Biden li Erebistana Siûdî bi berpirsên Êraqî û Xelîcî re hevdîtin dike
Cîhan 12:56 PM - 2022-06-15
Serokê Amerîka Joe Biden biryar e di meha bê de serdana Rojhilata Navîn bike, di nav de Îsraîl, Difê Rojava û Erebistana Siûdî, di heman demê de dê li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê bi berpirsên Êraqî, Xelîc û Misrê re bicive.
Û Sky News Arabia li ser zarê çavkaniyên Amerîkî ragihand ku gera Biden dê ji sêzdehê heta şazdê tîrmeha bê berdewam bike.
Li gorî NBC, Biden dê di 15-16 Tîrmehê de serdana Erebistana Siûdî bike û Qesra Spî jî plan dike ku vê serdanê vê hefteyê ragihîne.
Roja yekê ya serdanê dê ji bo hevdîtinên dualî ligel mîr Mihemed Bin Selman be û di roja duyemîn de jî tê çaverêkirin ku Biden bi Encûmena Hevkariya Xelîc re ku serkirdeyên welatên xelîc di nav de ne, bicive.
Ji aliyê xwe ve, Dîwana Şaha Siûdiyê ragihand, ku Biden li ser vexwendina şahê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz, dê rojên 15 û 16ê Tîrmehê serdana Erebistana Siûdiyê bike.
Kanala El-Erebiye ji zarê Berdevka Koşka Spî Karen Jean-Pierre ragihand ku Biden dê li Cidde bi Selman re bicive û mijarên girîng ên navçeyî û navneteweyî gotûbêj bikin û amaje bi wê yekê jî kir ku ji bilî beşdarbûna wî di Lûtkeya Hevkariya Kendavê de, Biden dê bi rayedarên Urdun, Misir û Êraqê re bicive.
PUKmedia /Ajansan
hewal ziyatr
-
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:35 AM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12 -
Xanima Yekem: Desteserkirina mafên her welatiyekî dijberî xwezaya civakê ye
11:48 AM - 2024-05-11 -
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
02:10 PM - 2024-05-13
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
02:00 PM - 2024-05-13
Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
01:51 PM - 2024-05-12
Serok Bafil: di rêvebirina welat de bi hevkariyeke rasteqînî bawer in
06:33 PM - 2024-05-11
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
Kurdistan 02:10 PM - 2024-05-13 -
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
Kurdistan 02:00 PM - 2024-05-13 -
Hêzên Asayîşê li Silêmaniyê ' Dûpişk' girtin
Kurdistan 05:11 PM - 2024-05-13