Kabîneya 9 a hikûmetê di beşên curbicur de têkçû
Kurdistan 08:25 PM - 2023-01-16Kabîneya 9 a hikûmetê di beşên curbicur de têkçû
Piştî derbasbûna nêzîkî çar salan ji temenê kabîneya nehê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî eşkere têkçûna wê di birêvebirina sektorên cuda de, bi sedema cîbicînekirina rêkeft û bernameya hikûmetê ya ku hikûmet li ser hatiye avakirin, herweha serdestiya tîma Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser hevbendên sereke yên hikûmetê û cudahiya zelal di navbera navçeyan de di pêşkêşkirina xizmetguzariyê de lewra jî tîma wezîrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, civînên kabîneyê boykot kirin bo nerazîbûna li dijî nebaşbûna hikûmetê û pabendnebûna bi rêkeftan.
Duh Yekşemê serok û endamên tîmê wezîrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derbarê şert û mercên rêveberiya Herêma Kurdistanê û cudahiyên di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de rû dide daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku mixabin ev hikûmet xirabtirîn kabîne ye di dîroka desthilatdariya Herêma Kurdistanê de.
Zihniyeta hizbî kontrol li ser karê Hikûmetê dike
Endamekî Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir, ku hikûmeta niha di birêvebirina Herêma Kurdistanê de serneketiye û gelek nîşan hene ku di karê xwe de zelal nîne û cudahiyê di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de dike.
Endama Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî Avêsta Mihemed ji PUKMEDIA re ragihand: Serokwezîr bi zihniyeteke hizbî kar û baran birêve dibe û ev jî bûye sedem ku ev hikûmet bibe xirabtirîn hikûmet di dîroka Herêma Kurdistanê de.
Got jî: Serok wezîrên hikûmetê tevî ku di dawîya erkê xwe de bû, di rêvebirina hikûmeta ku jê re hatibû spartin bi ser neket û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê jî ji destpêkê ve xwe girt û hewl da ku rêya şaş rast bike. Di dawiyê de Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê helwesta xwe ragihand û dixwaze dest ji yekdestdariya rêveberiya welat berde.
Got jî: Gelek belge û delîl hene ku şefafîyeta darayî û cudahîya navbera parêzgehan di warê pêşkêşkirina xizmetguzarîyan de û hizra hizbî ya ku di hikûmeta Mesrûr Barzanî de heye, ku nîşana têkçûna vê hikûmetê di rêvebirinê de û zîhniyeta hizbî kontrol li ser karê hikûmetê dike û ev yek jî bû sedema nerazîbûna aliyên siyasî û welatiyan.
Serok û tîma wezîrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derbarê rewşa desthilatdariya Herêma Kurdistanê û cudahiyên di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de belavokek belav kirin û tê de tekez li ser wê yekê kir ku mixabin ev hikûmet hikûmet kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya herî xirab e.
Bila çeksazî ji deriya Îbrahîm El-Xelîl dest pê bike
Endamekî Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê hinardekirina deriyên sînorî yên ku 30 sal in di bin kontrola wê de ne venagerîne.
Berpirsê Navenda Rêkxistinên Nînewa ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aras Mihemed ji PUKMEDYA re ragihand: Partiya Demokrat a Kurdistanê hinardekirina deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl kontrol dike, ku hinardekirina wê ne kêmtir ji hinartina petrolê ye.
Got jî: Di kîjan hikûmetên berê de qebareya hinartina bendera Îbrahîm Xelîl nehate eşkerekirin û ber bi ku ve çûye? Û çima venagere xezîneya giştî? ji bilî ku Partiya Demokrat gelek deriyên sînorî yên nefermî ligel Sûriyê vekirine, ku bi rêya wan rêjeyên mezin neftê hinarde dike Herêma Kurdistanê, û piştre Partiya Demokrat wê petrolê difroşe.
Berpirsê Navenda Rêkxistinên Nînewayê diyar kir: Eger serokwezîr daxwaza çeksaziyê bike û yên ku rêgiriyê li wê yekê dikin hebin, divê ji partiya xwe re bêje ku li hember hewlên wî nerazî nebe û reforman ji dergehê Îbrahîm El-Xelîl ku tê dîtin dest pê bike ku yek ji mezintirîn dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê ye û hinardekirina xwe eşkere bike û vedigerîne xezîneya giştî.
Hêjayî gotinê ye ku ev demeke dirêje endamên parlemana Kurdistanê daxwaza eşkerekirina hinardekirina bendera Îbrahîm Xelîl û vegerandina wan bo xezîneya giştî dikin, lê Partiya Demokrat bi rêya fireksiyona xwe di Parlamentoya Kurdistanê deli ser vê mijarê nerazî ye.
Hikûmeta niha nikariye peywendiyên xwe ligel Bexdadê birêve bibe
Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir ku hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê nikariye peywendiyên xwe li gel hikûmeta federal birêve bibe û pirsgirêkên heyî bi dawî bîne.
Endama Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Rabîhe Hemed ji PUKMEDIA re ragihand: Hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê nikariye peywendiyên xwe bi hikûmeta federal re bi rê ve bibe û pirsgirêkên heyî bidawî bîne.
Û wê got jî: Berî niha tîmeke hikûmetê bi serokatiya Qubad Talebanî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdadê kir û li ser çend xalan bi hikûmeta federal re li hev kirin ku di encamê de mûçeyên karmendan ji bo çend mehan hatin şandin, lê mixabin hikûmeta Herêmê jî pabendî vê rêkeftinê nebû û şertên wê pêk neanî. Û wê diyar kir: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gelek kar kir daku xelkê Herêma Kurdistanê ji terxankirin û mafên xwe yên darayî bêpar nemînin, û da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi biryara Dadgeha Federalî ya derbarê hinartina petrolê de nerazî bû.
Berpirsa Navenda Rêkxistinên Bexdadê ya Yekîtiya Niştîmanî Rabîhe Hemed jî got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim behsa aboriya serbixwe dike lê nikare xizmetguzariyên herî hêsan ên wek elektrîk, av, ewlehî û şert û mercên aram ji welatiyan re pêşkêş bike û baştirkirina asta jiyana welatiyan, tenê ji bo berjewendiyên hizbî ye û nabe alîkar bo baştirkirina asta jiyana welatiyan û got: Hikûmeta niha giringiyê dide projeyên ku sud li Partî dike û hin xwediyên sermayê û guh nade jiyan û debara welatiyan û tenê ji bo dewlemendkirina hin kesên bibandor kar dike û hemû karên rojane bi tena serê xwe û bêyî ku gevere aliyên din yên beşdar di hikûmetê de.
Wê amaje bi wê yekê jî kir ku eger hikûmeta herêmê bi tena serê xwe mûçeyên karmendan bide, wê demê çima vedigere hikûmeta federal? û eger nikare xerciyên mûçeyên karmendan dabîn bike, çima li hember radestkirina petrolê nerazî ye, lê tiştê ku em niha dibînin ne zelalbûna qebareya hinardekirina neftê û dergehên sînorî û çawaniya xerckirina wê ye û ev hemû hinartin ber bi ku ve diçin?
Kabîna nehemîn nikare herêmê birêve bibe
Endamê Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hacî Maseîfî di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) ragihand: “Demokrat nikarî berpirsyariya îdarî werbigire û ji cîbicîkirina rêkeftina di navbera xwe û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de ji bo pêkanîna hikûmetê dûrket. û Yekîtiya Niştimani ji bo berjewendiyên bilind ên ezmûna kurdî ev şert û merc qebûl kirin. Mûseyfî tekez kir: "Daxuyaniya serokwezîr hemû xapandin û bêbingeh e wî behsa dahatên neftê kir û xwe ji behskirina dahata petrolê li Sihêlê, Eyn Zala û deverên din ên ku dahata wan li xezîneya hikûmetê nayê vegerandin û ew nizane ev dahatên gelê Kurd bi ku ve diçin.
Dahata Îbrahîm Xelîl bi qasî hemû dahatên deriyên sînor ên herêmê ye
Hacî Masîfî tekez kir, ji bilî dahata deriyên nefermî yên di navbera herêmê û Sûriyê de, dahata Îbrahîm Xelîl bi hemû dahatên deriyên sînorî yên di navbera herêmê û welatên cîran de ye.
"Kabîneya neh a ku Mesrûr Barzanî serokatiya wê dike, standeke têkçûyî ye û erkên xwe pêk nayîne û aramiya Herêma Kurdistanê naxwaze. Ya ku Partî dixwaze dîktatorî ye, tengkirina cihê azadiya takekesî û azadiya ramanê ye, pirsgirêk û ne pabendbûna bi prensîbên siyaset û demokrasiyê çareser nake.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09 -
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:52 PM - 2024-05-09 Qubad Talebanî: Astengkirina hilbijartinan paşeroja welatê me dixe ber çarenivîseke ne diyar
Qubad Talebanî: Paşxistina hilbijartinan zirarê dighe pêgeha Herêmê
07:40 PM - 2024-05-09
Serok Bafil: Têkiliyên me bi welatan re ji bo bidestxistina berjewendiyên neteweyî ne
04:39 PM - 2024-05-09
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
10:28 AM - 2024-05-09
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
09:08 PM - 2024-05-08
zortrin xwendraw
-
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
Kurdistan 10:28 AM - 2024-05-09 -
Qubad Talebanî: Astengkirina hilbijartinan paşeroja welatê me dixe ber çarenivîseke ne diyar
Kurdistan 09:52 PM - 2024-05-09 -
Qubad Talebanî: Paşxistina hilbijartinan zirarê dighe pêgeha Herêmê
Kurdistan 07:40 PM - 2024-05-09 -
Serok Bafil: Têkiliyên me bi welatan re ji bo bidestxistina berjewendiyên neteweyî ne
Kurdistan 04:39 PM - 2024-05-09 -
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
Kurdistan 04:50 PM - 2024-05-09