Lêborîna Navdewletî behsa sînordarkirina azadiyan û girtina rojnamevanan li Herêma Kurdistanê dike

Kurdistan 01:45 PM - 2023-03-29
Rêxistina Lêborîna Navneteweyî PUKMEDIA

Rêxistina Lêborîna Navneteweyî

Kurdistan Girtî Azadiya Derbirînê

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) raporta xwe ya mafên mirovan ya sala 2022an belav kir û di wê raportê de rexne li rewşa mafên mirovan li Herêma Kurdistanê, sînordarkirina azadiyan, girtina rojnamevanan, rêgirtina li xwepêşandanan û girtina çalakvanan kir.

Xirabbûna rewşa mafên mirovan

Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporta xwe de amaje bi binpêkirinên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê dike û ew binpêkirin girêdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, bi taybetî kabîneya nehê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî, beriya çend rojan  wezareta Derve ya Amerîka jî di rapora xwe de amaje bi van binpêkirinan kir û hişyarî da rayedarên Herêma Kurdistanê li ser têkçûna rewşa mafên mirovan.

 

Rapor behsa girtiyên Badînan dike

Rapora Rêxistina Lêborîna Navdewletî li ser girtiyên Şîladizî û Badînan ên ku ji aliyê hêzên Asayîşa Partiya Demokrat ve hatibûn girtin got ku di sala 2022’an de 2 rojnamevan û 3 çalakvanên siyasî sê caran dest bi gireva birçîbûnê kirine û ji meha Tebaxa 2020 ve girtîne û di Sibata 2021ê de bi tometên pêwendîdar bi ewlekariya niştimanî hatin mehkûmkirin, li hember berdewamiya girtina wan, tevî ku di meha Sibatê de ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve biryara kêmkirina cezayên wan ji 5 salan  bo 2 sal hat dayîn.
Rapor wiha pêde çû: Roja 6ê Tebaxê hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê gaza firmêskrêj û gulleyên lastîkî ji bo belav kirina xwepêşandanên aştiyane li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê û nerazîbûna xwe li hember dereng kirina mûçeyên hikûmetê û nebûna derfetên kar, bikar anîn û di encamê de hejmarek birîndar ketin.

 

Rojnameger hatin girtin

Rapora Lêborîna Navdewletî behsa kêmbûna azadiya raderbirînê li Herêma Kurdistanê û girtina rojnamevanan dike, ku di raportê de hatiye: Hêzên Asayîşê ku dezgeha sereke ya asayîş û îstixbarata Herêma Kurdistanê ye herî kêm 20 rojnamevan ji bo demeke kurt girtin.
Raporê zêde kir: Di meha Îlonê de hêzên Asayîşê rojnamevanek ku di dezgeheke ragihandinê ya alîgirê opozisyonê de kar dikir girt, dema ku wî êrişa balafereke keşfê yê Tirkiyê ya li ser çekdarên PKKê li parêzgeha Hewlêrê dişopand. Piştî rojekê bêyî sûc hat berdan piştî îmzekirinê ku careke din bûyerên wusa neşopîne. Di Cotmehê de hêzên Asayîşê du rojnamevan li nêzîkî Hewlêrê girtin li dije Bikaranîna Amûrên Elektronîkî  a sala 2008 û di dawiya mehê de hatin berdan.

Tundiya li dijî jinê
Rapor dibêje: Herêma Kurdistanê şahidê zêdebûna raporên kuştina jin û keçan ji aliyê xizmên wan ên mêr ve bûye, ji ber ku ew bûne oleke cuda û wan wek jinên vegihênderên zeyendeyî didin nasîn. Hevbendiyek ji rêxistinên jinan kuştina 16 jin û keçeke 15 salî  ji aliyê xizmên wê ên mêr ve tenê di navbera Çile û Adarê de belge kirin.Rapor zêde dike: Tê bawer kirin ku hejmara rastîn gelek zêdetir e. Desthilatdar nekariye lêkolînên serbixwe û bêalî li ser piraniya van kuştinan bike di nav rewşên  civakî ya sûcdarkirina mexdûran - di nav de li ser medyaya civakî - û xemsariya qanûndaneran.Rapor piştrast dike: Li Herêma Kurdistanê û li navenda Êraqê rêyên parastina bi bandor ji aliyê dewletê ve ji şîdeta li ser bingeha zayendî pir kêm mane. Hejmarek sînordar ji penagehan, bi serperiştiya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li bajarên Herêmê kar dikirin, lê rêxistinên sivîl yên niştimanî diyar kirin ku xizmetguzariyên nûjenkirina ji qurbaniyan kêm in. Li naverasta Êraqê tenê penagehek kar dikir, ku karibû dora 100 qurbaniyan bihewîne, bi piştgiriya sindoqên  ya Neteweyên Yekbûyî. Rêxistinên sivîl li Bexdayê berdewam rastî tacîzê tên ji bo birêvebirina pengehên nefermî ji bo jinan. 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket