Parastina Rûsyayê: Tevahî kargeha Azovstal hat kontrolkirin

Cîhan 10:55 AM - 2022-05-21

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Sererkan Igor Konaşenkov piştrast kir ku hêzên çekdar ên Rûsyayê hemû navendên "Azovstal" li Mariupolê, ku çekdarên "Azov" a Ukraynayê tê de bûn, bi temamî kontrol kirine.

Konaşenkov wiha got: "cihên veşartî yên projeyê, ku çekdarên (Azov) tê de veşartibûn, ketine bin kontrola hêzên çekdar ên Rûsyayê."
Ji 16ê Gulana îsal ve di operasyonê de 2439 Ukrayniyên ji (Azov) û serbazên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê çekên xwe danîn û xwe radest kirin, û da zanîn ku "koma dawîn ji wan, ku tê texmînkirin 531 çekdar e teslîm bûn."
Wî berdewam kir: "Rêberê bi navê "Azov" yê Naziyan, ji ber xwesteka rûniştvanên Mariupolê ji bo cezakirina wî bi gelek tawanan, bi otomobîleke zirxî ya taybet ji zeviyên kargehê hat derxistin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji temambûna operasyona rizgarkirina kargeh û bajarê Mariupolê bi temamî ji destê çekdarên Ukraynayê agahdar kir.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket