Bexdayê bike û yekemîn civîna Mekteba Siyasî lidar xist û bi vî awayî deriyên siyasî ji mala Serok Mam Celal re vekir û mazûvaniya aliyên siyasî yên Iraqê kir û alî bê cudahî ji aliyekê ve ji bo lihevhatina siyasî û avakirina desthilatdariyeke bihêz li Iraqê rola xwe bi hemû hêza xwe ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê û pêgeha siyasî ya Kurdên li Iraqê ji aliyekî din ve û ji wê demê ve Serok Bafil Celal Talebanî zêdetir ji 170 hevdîtin û serdanên siyasî ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê, balyoz û nûnerên dîplomatîk pêk anîne û tekezî li ser parastina ewlehî, aramî û bo serweriya Iraqê kiriye, qanûn, rûbirûbûna gendeliyê, rûbirûbûna îsrafa diravê giştî û serxistina proseya çaksaziyê.
Dûr li hizra hizbî, netewî û olî, xwest ku bigehe diyalogeke niştimanî ya avaker, bi awayekî ku aliyên siyasî yên navçe û Iraqê ber bi dabînkirina mafên welatiyan ve, dûr ji her berjewendiyek hizbî û ber bi paşerojeke geş ve biçin. 
Yekîtiya Nîştimanî wek aliyek têkoşer, berpirs, biryarder û helwestek siyasî, tekezî li ser pêdagiriya xwe li ser çareserkirina siyasî ya pirsgirêkan û yekkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê li Bexdayê kir û di hemû tevgerên xwe yên siyasî de daxwaz kir ku aliyên siyasî bi taybetî di navbera Herêm û Iraqê de berjewendiyên niştimanî li ber çavan bigrin û kiryara hevbeş û têgihiştinê bibe bingeha xebata wan.
Li ser parastin û rêzgirtina li çarçoveya Herêma Kurdistanê û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ti rêkeftin nekiriye ku  hêlên sor ên Yekîtiya Niştimanî bê derbaskirin. Yekîtiya Niştimanî li ser xeteke niştimanî û berpirsane kar kiriye û dê berdewam be ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên gelê Iraqê, şirîkatiya rasteqîne, lihevhatin li ser bingeha şirîkatiyê û redkirina siyaseta piraniyê- hindikahiyan . Endamên tîma Yekîtiya Nîştimanî di hikûmet û civata nûneran de li Bexdayê pêşnîyar kirin ku bibin parêzvanên rasteqîne yên hemwelatiyan, hevpeymaniya Kurd li Îraqê û mafên destûrî yên herêmê û alîkar û hevkar bin li gel aliyên ku bawer dikin bi  mafên gelê me.
Di asta herêmê de
Peywendiyên siyasî yên Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê li gel ali û partiyan hatin yekkirin û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser esasê parastina demokrasî, azadî, mafên mirovan, wekhevî û dadperweriyê û serweta welat ji bo gelê Kurdistanê, stratejiyên herî bilind ên niştimanî pêşxist ji bo hemwelatiyan, û di rûbirûbûna qeyranên siyasî yên li herêmê, nêrîna xebata hevbeş û parastina yekrêziya hêzan bo  yekxistina mala kurd û ji bo bidest xistina van armancên bilind. Serokê Yekîtiya Niştimanî di qonaxa verastkirina kursê de 60 civînên siyasî ligel aliyên herêmê encamdan û di hemû hevdîtinên xwe de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya yekxistina hêz û şiyan bo yekrêzkirina rêzan û helwesta netewî ya Kurdistanê kir, ji bo parastin û yekkirina mafên rastîn û şirîkatiya kurdan li Iraqê, ku ji nerîna berpirsane û bilinde li derveyî perspektîfa hizbî û berjewendiyên kesayetî, ji bo dabînkirina jiyaneke baştir ji bo welatiyan û bihêzkirina çarçoveya Herêma Kurdistanê, ku armancên damezrandina Yekîtiya Niştimanî ne.
Yekîtiya Niştimanî hemû tişt li ber çavan girt
Yekîtiya Niştimanî hemû raporên nerênî yên navdewletî û navxweyî yên ku behsa mijarên azadî, demokrasî, mafên mirovan û hukimdariyê dikin û metirsiyê li ser çarçoveya û navûdengê Herêma Kurdistanê dikin berçav girt û bêdengiya li pêşberî hemû hêzên siyasî şikand û berpirsyariya sererastkirina rêbaza rêveberiyê û parastina azadî, demokrasî û mafên mirovan girt ser xwe.
Derbarê pirsa demokrasî û hilbijartinan de, Yekîtiya Niştimanî bi dengekî bilind berevanî li ser pêdaçûnkirina tomara dengderan, serrastkirina yasaya hilbijartinan û parastina mafê pêkhateyan û kursiyên serbixwe kir ku bikarin nûnerên xwe yên rast hilbijêrin û ti aliyek ji bo berjewendiyên xwe kursiyên pêkhateyan bikar neyîne.
Herwiha hertim hewl da ku petrol, enerjî û madeyên xwezayî li Kurdistanê bi awayekî dadperwerane were dabeşkirin û xizmeta jiyana welatiyan û avadankirina Herêma Kurdistanê bike.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di jiyana partiya xwe de, bi çavdêriya Serok Bafil Celal Talebanî, yekem forûma xwe  li dar xist û endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi awayekî rast beşdar bûn di veberhênana projeyên siyasî de ji bo hemû saziyan û nêrîna partiyê. Ji bo hevgirtinên rêveberiyê li herêmên dervayî Hereme li ser bingeh, pêşniyar û raporên ku ji aliyê Foruma YNKê  û hemû sazî û rêxistinên ku xizmeta berjewendiya giştî dikin, berdewam kirin.
Di derbarê hêzên ewlekarî yên li ser asta Dezgeha Zaniyarî  û dezgehên asayîşê de, guhertinên mezin çêbûne û ev hemû dezgehên asayîşê ketine destên ewle de û xizmeta aramiya Herêma Kurdistanê kirine.
Di derbarê xwestekên welatiyan, kadro û endamên Yekîtiya Niştimanî û girêdana peywendiya di navbera Yekîtî û hemwelatiyan  û bersivdana daxwazên wan de, Serok Bafil Celal Talebanî Xeta Kesk wek xeteke berdewam a peywendiyê di navbera Yekîtiya Niştimanî û hemwelatiyan de destnîşan kir, ji bo gihandina dengên cuda ji berpirsên hizbî û hikûmetê re û di xizmeta hemû çîn û tebeqeyên civakê de, hemû daxwazan bêyî ku giringiyê bi paşerojên hizbî, olî û netewî bide, werdigire û dişopîne di heyama sê mehan de 18 hezar telefon wergirtin.
Ji aliyê dîplomatîk û navdewletî ve, Yekîtiya Niştimanî û nûnerên wê ji bo beşdariya di konferansên navdewletî de, bi taybetî li Ewropa, welatên erebî, Asya û Amerîka û li ser asta balyozxane, konsulxane û nûneratiyan hatine vexwendin, her ku diçe zêde dibe, ji ber ku têkiliyên xwe di çarçoveya berjewendiyên herî bilind ên gelê me de pêşxistiye.
Li ser asta Kurdistana mezin, bêyî berçavgirtina metirsiyên herêmê, li gel gelê me rawestiya û li ser esasê rêzgirtina ji mafê cîrantiyê hewl da pêvajoya aştiyê berdewam bike û baweriya wî bi çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û diyalogê heye,ji ber ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe li herêmê aramî pêk nayê.
Bi giştî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî di qonaxeke zêrîn a yekrêziya rêzan, biryargirtin ji bo pêşvebirin û parastina her sê yekîtiyên: Yekîtiya Gelan , yekrêziya rêzan di nava Yekîtiya Niştimanî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de.
Dengê zindî
Guhertin berdewam bûn û hemû navendên Yekîtiya Niştîmanî di vê çarçoveyê de hatin birêxistinkirin û rola jinan û bandora wê di jiyana hizbî de li ber çavan hat girtin û rêjeya jinan ji 20 heta 25% hat destnîşankirin. Di heman demê de projeyên qursên hişyarkirinê û kontrolkirina kalîteyê, pêşxistina şiyana kadroyan, nîşandana rola xwe û danasîna ciwanan di hemû saziyan de ket meriyetê û jiyana partiyê ji nû ve zindî bû.
Ji dilgiraniya Yekîtiya Niştimanî ya ji bo ciwan û xwendekaran, Serokê Yekîtiya Niştimanî beşdar dibe û ji nêzîk ve çavdêriya wan dike di guhdarîkirina wan û pêkanîna daxwazên wan de. Wî bi dehan demjimêr ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran, piştgirîkirina pirosesa xwendinê û xwendina bilind terxan kir û ji bo berdewamkirina vê pirosesa giring, erkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê da ku alîkariya saziyên xwendina bilind û avakirina dezgehên navxwe bike û li şûna tepeserkirina dengan  û xwepêşandanên opozîsyonê, bi çalakî û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bersiva wan da. Di encama van xizmetguzariyan de, xwendekarên Silêmaniyê di rêza yekem a xwendekarên herêmê û Iraqê de cih girtin û zanîngeha Silêmaniyê di nava zanîngehên herêmê de bû yekem.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî yekem hêza siyasî ye li Kurdistan û Iraqê ku mijara parastina jîngehê xistiye nav karên xwe û dest bi helmeta çandina milyonek dar û keskkirina Kurdistanê kiriye û di heyama salekê de cîbicî kiriye û piştgiriya xwe jî ragihandiye ji bo projeya enerjiya paqij a hilberîna elektrîkê û dê vê mijarê di saziyên xwe bixe meriyetê.
Di rûbirûbûna cudahiya darayî û îdarî di nav sînorên Silêmaniyê de, Yekîtiyê hemû şiyanên xwe yên darayî di xizmetguzariya giştî û sektorên tenduristî, perwerde, xwendina bilind, şaredarî û parastina jîngehê de bi kar aniye û rasterast piştgiriya darayî pêşkêşî wan kiriye da ku xizmeta welatiyan bike û van sektorên jiyanî yên ku rasterast pêwendiya wan bi jiyana mirovan re heye, têk neçe.
Di warê ewlekarî û leşkerî de, piştî 8ê Tîrmehê bi çavdêrî û biryara Serok Bafil  Yekîtiya Niştimanî di nav hêza 70 Pêşmerge dest bi proseya çaksazî û rêkxistinkirinê kir û ev prose di hemû lîwayan de berdewam e, ji ber ku 5 lîway hene ku  heta niha hatiye organîzekirin û di heman demê de tevî astengiyên hizbî û siyasî, li herêmê 30 lîwayên hevbeş hatin birêxistinkirin ku 2 ji wan di çarçoveya hêzên Îraqî de bûn ji bo parastina navçeyên veqetandî ku yek ji destkeftiyên girîng tê dîtin.
Di warê lojîstîk, pêşxistina şiyanên leşkerî, pêşxistina çekdarî û darayî de zêdetir giringî bi Hêza 70 hatiye dayîn û li gorî rêgezên zanistî yên nûjen tê birêxistinkirin û ev pêvajo berdewam e. Di warê perwerdê de jî, bi giştî di nava hêzên Yekîtiya Niştimanî  de guhertinên kualîte çêbûne, hêzên takekesî û koman hatine bidawîkirin û niha yek hêz heye, ew jî hêza Yekîtiya Niştimanî û Kurdistanê ye.
Di derbarê hêzên ewlekarî yên li ser asta Dezgeha Zaniyarî  û dezgehên asayîşê de, guhertinên mezin çêbûne û ev hemû dezgehên asayîşê ketine destên ewle de û xizmeta aramiya Herêma Kurdistanê dikin.
Derbarê daxwazên welatiyan, kadro û endamên Yekîtiya Niştimanî û girêdana peywendiya di navbera hemwelatiyan û Yekîtiyê û bersivdana daxwazên wan, Xeta Kesk a Serok Bafil Celal Talebanî xeteke berdewam a peywendiya di navbera Serok, Yekîtiya Nîştimanî û welatiyan de ye ji bo gihandina dengên cuda bo berpirsên hizbî û hikûmetê û dikeve xizmeta hemû çîn û pêkhateyên civakê de û hemûyan werdigire bêyî xema pêşerojên hizbî, olî û netewî daxwaz dike û wan dişopîne.Ev xet di heyama sê mehan de 18 hezar telefon hatiye wergirtin.
Ji aliyê dîplomatîk û navdewletî ve, Yekîtiya Niştimanî û nûnerên wê ji bo beşdariya di konferansên navdewletî de, bi taybetî li Ewropa, welatên erebî, Asya û Amerîka û li ser asta balyozxane, konsulxane û nûneratiyan hatine vexwendin her diçe zêde dibe, ji ber ku têkiliyên xwe di çarçoveya berjewendiyên herî bilind ên gelê me de pêşxistiye.
Li ser asta Kurdistana mezin, bêyî berçavgirtina metirsiyên herêmê, li gel gelê me rawestiya û li ser esasê rêzgirtina ji mafê cîrantiyê hewl da pêvajoya aştiyê berdewam bibe û baweriya wî bi çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan bi  diyalogê heye ji ber ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe li herêmê aramî pêk nayê.
Bi giştî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî di qonaxeke zêrîn a yekrêziya rêzan, biryargirtin ji bo pêşvebirin û parastina her sê yekîtiyên: Yekîtiya Gelan, Yekitiya rêzan di nava Yekîtiya Nîştimanî û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de.”
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket