Mar û Nêrdewanê

Kurdistan 01:29 PM - 2022-09-26

Piştî hewlên mezin ji aliyê asayîşê ve û bi piştevaniya welatiyan û rojnamevanan, me tawanbarê bi tawana kuştin û tundiya li dijî jinê girt, lê bi biryara dadgehê em vegeriyan xala sifirê.

Cigirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî ragihand ku min bi wezaretên pêwendîdar û rêxistinên hikûmî û nehikûmî re hevdîtin kir ji bo gotûbêjkirina zêdebûna tundiya li dijî jinan di nav malbatê de û kuştina wan (ji aliyê zilamên ku bawer dikin namûsa wan hatiye binpêkirin, lê bi xwe ne xwediyê namûsê ne). Her kesên ku ez pê re rûniştin tiştên baş gotin û hemûyam li ser vê yekê li hev kirin ku  ev diyarde tenê bi axaftinê ji holê nayê rakirin.
Qubad Talebanî got ku ew aciz bû bi nûçeya serbestberdana tawanbarekî bi kuştina du keçên xwe"ji ber sedemên ne diyar û kêmbûna delîlan" hatiye tawanbar kirin. Wî meraq kir ku girîngiya peyama vê nûçeyê ji bo "xapekarên ku jinan dikujin" çi ye? Û di heman demê de bersiva nameyê da û got: Ger tu keça xwe bikujî, nebêje ez bûm bêje kurê min ê biçûk bû, hûn ê azad bibin. Heta wê demê we kurê xwe dûrî asayîş û saziyên dewletê şandibê cihekî ewle.
Talebanî her wiha got: "mixabin ku hin dadwerên me hene hîn jî dilgiran in ku bi dozên tundiya li dijî jinan re mijûl bibin. Ez dibêjim: Roj wê were ew zilamê xapînok ku keça we kuştiye derkeve.

Derbarê kujeran de got: Ez bawer im ku wek bavekî ku jê re tê gotin, her şev gava ku tu diçî razî û ji wan kesên ku te teşwîqî kuştin û rezîliyek weha bike dûrdikevî, tu yê rojên ku te keçên xwe hambûz dikir û kanê li ser rûya wan bi bîr bînî ku di wê demê de dunya hemû yê te bû, ez bawer im ku tişta herî dawî tê bîra te rûyên bi xwîn yên zarokên te ne ku ji ber şermê li ser xwe û kurê xwe  kuştiye. Ez dizanim ku tu ê bi tenê bimînin, wijdanê te wê wiha bibêje; Tu ne mêrxazî, ne mêrxazî, te rûmata malbatê xwe ne parast, û ne namûsa malbata xwe parastiye (ji ber ku jixwe tu ne xwedî namûsî). Ez di wê bawerê da me ku tu xwe dibînî wek ku çawa Xwedê te dibîne, wek kujer, sûcdar û mirovekî bê namûs.
Ev şer mîna lîstika mar û mêrdewanê ye. Gava ku hûn difikirin ku we çend gav bi pêşde avêtine mar dê we vegerîne. Lê divê hûn zanibin ku em ê dîsan herin ser wê mêrdewanê. Em ê nehêlin kujer bi azadî werin û biçin û em ê ti carî nahêlin ku xelk vê şermê ji bîr bikin , ezê lê pê te bim û Xwedê şahîdeli ser gotina min.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê helwesta Talebanî ya li dijî tundiya li ser jinê bilind nirxand

 
Yekîtiya Jinên Kurdistanê helwestên Cîgirê Serokhikûmetê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di parastina pirsgirêkên jinan û rûbirûbûna destdirêjkerên jinan de bilind nirxand.

Duh Talebanî soza şopandina kujer û destdirêjkerên jinan da û got: Bi tenê jî bimînim ez ê li pey we bim.

Sendîkayê di daxuyaniya xwe de got ku ev cara yekem e ku berpirsekî payebilind ê hikûmetê ji bo piştgirîkirina pirsgirêkên jinan û kêmkirina tundiyê gavên wiha dîrokî û wêrek avêtiye û bi awayekî eşkere dibêje, “Her ez bi tenê xwe jî bimînim ez ê van bûyeran bişopînim, û ez rê nadim ku ew bên paşguh kirin an jî bi tu awayî şopandinên dadwerî yên dadmend negirin.” Her çend ev rewş ji birêz Qubad Talebanî re ne xerîb e, lê ew dirêjkirina nêzîkatiya Serok Mam Celal e ku hertim pêşeng û piştgirê jinan û parêzvana rast a pêşdebirina dozên jinan bû.

Her wiha got, "Di Yekîtiya Jinên Kurdistanê de em helwesta wêrek, berpirsyar û berpirsyarane ya birêz Qubad Talebanî dinirxînin. Ev çend salin em wek jin radigihînin: Na ji reva kujerên jinan re, na ji nebûna ceza re li hember kesên bi tundiya li ser jinan tên sûcdarkirin."

Daxuyaniya Yekîtiya Jinên Kurdistanê wiha dewam kir: "Em bi vê boneyê bang dikin ku ev pêngav wek neşxerêya xebata dadgehê were wergirtin hemû saziyên fermî û nefermî têde beşdar bin û li ser wê bimeşin. Careke din spas û ber bi serkeftinê ve ji bo avakirina welatekî ewle dûr ji tundiyê.

Amara kuştin û xweşewitandin, xwekuştina jinan di heyama 6 mehan de di 2022

Hewlêr: 9 xwekuştin , 7 kuştin, 10 xweşewtandin

Silêmanî:7 xwekuştin, 4 kuştin , 6 xweşewtandin

Duhok: 8 xwekuştin, 7 kuştin, 10 xweşewtandin

Germiyan: 4 xwekuştin. 0 kuştin, 3 xweşewtandin

Soran:0 xwekuştin, 1 kuştin, 0 xweşewtandin

Raperîn:3 xwekuştin, 3 kuştin ,0 xweşewtandin

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket