Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê pêşbirka helbestê dike

Wêje û Huner 12:44 PM - 2022-02-19

Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (YRRK) tevî Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê ya li Brîtanyayê amadehiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan  sala 2022`yan dike, di sala 2021’an de YRRK’ê yekemîn pêşbirk pêk hatibû.

Li gorî komîteya amadekar a pêşbirkê, şertên tevlêbûnê wiha ne:

- Pêşbirk bi zimanê kurdî ye.

- Kesên ku beşdarî pêşbirkê dibin, divê ji niştecihên Rojava û Sûriyê bin.

- Divê temenê kesên beşdar di navbera 18-30 saliyê de be.

- Divê helbesta ku beşdarî pêşbirkê bibe li tu deran nehatibe belavkirin û beşdarî pêşbirkan nebûbe.

- Divê helbest ji 10 malikan ne kêmtir û ji 50 ne zêdetir be.

Berhem ji aliyê YRRK`ê ve heta 1’ê Adarê tên pejirandin. YRRK dê di 29`ê Adarê de navên xelatgiran li navenda xwe ya li Qamişloyê bi daxuyaniyekê ragihîne.

Xelat jî wiha ne: Helbestvanê yekemîn; 500 dolar, duyemîn; 300 dolar û sêyemîn; 200 dolar.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket