Serok Bafil; Armancgirtin û xwînrijtina xelkê me ji bîr nabe

Kurdistan 07:08 PM - 2022-09-28
serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî

serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî

Peyama serok Bafil Celal Talebanî li ser bombebarankirina navçeyên Herêma Kurdistanê hat weşandin.

Naveroka peyama serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serok Bafil Celal Talebanî li ser êriş û bombebarankirina navçeyên Herêma Kurdistanê û helwesta serok derbarê bi armancgirtina xelkên me yên sivîl ên li Herêma Kurdistanê û xwînrijtina wan ku wê ji bîr nebe û ev yek metirsiyeke mezine li ser aramiya Herêma Kurdistan û Êraqê ye.

Peyama Serok;
Em bi nîgeranîyeke pir li bombebarankirina îro ya Komara Îslamî ya Êranê dinêrin û çendîn şehîd û birîndar jî ketine û bi dehan malbat jî awere û koçber bûne. Ev pêşhatêkî metirsiye û metirsî li ser kûrbûna Herêma Kurdistanê jî li xwe girtiye û em daxwaza rawestandinê dikin.

Ti pasawêk ji bo vê sînorderbaskirinê nîne û metirsiyeke mezin li ser aramiya Herêma Kurdistanê û Êraqê saz dike. Em daxwazkarin ku axa Herêma Kurdistanê ji bo bi alîkairina kêşeyên siyasî û serbazî neye bikaranîn û welatiyan nekin bi qurbaniya milmilaniyan. Daxwazkarin ku hemû aliyek xwerabigrin û bi gotûbêjan kêşeyên xwe çareser bikin.

Ji hikûmeta Êraqê daxwaza dikin ku erk û berpirsyartiya xwe ya parastina axa Êraqê û Herêma Kurdistanê cih bi cih bike. Serweriya welat biparêze û rêgiriyê li binpêkirin û çend barebona hêrişan bike.

Pirse û hevxemiya xwe ya kûr arasteya malbatên şehîdan dikim û hêviya cansaxî û başbûna tenduristiyê ji birîndaran re dixwaz im. Wek erkeekî netewî û nîştimanî me, hemû damezrawên me ên peywendîdar erkên xwe li hemberî wan hemûyan de bin û bi dilsozî xizmeta wan bikin.
Di dawiyê de jî, ez dixwazim hemû aliyan dilniya bikim ku bi armancgirtina welatiyên Herêma Kurdistanê û têkdana seqamgîrîya axa me, wê kok ji bîr nebe û xwînrijtina xwîna xelkên me jî wê ji bîra me neçe.
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
28-9-2022

PUKMEDIA-Taybet

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket