Şandeke rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê serdana mekteba ragihandin kir

Kurdistan 08:04 PM - 2022-02-23

Îro roja çarşemê 23-2-2022`an ber hêvarê, şandeke rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê serdana mekteba ragihandin kir.

Ew şanda Bakurê Kurdistanê ku pêkhatibû ji endamên Kongirya Netewî ya Kurdistanê (KNK)ê û nivîskar û rewşenbîran ku ji aliyê berpirsê Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Stran Ebdulah û endamê mekteb û sernûserê PUKmedia`yê Karwan Enwer ve hate pêşwazî kirin.

Di wê hevdîtinê de, berpirsê Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Stran Ebdulah gelek bi germî bixêrhatina wan kir. Di hevdîtina du qolî de, derbarê bihêzkirin û geşekirina peywendiyên di navbera rewşenbîr û medyakarên Kurdistanî de gotûbêj hatin kirin.

Her weha li ser rewşa zimanê kurdî û girîngiya zimanê dayîkê û çawaniya pêşxistin û parastina wê hat şirove kirin.

Di heman civînê de, berpirsê Mekteba ragiahndinê Stran Ebdulah derbarê rola Silêmaniyê û Başûrê Kurdistanê di pêşxistina têgehên rewşenbîrtî û geşekirina ronakbîrî û dîroka Kurd şirove kir.

Her weha di dawiyê de, herdu aliyan li ser berdewamkirina peywendî û dostaniyê tekez kirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket