Serokkomarê: Kerîm Ehmed ji prensîbên xwe re dilsoz bû

Pirsename 01:16 PM - 2022-07-14

Duh pêncşembiyê Serokkomarê Dr. Berhem Salih ji ber mirina sekreterê berê yê partiya Komunîst ya Kurdistanê têkoşer Kerîm Ehmed ,peyama sersaxiyê arasteyê malbatê kir.

Di peyama sersaxiyê de wiha hat gotin:
Bi xemgînî û xemeke mezin agahiya koça dawî ya kesayetiyê naskirî yê siyasî û têkoşer ê Kurdistan û Êraqê, sekreterê berê yê Partiya Komonîst a Kurdistanê Kerîm Ehmed, gihîşt me.
Birêz Kerîm Ehmed yek ji serkirdeyên azadîxwaz ên Êraq û Kurdistanê bû, ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadî û bextewariya gel, weke têkoşerekî, bi temenê dirêj, ji bo dadmendî û azadiya civakî, dilsozê wî bû. prensîbên di hemû qonaxên cuda de, modeleke xweşik a têkoşînê ye.
Bi vê boneya bi êş, sersaxiyê ji malbata wî ya têkoşer, hemû endamên Partiya Komunîsta Kurdistanê re dixwazim û ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku bi dilovaniya xwe şad bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket