Wezîrê Derve yê Êranê: Dibe ku ez bi hevtayê xwe yê Siûdî re li dewleteke din bicivin

Cîhan 01:06 PM - 2022-05-26

Wezîrê Derve yê Êranê Husên Amir Ebdullahiyan îro Pêncşemê ragihand ku Tehran pêşwazî li vegera normalbûna peywendiyên ligel Erebistana Siûdî dike û ragihand ku dibe ku ew ligel Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî li welatekî sêyem bicive.

Ebdullahiyan di axaftina xwe ya li dîdera Davosê de got: “Eger Erebîstana Siûdî dixwaze vegere têkiliyên xwe yên bi Êranê re, em bi xêrhatina wê yekê dikin.” û wiha pê de çû: “Me di hevdîtinên dawî yên li gel Erebîstana Siûdî de pêşketin bi dest xistiye û em pêşwazî li vegerandina têkiliyên xwe yên bi Êanê re dikin. Têkiliyên wî normal bûn, û wî bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Faysal bin Ferhan re li welatê sêyemîn hevdîtin kir .
Wî bal kişande ser vê yekê ku "Êran û Erebistana Siûdî du welatên mezin û bibandor li navçê ne û Tehranê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Riyad re bi temamî qut nekiriye."
Wî bal kişande ser vê yekê ku "berjewendiyên neteweyî yên Amerîkayê di bin kontrola yahudiyan de ne û me di rêveberiya Joe Biden serokomarê Amerîkayê de tu reftarek ku ji serokomarê berê yê Amerîkayê cuda be, nedît."
Wî di berdewamiya axavtina xwe de got: Yadudî ji ber ku naxwazin di vî warî de lihevkirinek çêbibe derewan li ser karên navokî yên Êranê belav dikin û bal kişand ser vê yekê ku Amerîkî baş dizanin ku ger bixwazin vegerin ser rêketinama navokî çi ji wan tê xwestin. "

PUKmedia/Ajansan



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket