Kurdên Rojava: Mam Celal parêzvanê dozê û xwedî soza xwe bû

Rêportaj 04:35 PM - 2022-10-01
Nerîna kurdên Rojava li ser serok Mam Celal

Nerîna kurdên Rojava li ser serok Mam Celal

Salvegera 5`mîn ya koça dawî ya rewanşad serok Mam Celal
Di 5 mîn salvgera koça dawî ya serok Mam Celal de, gelek guhertinên cuda cuda li asta Êraq û Herêma Kurdistan û navçeyê de hatin hole.
Di serdema serokatiya rewanşad serok Mam Celal ji serokatiya komara Êraqê re, rewşa Êraqê di hevgirtin û aramiyekê de bû ku hemû aliyên nakokdar bi hev re wek tê xwestin di tevgerê de bûn û ji ber wê yekê jî, lêvegerê mezin ê ola Şî`eyan ji serok Mam Celal re digot ew (Teltîka Aramiyê ye), ji xwe ev gotin ji her kesî re naye gotin, lê ev rastî rastiya serok Mam Celal bû.
Serok Mam Celal ji aliyê hemû serok û serwer û serkirde û berpirsên cîhanê ve dihate pejirandin û hezkirin.

Nerîna hevalê xebata siyasî yê dêrîn ê Mam Cela mamoste Hemîd Hac Derwîş jî wiha bû

Derwêş: Mam Celal li cîhanê û Rojhilata Navîn xwedî rol bû

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye (PDPKS ) Ebdilhemîd Hecî Derwêş diyar kir ku Mam Celal siyasetmedarekî demokrat bû, li cîhanê û Rojhilata Navîn rola wî hebû. Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye (PDPKS ) û hevrê Mam Celal, Ebdilhemîd Hecî Derwêş îro serdana gora 87 Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talebanî kir û destegulek danî li ser gora Talebanî. Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye (PDPKS ) Ebdilhemîd Hecî Derwêş piştre jî di civîna çepemeniyê de behsa nasîna Mam Celal û pêwendiyên xwe yên di gel Mam Celal kir û got; "Berî 62 salan min û Mam Celal hev dît. Wê demê em her du ciwan bûn. Piştre em bi hev re li Şamê çûn kolêja yasa. Ji wê demê ve ez pê serbilind im. Em hevalên hev ên siyasî û civakî bûn. Qet navbera me xera nebûye. Me bi hev re YNK û Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye (PDPKS ) ava kir. Bi hev re biratiya me berdewam dikir. Destên xerab nekarîn navbera me xerab bike. " Derwêş diyar kir ku Mam Celal siyasetmedarekî mezin bû û wiha pêde çû; "Li Rojhilata Navîn û cîhanê Mam Celal xwedî rol bû. Siyasetmedarekî demokrat bû. Li dijî dîktatoriyê bû. Mam Celal Kurdistanî bû. Herêmî û Êraqî nebû. Hevkariya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dikir. Rêz ji Ereb, Faris, Tirkan û hemû mirovan re digirt. Bi rastî birêz bû. Xebata Mam Celal vala neçû. "
Hevalê dêrîn ê xebata siyasî Mam Celal Dr. Xelîl Mihemed Ebdula
Di nêrîna Dr. Xelîl hevalê Mam Celal ê destpêkê de Dr. Xelîl Mihemed Ebdulah derbarê serok Mam Celal de, wiha digot; Mam Celal hevlê me ê destpêkê bû ku me bi hev re dest bi kar û xebatê kir, Mam Celal li Bexdadê jî, pêşwazî li min û nemir seydayê Cêger Xwîn kir û gelek bi dilsozî hevkarê kurdên Rojavayê Kurdistanê dikir ku yekemîn kes bû di asta bilind de, hevxem û xemxwerê pêşketina kar û xebatên yekemîn partiya Rojavayê Kurdistanê bû. Di karên xwe de, pir çalak û li ser xwe bû, gelek hêmin û aram bû, lê li hemberî şaştî û çewtiyan pir dijwar bû. Hemû pirsgirêk bi awayên dadperwerî û jîrî çareser dikir . Me hêza xwe jê digirt û me li Bexdadê di Radyoya Kurdî de kar dikir û Mam Celal herdem nêzîkî me bû . Di encamê de, ji min re got xwe amade bike emê te bişînin Yekîtiya Sovyet tako tu xwendina xwe a bilind bi dawî bikî û vegerî karê mezintir û bi sûdtir ji doza gelê kurd re bikî. Piştre ez û hinek hevalên min ên din hatin şandin û me li wir xwendina diktora bi dawî kir, lê dema ku min ew agahdar kir ku ez hazirim jib o vegerê, ji 86 Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd min re got; "Her li wir be kînga hatina te pêwîst kir, ezê ji te re bibêjim, ji ber ku hinek aloziyên navxweyî dest pê kiribûn". Mam Celal kesayetiyeke zana û jêhat û mezin bû. Hevkar û alîkarê her kurdekî û mirovekî bû. Di peywendiyên xwe de, berferehtir tevdigeriya û xwe ji çareserkirina aloziyan re amade dikir û jê ne ditirsî û xwedî roleke mezin bû di nêzîkbûna kes û aliyên kurdî de. Pêwîste ku aliyên siyasî kurdî û gelê kurd rola Mam Celal ji bîr nekin û her dem bi bîr bînin. Ji ber ku Mam Celal ne yê aliyekî siyasî kurdî tenê bû, ew xwe bi ê hemû kurdan dinasand û di kar û xebatên xwe de her kurdperwer bû.

Sîpan Hemo di 2013`an de li ser Mam Celal çi got? Sîpan Hemo ji bo PUKmedia`yê: "Mam Celal xwedî roleke pir girîng e." Di daxuyaniyekî taybet de, Serfermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê ji PUKmedia`yê re ragihand: " Ji bo vê qonaxê rola serokatiya Mam Celal di çareserkirina pirsgirêkan de gelek girîng e û ew dikare pirsgirêkan bi awayekî rewa û aştiyene û bi riya diyalogan çareser bike û li gorî rastiyan mafê gelê Kurd biçespîne." Di daxuyaniyekî xwe bo PUKmedia`yê serfermandarê Giştî yê YPG`ê ragihand ku ev qonax, pêwîstî bi kesayetiya Mam Celal heye û başbûna tenduristiya Mam Celal û vegera wî bo ser kar û xebatên xwe, wê derfeteke nûh ji pêşxistina proseya aştî û bi destxistina mafên gelê Kurd bide. Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Sîpan Hemo dazanîn ku ew ji bo rewşa tenduristiya serok Mam Celal cansaxiyekî baştir dixwazin û hêvî kir ku ew bi tenduristiyeke baştir vegere nav gelê Kurd taku bibe hêza çareseriyê ji bo pirsgirêk û bi destxistina destkeftên zêdetir yên 52 Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd gelê Kurd. Têbînî ev daxuyanî di 20-6-2013`an de li bajarê Efrînê min bi riya hevdîtineke taybet girtibû ku di wê demê piştî 20 salan ez bo cara yekemîn vegerim Efrînê.

Di radyoya Gelê Kurdistanê de bernameya Rojavayê li ser Mam Celal hevpeyvînek bi nûnerê MSDê ê Herêma Kurdistanê re encam da.
Di roja çarşemê 13-10-2021`an di bernameya Rojavayê de ku Dengê Gelê Kurdistanê diweşîne, derbarê rola rewanşadê gelê kurd serok Mam Celal de gotûbêjek li gel endamê politburoya Partiya Demokrata Kurdê Sûriye û nûnerê Encûmena Sûriye Demokratîk li Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwîş hat pêşxistin.
Derwîş di dirêjahiya hevpeyvîna xwe ji DGKê re aşkire kir k u serok Mam Celal kesayetiyekî mezin û jîr û jêhat û xwedî roleke gelek girîng û mezin bû ye.
Rewanşad serok Mam Celal ji bo Rojavayê Kurdistanê xwedî proje û roleke pir çalak bû ku di damezrandina yekemîn partiya Kurdî de, rola wî li ber çavan bû.
Her weha di heman bernemaeyê de, nerîna rewşenbîrê Rojavayê Kurdistanê mamoste Selahê Musê ji navçeya Şêrawayê a Efrînê jî hat wergirtin ku yek ji kesên nizîkî Mam Celal li Almanyayê bi riya dengşandinê ku li ser kesayetiya serok Mam Celal û rola wî di tevgera rizgarîxweza Kurd û Kurdistanê de nerîna xwe bi azadî anî ser ziman.
Salihê Mûsê dibêje serok Mam Celal wek dermana hemû kil û êşên gelê kurd bû ye û endazyarê çareserkirina kêşeyan bû ye.
Di dirêjahiya axiftina xwe de, Mûsê dibêje ku kesayetiyên mîna serok Mam Celal gelek kêm derdikevin hole û ew ji bo Kurdistan û ji bo Êraqê û navçeyê xwedî rolaeke gelek bihêz û dewlemendbû.
Di heman mijarê de, ji bo PUKMADIA`yê jî jibo nêzîkbûna salvegera koça dawî ya serokê Mam Celal Salihê Mûsê wiha got
Kurdistanek Serbixwe û Azad xewn û xeyala Mam Celal bû
Rewşenbîrê Rojavayê Kurdistanê yê dêrîn Selahê Mûsê ku yekeke ji dostê dêrîn yê nêzîkî serok Mam Celal e û gelek caran di civîn û mîvandariyên cuda cuda bi serok Mam Celal re bû ye, bi gotarekê xwest ew jî bi riya PUKMEDIA`yê beşdarî pêncemîn salvegera koça dawî ya serok Mam Celal bibe û bi vê rengî li xwerê nerînên xwe tîne sernivîs.

Ev naveroka gotara rêzdar Selahê Mûsê ye:

Ez vegerî dibêjim, gelê Kurd bextewar bû xwedî şansek mezin bû, ku kesayetiyek wek Mam Celal di demek dijwar de ji nav derket, xwendevanekî jîr,  rewşembîrekî zana,siyasetmedarekî liberal  xwedî fikir û ramanê nûjen li dijî fewedal û Ol perestî bi xortî rewestiya, ku kevneşopî û nezanî ji nav  çivaka Kurd rake  ji ber wê yekê Mam Celal piştî li hevhatina Cezayêrê di sala 1975 de nav bera Şahê Iranê Riza Pahlawî û rêjima Îraqê
 Mam Celal yek ser li gel hevalên xwe Newşîrwan Mustafa û Omer Şêxmûs û Dr. Kemal Fuad û Dr. Fuad Masûm û Ebdulrezaq Feylî û Adil Murad...  dest bi damezrandina YNKê kir, ku şoreşa gelî Kurd zindiye berdewame.
Mam Celal pêşengê Siyaseta Kurd ya modêrn bû piştî şerê cîhanê yê duyemîn dema şerê sar di nav bera herdu Blokan de , Nato Rojava û Warso Rojhilat, ne asan bû ji Kurd re li gel kîjan Blokî raweste. Mam bi hûnera xwe di nav şert û mercên zor û zehmt  de li gel herdu  hêlan herdu Bilokan Pêwendiyên baş çêkir û bi salan  ber dewam kir .
Mam Celal mîrê diplomasiyê Rojhilata navîn bû teybetmendiya wî dikanî zu dostanî li gel Rewşenbîr û Siyasetmedara dîne, ji ber wê yekê Mam Celal gelek serokên dewletan yên xwedî biryar li serenserî cîhanê dinasîn û ji wan Alikarî ji bo gelê Kurd dixwast,ku kurd wek Milet bibe xwedî maf wek netew li ser axa Kurdistanê.
Pêwendiyên Mam Celal li gel dewletên Rojhilata navîn  wek Êranê, Sûriyê û Lîbya bi teybetî li gel Serokê Lîbya yê Muamer Alqezafî  gelekî baş bû .
Tiştê herî balkêş di siyaseta Mam Celal de bawerî bi Turküt Özel re Serokê Komara Turkiyê  çêkir, ku kêşa gelê Kurd rewaye pêwîste bi riya dialogê bi Aştî bê çareserkirin ,Mam Celal rengê Federalizmê nav bera Turkiyê û herêma Kurdistanê pêşkeşî birêz Özel kir, lê mixabin Serok Özel bi destê dewleta Kûrr li Tirkiyê hate Kûştin.
Mam Celal xwedî siyaseta rojane bû li gorî demê, Mam ji siyaseta Klassik heznedikir digot her tişt tê guhertin pêwîste siyaset jî em jî siyaseta xwe gorî cîh û demê bi rê de bibin.
Mam Celal xwe wek şêwermend ji bo partiyên beşên Kurdistanê didît, ne YNKê û ne jî Mam Celal ti carna bi karê destwerdanê Partiyên Beşên Kurdistanê çi li Rojhilat çi li Bakûr û çi li Rojava nekirin, ji ber wê yekê pêwendî li gel Şehîd Abdullrehman Qasimlo, birêz Öcelan, Kemal Burkayî û rehmetî Hemîd Haj Derwêş baş bûn.
 Erê cîhê Mam Celal Beheşt be, ew ê her tim di bîra me de be,
Kurdistanek Serbixwe û Azad xewn û xeyala wî bû, dema Mam Celal   hunermend Şivan Perwer didît jê ev Kilama dixwast
(Kurdistan kurdistan bexçê Gulan ,derdê dilan, tu iro mayî li bin destan ) .  
Biradostê Mîtanî. Piştgiriya nemir Mam Celal Telebanî bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê. Ji ber ku nemir Mam Celal kesayetek Kurdistanî bû ,ew xwediyê rolek niştimanperwerî bû. Weke çawa bi wê rolê li ser asta Kurdistanê radibû ,wî dosteliyên xwe bi şêweyekî mezin û balkêş di nava tevgera siyasî û civakî de li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de jî hiştine. Ji nîşanên wê yekê ew bû ku avakirina tevgera netewî Kurdî li Sûrî ,dema di destpêka xwe de ew tevger diyar dike ku Mam Celal Telebanî bi xwertî piştgir bû jê re ,nexasim ew xwedî rolek gewre bû di avakirina partiya yekem de û di damezrandina binyadê jê re.

Dema Mam Celal li Şamê bû di salên şêstan de ,ew nûnerê Elpartî bû,wî têkiliyên siyasî bi hemû aliyan re vedikirin ,li ser asta Kurdî û Sûrî dixebitî û hevdîtin bi kesayetên Kurd û Sûrî re pêk tanîn ,ji aliyekî ve ji bo avakirina partiyek siyasî taybet bi doza Kurdên Sûrî û bi giştî ji bo naskirina doza kurdî bi kesayetên Sûrî û parastina mafên Kurdî di Sûrî de. Nemir M. Evdilhemîdê Hacî Derwêş ,serokê Partiya Demuqratî Pêşverû Kurdî li sûrî wê yekê piştrast dike û di derbarê wilo de dibêje : Mam Celal piştgriya me kir di avakirina partiya Kurdên demuqratên Sûrî de ,dema ew li Sûrî bû û ji stemkariya rêjîma Iraqê ya padîşahî1956z koçî vir bûbû. Mam ji pabendiya wî ya kesayetî bi siyaseta netewî ve û baweriyên wî yên xwert bi pêwîstiya rizgarkirina gelê Kurd û gihandina wî bo azadiya wî ,her tim û her kêlî di wê çandê de jiyan dikir ,lewra xemxwarê xwertkirina hêza netewî bû ji bo pêkanîna encamên herî serkeftî. Lewra dema ew li Rojava û Sûrî bû li yekrêziya mala Kurdî diranimî û rêxistin û kesayetên Kurdî digihandin hev û li hev kom dikirin û dibû alîkar bi siyasetmedarên Kurdên Rojava re ku li Sûrî ew bi ser bikevin .Lewra Mam Celal Rola xwe leyzand di qayilkirina komela Ciwanên Kurd 1957z ku tevlî partî Demuqratî Kurdî li Sûrî de bibe , ya ku nemir M. Evdilhemîdê Hacî Derwêş û hevalên xwe avakirî û ew Komele tevlî wan bû. Ji bo pênasiya doza gelê Kurd li Sûrî ji siyasetmedarên Sûrî re .Mam Celal bi kesayetên ji payeyên siyasî bilind re diciviya ,yên ku xwedî bandor bûn di Sûrî de.Lewra nemir Mam Celal bi Mîşêl Efleq re (Serkirdeyê bilind di partiya Be'es de) civiya û wilo bi Evdilhemîd Serac re jî ( Serokê nivîsgiha diwem li Sûrî)û wilo bi Ekrem Horanî re (Serokê Perlementoya Sûrî)jî hevdîtin dikirin. Nemir Mam Celal dibêje 1957z dema ez û M. Kemal Fû'ad û M. Evdilrehman Zibêhî û helbestvan Hejar Mokiriyanî li Sûrî bûn em bi M.Sedîq Şenşel (Sekerterê Partiya Be'es) û pê re M. Fû'ad Elrukabî( Cîgirê serokê Partiya istiqlal) re civiyan. Ji ber ku têkiliyê Mam Celal li ser asta navdewletî jî berfereh dibûn ,pêwendiyên wî yên diblomasî bi rêjîma misrê re hebûn ,lewra dema wî efserê misrî yê nêzîk ji serokê Misrê Cemal Evdilnasir nas dikir 1957z yê bi navê Kemaledîn Rif'et wî jê xwest ku beşek Kurdî di êzga Misrî de veke û ew bi ser ket û di wî beşî de di kêleka weşanvanên Kurdên ji Kurdistanê hijmarek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê ,mîna Şêx Ednan Heqî ,M.Evdilwehabê Melê û M.Asimê Hisên hebûn. Ji xwe em zanin ku piştre ta bi serdana M Celal ji serokê Misrê Cemal Evdilasir re jî çêbû. Mam Celal dibêje : Dema ku Konfiransekî bo gelan li Yonanê li dar ket me xanima Kurd Rewşen Bedirxan ji Kurdên Sûrî ,rêkire wî kongirî weke nûnera gelê Kurd . Mam Celal ji bo çalakkirina siyaseta Kurdî digiha kesayetên Kurd li sûrî ku tevlî xebata siyasî Kurdî bibin û bibin endamên partiya demuqratî Kurdî li Sûrî, di destpêka avakirina wê de, ji bo ew partî xwert bibe û di wî layî de siyasetmedarên Kurd li hev kom dikirin û xebata wan di xizmeta netewa wan de xwert dikir. Bi taybet di wî babetî de digiha Kurdên ku di partiyên nenetewî Kurdî de, yên bi bîrdoziyên dûr ji Kurdayetiyê ,ji bo wan ji bin bandora partiyên ku xebata wan ji doza Kurdî re ne êkser e ,wan ji wir derxe û bîne xebata êkser ,li ser rêbaza netewî Kurdî. Mam Celal her dima piştgir ji Kurdên Sûrî re . Lewra sala 1961z dema ku rêjîma Komara Erebî ya yekgirtî 1958-1961 Stemkarî li tevgera siyasî ya Kurdên Sûrî dikir, gelek ji wan ji Sûrî koçber bûn û xwe li Başûr û Iraqê digirtin . Li bexdayê yên mîna nemir M.Evdilhemîdê Hacî Derwêş û hevriyên wî , xwe li mala Mam Cela a li Bexdayê digirtin. Di wî babetî de Mam Celal û sekerterê partî demuqratî Kurdistanî nemir M.Birahîm Ehmed û sekirdeyên wê partiyê şandek avakirin û serdana balyozxanên dewletan li Bexdayê kirin, ji bo fişarê li rêjìma Komara Erebî ya Yekgirtî bikin û siyasetmedarên Kurd ji zinadên wê li Sûrî azad berdin.  Ji nîşanên ku Mam Celal têkildariya xwezayî di navbera tevgera Kurdî di Rojava û Başûr bi bawerî didît 3-6-1963z wî nameyek ji M. Evdilhemîdê Hacî Derweş re rêkir ku bi rolekê rabin di çareseriya alozînin siyasî de li Başûr. 1993z bi serokê Sûrî Hsfiz Esed re civiya û bi dostaniya bi hev re hatibûn nas kirin û her car wî jê re behsa mafên gelê Kurdî kiriye ,ta radeyekê ku diçû mala malbata wî li Qerdaha Laziqiyê û hingî bawerî dabûnê wê malbatê ,jê re gelek rastî divekirin ta asta ku Cemîl Esed jê re bêje malbata me Kurd e û ji Kurdên Kakayî ye û koka me ji herêma Silêmaniyê ye . Mam Celal di siyaseta xwe ya piştgirî bo doza Kurd li sûr de berdewam bû û dema nakûkî ketin di nav tevgera wê de û parçebûn çêbû , pêwendî bi gelekan ji wan re dikirin ji bo wan li hev vegerîne. Di Behara 1999z de bi M.Evdilhemîdê Hacî Derwêş re civiya. Gelek caran serdana Rojava û sûrî kiriye û bi tevgera Kurd a siyasî re civiya ye. Ta demên berya koç jî bibe ew dihate Şamê û Qamişlo jî. Cawîdan Mam Celal bi Ronakbîrê Kurd Evdele Ocelan serokê partiya PKK re jî li Sûriyê û deverine din jî diciviya ji bo çareseriya doza kurdî li Kurdistanê û bi taybet li Sûriyê. 17-3-2004 li ser serhildana Qamişlo got : Ji mafê gelê Kurd e bigihe mafê xwe û çarenûsa xwe di serxwebûnê de diyar bike û bi dest bixe û gelek caran ji Rêjîmê dixwest ku wê serhildana Qamişlo bi şêweyê siyasî û aştî çareser bike 18-3-2004 di komcivîna rêwrismên guftûgoya Kurdî - Erebî de ,li Hewlêrê rabû ser xwe û gotarek xwert û gerim ,li ser bingeheke mirovahî û siyasî li pêşiya serkirdeyên Ereb û kurd ên serbixwe û berpirsên di Başûrê Kurdistanê û iraqê de ,dema rewşa siyasî di wan guhertinan de bû li Sûrî û Êraqê ,ew li ser pêkhevjiyana gelan li her du welatan û têkiliyên wê bi qada navdewletî re axivî. Ew hinek ji rola nemir Mam Celal Telebanî bû di aliyê piştgiriya wî ji doza Kurdên Sûriyê re , lê bi giştî Mam Celal Kesayetekî bi welatekî bû. Ew Kilîta ewlehiyê bû, siyasetmedarê serdemê bû. Mêrxasê siyasetê bû. Leystikvanê siyasî û diblomasiyê yê afrêner bû. Xwediyê hebûneke çalak a bi xwertî cihê xwe dadigirt. Karîzmeyek netewî Kurdî û Cîhanî bû. Bi koçbûna wî xisarek mezin giha me gelên Kurd û wilo giha mirovahiyê ji ber ku ew her tim xwediyê roleke sereke bû bi çareseriya siyasî ji pirsgirêkên rewşa me ya Kurdî, Kurdistanî û Herêmî re. Tu caran ên mîna Mam Celal ê bi rola xwe ya erênî û qencî dosteliya xwe li jiyana gelê Kurd û mirovahiyê hiştî nayê ji bîr kirin û namire û cihê wî Behişta rengîn be
Jêder: 1-Şepêlên Siyasî li Kurdistana Iraqê.- Selah xirsan. 2- Ronînin li ser tevgera Kurdî li Sûrî-Nemir M.Evdilhemîdê Hacî Derwêş. 3-Dema min Evdele Ocelan qayil kir ku girafêtê deyne. M .Kamîran Qeredaxî. 4- Malpera Partî Demuqratî Pêşverû Kurdî li Sûriyê. 5- Reşnvîsên min ên bi navê : Bûyerin ji rewşa Kurd û Kurdistanê.
Nerîna ronakbîr û hevalê dêrîn ê serok Mam Celal Mihemed Xelîl jî ev e:
Apê Mihemed Xelîl çîroka xwe û ya serok Mam Celal ji PUKmedia`yê re heweldide û dibêje Mam Celal kesayetiyekî cuda û serxwe bû û dûr li berwejendî û kînê bû, ew xwediyê gotinû soza xwe bû û dûr bû li kîn û riqê û lêborînvan bû.
Foza Yusif: Em bi hêvî ne ku YNKê li ser rêbaza Mam Celal dirêjpêder be
Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif di peyameke xwe ya ji bo serxweşiya koça dawî ya serok Mam Celal de wiha got;" Em xemgînin bi nûçeya koça dawî ya serok Mam Celal û em di wê baweriyê de ne ku YNK`ê ew hêza xwe ya meşa li ser rêbaza welatparêziyê ku Mam Celal dest pê kiribû, wê heye û wê dewam bike."
Peyama Hevseroka PYD`ê Ayşe Hiso jibo koça dawî ya Serok Mam Celal ku piştî koça dawî nîgeraniya xwe anî ser ziman û aşkire kir ku gelê kurd bi koça dawî ya serok Mam Celal kesayetiyeke mezin û parêzvanê dozê winda kir û di dirêjahiya peyama xwe de Ayşe Hiso wiha derbarê koça dawî ya serok Mam Celal de dibêje: "Me kesayetiyeke ku piraniya jiyana xwe da tekoşîna doza Kurd û nîştiman peweriyê, winda kir."
Sed silav li giyanê te ey mîrê dîplomasiya kurdî
Di 3 / 10 / 2017an de gelê kurd û Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê xebatkar û serkirdiyekî mezin oxirkirin ew jî (Mam Celal Talebanî) ye sekreterê giştî yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan û serokê komara Iraqa federal û cîgirê serokê rêxistina sosyalîsta navdewletî.
Heval Mam Celal hevalekî xebatkar , cefakêş û Hişmend bû , pêşmerge û siyasetmedarekî  navdar bû di nav gel û tevgerên Rojhilata Navîn de , Herwiha ew serkirdeyekî çalak û bîrbir bû di çareserkirina pirsgirêk û qeyranên rêzanî de.
Ew diplomatkarekî payebilind bû lewre wî karî bû kûrtirîn peywendiyên diplomasî li ser astên kurdistanî , herêmî û navdewletî peyda bike û ma pabend di bîr û baweriyên xwe de di azadî , demoqratî  , zanistî , mafê mirov û mafî çarenûs ji gelê kurd re.
peywendiyên me bi Mam Celal re vedigere salên pêncî , û di çardehê Cehzerana sala (1957)an de ew bi rolekî girîng rabû di damezrandina partiya me de û van peywendiyên di navber herdu partiyên me de berdewam kirin li ser taybetmendiya doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê û di peydakirina hevrêzî û piştgiriya tevgera Rizgarîxwaza Kurdî li her Çar parçeyên Kurdistanê.
Bi vê babeta xemgîn ez serê hemû gelê kurd , xebatkar û hevalên xwe di serkirdayetiya (Partiya Pêşverû) de sax dikim , Herwiha ez serê tevgera kurdistanî bi seranser û serê  hemû heval , kadir , pêşmerge û xebatkarên (Yekîtî Niştimanî Kurdistan) sax dikin û dibêjim : Ber bi xebateke zêdetiir ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî ji bo pêkanîna xewn û hêvî û armancên ku heval Mam Celal ji ber ve kar dikir û bi taybetî çespandina mafên çarenûs ji gelê kurd re.
Heval Mam Celal tu namirî tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî
Heleb / 2 / 10 / 2022
Hişmend Ebdilmenan Şêxo
Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
PUKMEDIA-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket