Felekê kire gazî

Wêje û Huner 06:43 PM - 2022-02-16

Felekê kire gazî go:- Heware,
Dora dinîyay tije bûne neyare,
Pêpesdikin gulistanê rengîne
Mîna behr û çema dihirike xwine,
Bê xof hicûm dikin ew ser zaroka,
Derdixin çevêd bav û dayîka,
Hey hewar gidî me bûye zulme
Herçar yalîyada têne me kulme,
Çi me dixwezin, em jî nizanin ?
Hebûka zengîn ji me distînin,
Nahêlin ser axa wetan em bisitirin
Destê vala,guman birî ew me dihêlin,
Cangorîyê ketî wê ku veşêrin ?
Dijmino,xêra dinê hûn qe nebînin,
Cem xwedê wê çawa bê qebûlkirin
Derew tevî nerastîyê bêne morkirin,
Chan pirî mezine, cîyê teva heye,
Qal û cenga we badîhewane,
Hûn axa paqij dikin gemare
Çima dixwezin,çirê ser mirova bitemire,
Felek rabûye mîna gorê hare,
Derketîye digere her yêr û were,
Natirse,napirse ahile yanê cahile
Teva ew dike hêsîre, teva dike qertele.
Hinara Tajdîn 23-01-2018

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket