33 salvegera koça dawî ya hunermend Mihemed Şêxo
Kurdistan 03:27 PM - 2022-03-09
Îro salvegera 33mîn a koça dawî ya hunermendê navdar Mehemed Şêxo ye. Bi şoreşa Rojava re, gotina hunermend tê jiyanîkirin. Navenda Çand û Hunera Mehemed Şêxo, hunera wî zindî û li nifşên nû belav dike.
Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo, di 33’emîn salvegera mirina xwe de tê bibîranîn. Hunermendê ku gelek êş kişand û li gel van êşên xwe êş û kederên welatê xwe, her wiha hesreta xwe ya welatekî azad di stranên xwe de anîn ziman, îro di dilê nifşên nû yên Rojava de zindî dibe. Mihemed Şêxo ku di dilê hemû Kurdan de cihê xwe girtiye, di sala 1948’an de li gundê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo ji dayik bû ye.
Navê wî yê rastî Mihemed Salihê Şêxmûsê Ehmed e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê di sala 1967’an de, ji ber sedemên abûrî û êşa çavên xwe dest ji xwendinê berdide. Şêxo di nava xwîşk û birayên xwe de yê herî mezin bû, lewre bi bavê xwe re, di nava zeviyên pembo û baxçeyan de kar dikir. Di salên xwe yên dibistanê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd nas dike û di bin bandora wan de dimîne. Di sala 1969’an de dest bi dengbêjiyê dike û bi dengbêjan re tevlî şevbihurkan dibe.
Di dawiya sala 1969’an de diçe paytexta Lubnanê Beyrutê û di sala 1972’yan de dibe endamê Hevgirtina Hunermendên Lubnanê. Li vir hunermendên ereb ên wekî Feyrûz, Nesrî Şemsiddîn, Wedîh Elsafî û Asî Rehbanî nas dike. Li Beyrûdê 2 salan dersên muzîkê werdigire û demekê di nava koma muzîkê ya bi nave Serkeft de cîh digire.
Di sala 1972’yan de vedigere Rojavayê Kurdistanê û bi çend hevalên xwe re komek muzîkê ava dike û tevlî şahî û pîrozbahiyên Newrozan dibe. Êdî hêdî hêdî navê Şêxo di nava gel de belav dibe.
Şêxo ji ber rejîmê di dawiya sala 1972’yan de diçe Başûrê Kurdistanê û ji wir jî diçe Bexdayê. Strana xwe ya yekemîn a bi nave “Baxçê Gula” li wir çêdike. Mihemed Şêxo piştre dîsa vedigere Qamişlo, lê rastî gelek pêkutiyên rejîmê tê û tê girtin.
Piştî peymana Cezayîrê û têkçûna serhildana Kurdan, Şêxo jî diçe Rojhilatê Kurdistanê û piştî kû demekê li kampa penaberan dimîne, li Mahabatê bicîh dibe. Li vir zimanê farisî fêr dibe, lê xebatên xwe yên muzîk û welatparêziyê jî didomîne. Li Urmiye û Mahabatê li ser şopa Qazî Mihemed û Simko xebatan dimeşîne, lewre piştî 2 salan ji aliyê rejîma Îranê ve sirgunî parêzgeha Ostanê Mazenderan tê kirin.
Hunermend Şêxo ku di 1983’yan de vedigere Qamişlo, di sala 1987’an de, tomargehekê vedike, lê rejîm alavên wî hemû desteser dike. Şêxo li Qamişlo li navendek hunerî zarok û xortan hînî muzîk û sitranan dike. Bi taybetî sitranên gelerî û sirûdên netewî û welatparêziyê fêr dike.
Şêxo di 9’ê Adara sala 1989’an de di 41 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Hunermendê ku di dilê Kurdistaniyan de cihê xwe çêkiriye, ji aliyê nêzî 70 hezar kesî ve oxirî rêça dawî hate kirin.
PUKmedia-Erşîv
hewal ziyatr
-
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
09:15 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
06:04 PM - 2024-05-08
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
03:43 PM - 2024-05-08
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
10:49 PM - 2024-05-07
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
10:07 PM - 2024-05-07
zortrin xwendraw
-
Komîsyonê karê darayî û teknînî ya ji bo hilbbijartinên Parlematoyê rawestand
Kurdistan 10:32 AM - 2024-05-08 -
Yekîtî îtirazê li biryara rawestandina rêkarên hilbijartinên parlementoyê dike
Kurdistan 12:43 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Kurdistan 03:43 PM - 2024-05-08 -
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08 -
Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
Kurdistan 09:22 PM - 2024-05-08 -
Talebanî: Ez spasiya hewlên balyozê Spanyayê dikim
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-08