Roja zimanê dayîkê ya Navnetewî pîroz be

Kurdistan 05:45 PM - 2022-02-21

Zimanê dayîk yek ji pîvanên herî girîng ê netewa û gelên cîhanê ye. Îro jî ew roj bi roja zimanê zikmakî an jî ê dayîkê tê nasandin û ev yek ji aliyê encûmena neteweyên yekbûyî ve bi fermî hatiye nasandin ku di hemû salekê de û di 21ê Şubatê de, Roja Zimanê Dayîk ya Navnetewî tê pîroz kirin.
Werin em gotinên dîrokî yê Mîr Celadet Bedirxan, ku di kovara Hawarê de,di hejmara (40) sala /1942 li bajarê Şam hatibû weşandin bişpînin.
((Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.

Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê zikmakî ji bo her miletî êdî ne erkeke kesayetî ye, lê erkeke milî ye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare  xwe ji miletekî bihesibîne  divêt bi kêrî wî bêt..)).
((Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin).
- Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin))
Mîr Celadet Bedirxan..

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket