Serhişkî, qaçaxçîtî û hewandina Baasiyan... faktorên ku pêkhateya Herêmê lawaz kirine

Kurdistan 01:10 PM - 2023-08-21
Ala Kurdistan û nexşeya Kerdistanê PUKMEDIA

Ala Kurdistan û nexşeya Kerdistanê

Herêma Kurdistanê

Çend faktor bi hev re bûne sedema lawazbûna pêkhate, cih û statûya Herêma Kurdistanê li ber çavê dost û dijminan, ji wan serhişkiya di rêveberiyê de, belavkirina malên kurdî, operasyonên qaçax û talankirinê û pêkanîna referandûmê di demek ne guncaw de, pişka Prtiya Demokrata Kurdisanê bûye sedema lawazbûna pêkhateya Herêmê û rûbirûbûna metirsiyê, ji bilî wê yekê ku fraksiyonek di nav Partiya Demokrat de bi rastî kar dike ji bo rawestandina her destpêşxeriyek ji bo yekxistina mala Kurd bi hincetên curbicur, ku ev yek bûye sedema lawazbûna rola herêmê li gorî rola berê li ser asta Êraqî û navdewletî jî.

Referandûm û lawazbûna pêkhateya herêmê
Pêkanîna referandûmê di demek ne guncaw de, destpêka lawazbûna pêkhateya herêmê ye, ji ber ku bû sedema ji destdana %51 axa Kurdistanê, ji bilî girtina sînorên herêmê û rawestandina geştên asmanî.

serhişkî di desthilatdariyê de
Radestkirina petrola herêmê ji bo Bexdayê, li jêr fişara dadgeha navdewletî ya li Parîsê, faktereke din bû bo lawazkirina herêmê li pêş Bexdayê, ji ber ku berî niha hikûmeta federal daxwaz ji hikûmeta herêmê kiribû ku rojane 250 hezar bermîl petrola xav radestî hikûmeta federal bike û %50 ji hinardekirina ne neftê, li beramber şandina mûçe û bûdceya herêmê, lê hikûmeta herêmê serhişkî hilbijart û pêşnîyara Bexdayê red kir, lê niha di bin fişarê de amade ye ku rojane 400 hezar bermîlên petrolê  digel dahatên ne naftî bişîne.
Herêm li pêşberî Bexdayê di rewşeke lawaz de ye
Girtina yek ji wan tometbarên ku li Êraqê bi (diziya sedsalê) tê naskirin li bajarê Duhokê, qaçaxçîtiya pereyên pir di rêya deriya  Îbrahîm El-Xelîl re, şûştina pereyan û hewandina baasiyan û tomatbarên sucên Enfal li Hewlêrê hemû faktor in ku pêkhateya Herêma Kurdistanê li pêşberî Êraqê lawaz kirine.
Sê caran têkildarî dosyayên gendeliyê, hikûmeta Êraqê bi awayekî nerasterast behsa parêzgehên Hewlêr û Duhokê kiriye, ji wan jî girtina yek ji tohmetbarên dosyeya (diziya sedsalê) li Duhokê, ku tê de nêzîkî 3 milyar dolar ji Banka Rafîdeyn hatine dizîn wek ku berî demekê hejmarek Bazirgan li Hewlêrê bi tometa derxistina dolaran bi qaçaxî ji welat bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm El-Xelîl re, ya herî dawî jî doza wergirtina alav û kelûpelên palawgehên Bêcî, mezintirîn parzûngeha petrolê li Êraqê ye ku di sala 2014 de ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatibû daîrkirin û piştre li Hewlêrê hatibû dîtin.
Ji aliyekî din ve, bi eşkereyî hewandina Baasiyan û tawanbarên Enfalê, bû sedema lawazkirina pêgeha herêmê û xirabkirina navûdengê wê, yê dawî jî zavayê dîktator Seddam bû ku li Hewlêrê dihat dermankirin û piştî mirina wî li wir meclîsa serxweşiyê jê re hat lidarxistin.

Hilweşîna yekitiya ref pêkhateya herêmê jihev kir
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hertim destpêşxer bû bo yekrêziya rêzên Kurdistanî û yekrêziya helwesta aliyên Kurdistanî, lê beşeke di nava Partiya Demokrat de berdewam hewl dide vê yekrêziyê têk bibe ku dibe sedema belavbûna Kurdan. Baştirîn belge ji bo wê yekê amadekariyên vê dawiyê yên hilbijartinên parêzgehên Êraqê ye, ku Yekîtiya Niştimanî gelek hewl da ku helwesta kurdan li navçeyên nekok yekalî bike, lê aliyekî din li hember hewlên Yekîtiya Niştimanî rawestiya û xwest dengên kurdan li wan deveran belav bike û ev yek jî ji bo wan pêk hatiye û dengên kurdan di nav çend lîsteyên hilbijartinan de dabeş kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket