Arjantînê balefira rêwiyan a Êranê desteser kir

Cîhan 12:17 PM - 2022-06-12

Îro Yekşemê medyayên Êranê belav kirin ku hikûmeta Arjantînê dest daniye ser firokeyeke Boeing 747 ya kompaniya “Mahan Air” a Êranî û li firokexaneya Buenos Aires bi kirê daye kompaniyeke asmanî ya dewleta Venezuelayê.

Raporên ku ji aliyê televîzyona dewletê û Ajansa Nûçeyan a Xwendekaran a nîvfermî ve hatin weşandin, bi fermî nehat piştrastkirin.
Têkiliyên Êran û Venezuelayê yên nêzîk hene; Li gorî weşana zindî ya televîzyona fermî ya Êranê, duh Şemiyê, Êran û Venezuelayê plana hevkariyê ya 20 salî îmze kirin.
Li gor nûçeya AFPê, merasima îmzekirina peymanê li Koşka Saadabad a li bakurê Tehranê bi amadebûna Serokomarê Venezuelayê û hevtayê wî yê Êranê hat lidarxistin.
Û di Gulana borî de, şirketeke dewleta Êranê girêbestek bi qasî 110 milyon euro îmze kir ji bo çaksazkirina parzûngeheke petrolê ya Venezuelayê bi şiyana 146,000 bermîlan di rojê de.
Peyman piştî danûstandinên vê dawiyê bi amadebûna Wezîrê Petrolê yê Êranê ku di destpêka meha borî de serdana Venezuelayê kiribû û bi Maduro re hevdîtin kiribû, hat encamdan.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket