Di Roja Cîhanî ya Penaberan de mafê her kesî bi ewlehiyê heye
Cîhan 01:28 PM - 2022-06-20
Di 20ê Hezîranê de her sal, cîhan Roja Cîhanî ya Penaberan pîroz dike. Di çalakiyên îsal de mijara mafê lêgerîna ewlehiyê ye.
Li seranserê cîhanê mafê her kesî heye ku li ewlehiyê bigerin - ferq nake ew ji ku derê hatine û kengê neçarî revînê bûne.
Roja Cîhanî ya Penaberan çi ye?
Roja Cîhanî ya Penaberan rojeke cîhanî ye ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve bo rêzgirtin ji penaberên li seranserê cîhanê hatiye destnîşankirin û her sal di 20ê Hezîranê de tê pîrozkirin. Ev roj hêz û cesareta mirovên ku neçar in ji malên xwe birevin ji bo ku ji pevçûn û çewisandinê birevin eşkere dike. Ev roj di heman demê de derfetek e ji bo komkirina hevxemiyê û têgihiştinê ji bo rewşa wan a dijwar û naskirina biryardariya wan ji nû ve avakirina jiyana xwe.
Roja Cîhanî ya Penaberan 2022
Her kes: Kî be bila bibe, divê kesên ku bi darê zorê reviyane rêz lê werin girtin Mafê her kesî heye ku li parastinê bigere, bêy ku nasname û baweriya wan çine, Ew mijarek bê danûstandin e, ji ber ku ew mafek mirovî ye ku li ewlehiyê bigerin. Penaber ji seranserê cîhanê tên, û ji bo ku zirarê nebînin, dikarin li balafiran, qeyikan siwar bibin, an jî bi meşê derkevin, lê mafê wan ê lêgerîna ewlehiyê sabit dimîne.
Divê sînor ji hemî kesên ku neçar in birevin vekirî bimînin. Kêmkirina gihîştinê û girtina sînoran dibe ku xetereyên rêwîtiya ku ji hêla kesên ku li ewlehiyê digerin zêde bike.
Nabe ku ew kesên ku reviyane bi darê zorê vegerînin ,ku li wir metirsî li ser azadî û jiyana wan heye , Divê hemû daxwazên penaberiyê bi awayekî dadperwerî bên nirxandin, bêyî ku guh bidin faktorên din ên wekî nijad, ol, zayend û welatê jêderê.
Roja Cîhanî ya Penaberan ronahiyek li ser maf, hewcedarî û xewnên penaberan radike, û alîkariya komkirina îrade û çavkaniyên siyasî dike da ku penaber biserkevin, ne tenê bijîn. girîng e ku her roj jiyana penaberan were parastin û baştirkirin, bûyerên navneteweyî yên wekî Roja Cîhanî ya Penaberan dibe alîkar ku bala cîhanê bikişîne ser rewşa wan kesên ku ji ber pevçûn û çewsandinê direvin, digel ku gelek çalakî di Roja Cîhanî ya Penaberan de derfetan ji bo piştgirîkirina penaberan peyda dikin.
PUKmedia/UN
hewal ziyatr
-
Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
05:27 PM - 2024-05-13 -
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:35 AM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12 -
Xanima Yekem: Desteserkirina mafên her welatiyekî dijberî xwezaya civakê ye
11:48 AM - 2024-05-11
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
02:10 PM - 2024-05-13
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
02:00 PM - 2024-05-13
Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
01:51 PM - 2024-05-12
Serok Bafil: di rêvebirina welat de bi hevkariyeke rasteqînî bawer in
06:33 PM - 2024-05-11
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
Kurdistan 02:10 PM - 2024-05-13 -
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
Kurdistan 02:00 PM - 2024-05-13 -
Hêzên Asayîşê li Silêmaniyê ' Dûpişk' girtin
Kurdistan 05:11 PM - 2024-05-13 -
Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
Kurdistan 05:27 PM - 2024-05-13