Îro Hikûmeta Fransa tê ragihandin

Cîhan 10:52 AM - 2022-05-20

Koşka Elysee ragihand ku hikûmeta nû ya Fransayê ya bi serokatiya Elizabeth Bourne wê îro piştî nîvro were ragihandin.

Koşka serokatiyê amaje bi wê yekê jî kir, ku piştî çend rojan çaverêkirin, dê îro piştî nîvro hikûmeta nû ya Born were ragihandin û yekem encûmena wezîran a pênc salî dê roja duşema bê lidarxistin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Wezîra Xebatê Elizabeth Borne wek serokwezîr destnîşan kir.
Elizabeth Bourne di 18ê Avrêl, 1961 de li Parîsê ji bavekî rûs-yahodî, yê ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de şer kir, û dayikek Frensî ji dayik bû.
Medyaya Fransî got ku piştî Edith Cresson ji sala 1991 heta 1992 di serdema serokê Sosyalîst Francois Mitterrand de, 30 sal derbas bûn ku jinek careke din di serokatiya hikûmeta Fransayê de were tayînkirin.

PUKmedia / Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket