Seyran: GELO ÇIBÛ

Wêje û Huner 03:59 PM - 2022-03-05

Gelo çibû mehna çûyînê?
Min tenê hîşt li dinyayê,
Xwetirê xwe ji min nexwest,
Dêmê narîn ji min guhast.
Gelo çibû sebeba hatinê?
Xwere anî toximê evînê,
Reşand nav dilê hejar,
Kir evîndarekî dîn û har.
Gelo çibû li fikra wêda?
Ku min kire tora xweda,
Kefena hesretê min aland,
Ruh û cerge min qeland.
Gelo çibû ku mînanî ba?
Ew ji emrê min bezya,
Êş - êşûkek pir girane,
Ne hekîme, ne dermane.
Gelo kî bû dilê wêda?
Xem, xeyalê emirê wêda,
Çima gumanê da min,
Nîvê rêda  pişt da min.
Bawarî tûnebû ji evînê,
Tehm nekiribû barê wê,
Gava tehm kir barê tel,
Ez bûm pepûk û qertel.
##Seyran

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket