Bo giringîpêdana bi azadiyê... Washington rojnamevanekî dike Konsul
Kurdistan 01:40 PM - 2023-08-25
PUKMEDIA
Mark Straw
Konsulê giştî yê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gihîşte Herêma Kurdistanê ku rojnamevan bû û di gelek ajansên ragihandinê de kar kiriye û xwediyê bawernameya masterê di warê rojnamevaniyê de li zanîngeha Kolombiyayê ye. Divê ku erkdarkirina rojnamevekî wek konsul hewildanek ji bo rizgar kirina tiştê ku dikare were rizgar kirin yan jî guhertina rewşa xirab ya azadiya bîr û derbirînê li Herêma Kurdistanê bi taybetî di serdema kabîneya nehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê de.
Mark Straw: Divê Herêm di azadiya rojnamevaniyê de ne paşketî be
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Silêmaniyê pêşwaziya Mark Straw Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Herêmê kir û di civînekê de behsa çend mijarên hevbeş hatin kirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtinê de, rewşa azadiya ragihandinê û azadiya derbirînê li Herêma Kurdistanê û Êraqê hat gotûbêjkirin û her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku Herêma Kurdistanê di warê azadiya derbirînê de paşve neçe. lê divê di navbera desthilatdariya siyasî û çapemeniyê de têkiliyeke rast û pîşeyî hebe û ji bo pêşxistina wê zêdetir hewlên pêwîst bidin."
Li beşekî dinê civînê de behsa rewşa çalakvanan û rêxistinên civaka sivîl hat kirin, ji ber ku di civînê de tekezî li ser berdewamiya hevkariya di navbera rêxistinên civaka sivîl li hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê hat kirin.
Li herêmê girtina rojnamegeran dewam dike
Bi hatina konsulê nû yê Amerîka bo Herêma Kurdistanê, asayişa Hewlêrê 2 rojnamevan girtin û dest danîn ser milkên wan yên rojnamevanan.
Di dema rûmalkirina xwepêşandana hejmarek welatiyan a li Hewlêrê li dijî xirabûna xizmetguzariyan, hêzên ewlehiyê peyamnêrên her du kanalên ragihandinê (Esta û Welat Media) girtin û dest danîn ser milkên wan ên çapemeniyê.
Ji bo serbestberdana girtiya bangawazî
Hejmarek rojnamevan û çalakvanên Herêma Kurdistanê daxwaza berdana girtiyên azadiya bîr û baweriyê û karê rojnamevanî kirin.
Rojnamevan û çalakvanan gotin: Ji destpêka erkê kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, azadiya bîr û ramanan ber bi paşve ve ve diçe.
Got jî: Rayedarên herêma Kurdistanê divê bizanin ku gelê Kurdistanê ji bo azadiyê û jinavbirina neheqî û bindestbûnê qurbanîyên mezin dane û guh bidin raportên navdewletî yên ku nîşana paşveçûna azadiya derbirînê li Herêmê didin .
Konsulê Amerîkayê girîngiyê dide warê çapemenî û azadiyan
Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li Silêmaniyê Kerwan Enwer di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Amerîka niha ji nêzîk ve çavdêriya karê rojnamevanî û azadiya derbirînê li Herêma Kurdistanê dike, û erkdarkirina rojnamevanekî ji aliyê Amerîka ve bo erkê konsulxaneya Amerîka li navçeyê, karekî giring û erênî ye ji bo pêşxistina rastiya Rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê.
Got jî: Xirabbûna şert û mercên azadiyê li Herêma Kurdistanê bûye mijara gotûbêja welatên cîhanê ji wan Amerîka û Brîtanya û heta Yekîtiya Ewropayê û dostên gelê Kurdistanê.
Kerwan Enwer dibêje: Bi baweriya min konsulê nû yê Amerîkayê dê giringiyeke mezin bide warê rojnamevanî û azadiya ramanê li Herêma Kurdistanê û dixwazin ezmûna xwe di vî warî de bigihînin Herêma Kurdistanê û diyar kir ku “Herêma Kurdistanê berê bi garantîkirina azadiyan dihat naskirin û di vî warî de li herêmê li pêş bû.” Mixabin di qonaxa niha de paşveçûneke mezin heye.
Azadiya derbirînê di hikûmeta nehemîn de paşve çû
Kerwan Enwer dibêje: "Azadiya derbirînê û ragihandinê di bin kabîneya nehê de û ji sala 2020an ve gelekî paşveçûye û heta rêxistin û dezgehên çavdêriyê jî vê yekê piştrast dikin. Got jî: "Rewşa Herêma Kurdistanê ber bi xirabbûnê ve diçe û geheşte wê astê ku Amerîka çend caran bi eşkereyî li ser vê mijarê axivî" .Ji ber ku Amerîka li herêmê bandorên xwe hene û divê serokwezîrê herêmê vê peyamê fêm bike û li ser wê bixebite."
Nerazîbûna navneteweyî li hember binpêkirina maf û azadiyan li Herêmê
Di bin kabîneya hikûmetê ya nehemîn de li herêmê, azadiya derbirînê û mafên mirovan tên astengkirin û raporên navneteweyî hertim behsa van binpêkirinan dikin.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporta xwe de amaje bi binpêkirinên hêzên asayişa Herêma Kurdistanê dike û ev binpêkirin girêdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, bi taybetî kabîneya nehê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî û di raportê de hişyariyê dide rayedarên Herêma Kurdistanê derbarê xerabbûna rewşa mafên mirovan.
Di raporê de tê gotin ku hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê rojnamevan, çalakvan û rexnegir girtin, dadgehkirin û zîndanîkirin.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) di raporta xwe ya dawî de behsa girtiyên Şîladizê û Badînan dike, ku ji aliyê hêzên Asayîşê yên ser bi Partiya Demokrat ve hatine girtin.
Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Êraqê Jenin Blaskhart, Konsulê berê yê Amerîkayê li herêmê Irvin Hicks, Wezareta Derve ya Amerîkayê û rêxistinên din ên navneteweyî yên wekî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî li ser binpêkirina mafên mirovan axivîn. azadî û mafên mirov li herêmê, destwerdana hizbî di karûbarê dezgehên dadwerî di dema kabîneya nehê de, bi taybetî li Hewlêr û Duhokê, sedema sereke ya van binpêkirinan e, ku zirarê dide nav û deng û pêgeha Herêma Kurdistanê di asta navneteweyî de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09 -
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Astengkirina hilbijartinan paşeroja welatê me dixe ber çarenivîseke ne diyar
09:52 PM - 2024-05-09
Qubad Talebanî: Paşxistina hilbijartinan zirarê dighe pêgeha Herêmê
07:40 PM - 2024-05-09
Serok Bafil: Têkiliyên me bi welatan re ji bo bidestxistina berjewendiyên neteweyî ne
04:39 PM - 2024-05-09
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
10:28 AM - 2024-05-09
zortrin xwendraw
-
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
Kurdistan 10:28 AM - 2024-05-09 -
Qubad Talebanî: Astengkirina hilbijartinan paşeroja welatê me dixe ber çarenivîseke ne diyar
Kurdistan 09:52 PM - 2024-05-09 -
Qubad Talebanî: Paşxistina hilbijartinan zirarê dighe pêgeha Herêmê
Kurdistan 07:40 PM - 2024-05-09 -
Serok Bafil: Têkiliyên me bi welatan re ji bo bidestxistina berjewendiyên neteweyî ne
Kurdistan 04:39 PM - 2024-05-09 -
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
Kurdistan 04:50 PM - 2024-05-09 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 10 milyar e
Kurdistan 09:55 AM - 2024-05-10