Lubnan: Penaberekî kurd hat kuştin

Kurdistan 05:38 PM - 2022-07-05

Li Lubnanê, penaberekî kurd ê Efrînê, ji ber lêdana otombîlê, jiyan ji dest da.

Di wê barê de, Luqman Xelîl Hesen birayê kesê ku jiyana xwe ji dest dayî ji PUKmedia`yê re ragihand: Duh ber hêvarê li Lubnanê, di dema vegera xwe ji kar, penaberê kurd ê Efrînî Mihemed Xelîl Hesen ku naskirî bû bi Hecî Xelîl, rastî otombîlekê tê, di encamê de, jiyana xwe ji dest dide.

Her di ehman mijarê de, endama desteya kargêrî ya Encûmena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye Roşîn Sîdo ji PUKmedia`yê re ragihand: ku ev buyer ne ya yekeme an jî dawî ye, gelek buyerên wiha bi derheqê kurdên Rojavayê Kurdistanê hatine û ti berpirsyartî ji aliyê hikûmeta Lubnanê ve li ser wan naye kirin û ew ji kîsî xwe diçin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket