Termê 3 koçberên kurd gihîştin Herêmê

Kurdistan 06:26 PM - 2022-07-02

 Termê 3 koçberên kurd ku li deryaya naverast li Yonanê jiyan jidest dabûn gihîştin Herêma Kurdistanê.

Di wê barê de, Dezgeha Lûtke ya karûbarên penaberan di belavokeke xwew de wiha got: Îro roja şemiyê 2-7-2022`an 3 termên penaberên kurd ku di ava girava Sentorînî ya Yonanê de jiyan jidest dabûn gihîştin Herêma Kurdistanê.

Dezgeha Lûtkeyê aşkire kir ku îro termên 3 koçberan hatin Herêma Kurdistanê û 2 ji wan terman ê zarokan e ku yek 6 salî û ê din jî 9 salî ye.
Aşkire kir ku ew term ku li girava Santorînî yê Yonanê de hatibûn dîtin û ên din jî ku di 21-12-20221`an de jiyan ji dest dabûn, wê hemûyan vegerînin Herêma Kurdistanê.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket