Serok Bafil Talebanî: Çûyîna nivîskar Ezîz Gerdî ziyaneke mezin e

Pirsename 01:41 PM - 2022-06-06

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya koça dawî ya nivîskar, akademîsyen û wergêrê mezin ê Kurd Ezîz Gerdî ku îro danê sibê di temenê 74 saliyê de koça dawî kir, peyameke sersaxiyê şand.
Li jêr teksta sersaxiyê:

Mrina nivîskar, akademîsyen û wergêrê navdar ê Kurd Profesor Ezîz Gerdî windahiyeke mezin e ku me gelek xemgîn dike.
Jiyan û serpêhatiya Ezîz derseke girîîng ji hemû kesên ku xizmet dikin û dixwazin navên wan ronek bimînin di dîrokê de, Ew yek ji nivîskaran kêm bû ku li benda tu ravekirin û pesnekê nebû, xem û xemên ziman û çanda neteweya xwe ji dil û can hilgirtibû.
Dema em berê xwe bidin Pirtûkxaneya Kurdî, em pê dihesin ku tu kesî bi qasî Ezîzê pênûseke dewlemend û ronî hilnegirtiye, lewra îro Kurdistan bi xemgînî xatirê xwe jê dixwaze û dîrok bi serbilindî wî bi bîr tîne.
Dilovaniya Xwedê lê be û cihê wî buheşt be

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket