3 hejmar ji Kovara Destarê kurdî diyarî PUKmedia`yê hatin kirin

Wêje û Huner 10:38 AM - 2022-02-25

3 hejmar ji Kovara Destarê kurdî, wek diyarî ji bo beşa kurmancî yê PUKmedia`yê hatin pêşkêş kirin.

Duh roja pêncşemê 24-2-2022`an, 3 hejmar ji Kovara Destarê kurdî ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên kurd ên Bakurê Kurdistanê ve diyarî PUKmedia`yê hatin kirin..

Kovara Destarê Kurdî kovareke wêjeyî ye yekem hejmara wê 3 mehan li xwe digre, meha 6-7-8 ya 2021`an û hejmara 2yem jî payîza 2021`an li digre û hejmara 3yem jî zivistana 2022`an li xwe digre. Ev hersê hejmarên ku hatine weşandin, ji aliyê herdu nivîskaran berpirsa nivîsan Cahîde Harputlu ve hate pêşkêş kirin.

Hêjayî gotinê ye ku roja çarşemê 23-2-2022`an ber hêvarê, şandeke Yekîtiya Nivîskar û rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê serdana mekteba ragihandin kir.

Ew şanda Bakurê Kurdistanê ku pêkhatibû ji endamên Kongirya Netewî ya Kurdistanê (KNK)ê û nivîskar û rewşenbîran ku ji aliyê berpirsê Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Stran Ebdulah û endamê mekteb û sernûserê PUKmedia`yê Karwan Enwer ve hatIbû pêşwazî kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Konferansek li ser vegera penaberan

Kurdistan 05:23 PM - 2024-05-10 Konferansa vegera penaberan hat lidarxistin

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket