Rêrewa pêvajoya siyasî piştî twîta Sadr
Êraq 09:31 AM - 2022-02-05
Şirovekar, nûner û dezgehên ragihandinê li ser vexwendina rêveberê Teyar Sadrî ,Muqteda Sadir axifîn ji nûnerên fireksiyona xwe re di encûmena nûneran de ku Hoşyar Zîbarî ji bo posta serokkomariyê namzed nakin , tekez kir ku rê ji bo hikûmeta piraniya lihevhatî vedike.
Ji bo Zêbarî derfet nîne.
Serokê navenda ramana siyasî yê Êraqê D.Îhsan Şemerî ditiwêtekê de got"
Piştî tiwêta Sadir, ji bo posta serokkomariyê ti derfet ji Zîbarî re
tune ne ".
Hikûmeta piraniya lihevhatî
Ji aliyê xwe ve, şêwirmendê medyayî yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Tariq Cewher di twîteke xwe de ragihand: "Ev twêt dibe ku pêvajoya siyasî biguhere û asoyên nû ji b çareseriyên lihevhatî re veke û rê li ber pêkanîna bernameya çeksaziyê ji tevgera Sadrî di hikûmeta pirraniya lihevhatî de."
El-Sadr mezinahiya karesatê zane ger yek ji sembolên gendeliyê rûne
Li ser wê yekê, parlamenterê berê Rêzan Şêx Delîr, vexwendina serokê tevgera Sadir Muqteda El-Sadr , nûnerên xwe ku deng nedin kandîdê Hoşyar Zîbarî eger ne rewa be, bilind nirxand.
Û wê got jî: "Erê, ew dîtina têgihîştî ya mamosteyê çaksaziyê ye", û tekez kir ku Sadr "bi berfirehiya karesatê dizane eger yek ji sembolên gendeliyê li ser textê parêzvanê destûrê rûneÎ. û got ka em hemû bibin dengê Êraqê ji bo Êraqê.
Hilbijartina Serokkomarê bi lihevkirin
Şirovekarê siyasî û ewlekarî Ehmed Xadir tekez dike ku hilbijartina Serok Komarê dê bi rêkeftina gelek aliyan pêk were û amaje bi wê yekê jî dike ku twêta vê dawiyê ya birêz El-Sadr bi rewşa heyî ya siyasî ve girêdayî ye.
Rêberê Tevgera Sadir Muqteda Sadr îro bang li nûnerên fireksiyona xwe li civata nûneran kiribû ku eger namzedê Partiya Demokrata Kurdistanê Hoşyar Zîbarî ji bo postê serokkomariyê hat hilbijartin, deng nedinê.
El-Sadr tekez kir: Em parêzvanê çaksaziyê ne, ne alîgirên desthilatdarî û desthilatdariyê.
Dadwerî: Zîbarî Fermana bangeşekirinê li dijî Zîbarî heye û heta niha amade nebûye
Li gorî belgeyeke ku ketiye destê PUKmedia`yê, dadgeha dadwerî lêkolînê li ser tohmetbarkirina Hoşyar Zîbarî dike di dosyaya xerckirina zêdetirî 3 milyar û 771 milyon dînar wek kirêya hejmarek ji karmend û parastina Wezareta Derve di dema karkirina wî de. tevî îtîraza aliyên rêveberî li ser wê xerckirinê.
PUKmedia taybet
hewal ziyatr
-
Li Silêmaniyê wê kargeheke cilûbergên leşkerî bê vekirin
08:32 PM - 2024-05-13 -
Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
05:27 PM - 2024-05-13 -
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:35 AM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12
zêdetir tamaşe bike
Hêzên Asayîşê li Silêmaniyê ' Dûpişk' girtin
05:11 PM - 2024-05-13
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
02:10 PM - 2024-05-13
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
02:00 PM - 2024-05-13
Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
01:51 PM - 2024-05-12
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
Kurdistan 02:10 PM - 2024-05-13 -
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
Kurdistan 02:00 PM - 2024-05-13 -
Hêzên Asayîşê li Silêmaniyê ' Dûpişk' girtin
Kurdistan 05:11 PM - 2024-05-13 -
Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
Kurdistan 05:27 PM - 2024-05-13 -
Li Silêmaniyê wê kargeheke cilûbergên leşkerî bê vekirin
Kurdistan 08:32 PM - 2024-05-13 -
Talebanî: Ji bo sermayedarên Helebce asankariyê bikin
Kurdistan 10:57 PM - 2024-05-13