Zaneya kurd Zera Elî Yûsûpova koça dawî kir

Kurdistan 01:28 PM - 2022-02-04

Roja 3ê sibatê sala 2022an dota gelê kurdan ya hêja û zane Zera Elî Yûsûpova di 88 salîya jîyana xwe da wefat bû.

Zera Elî gelek salên jîyana xwe dîyarî xebatên zanyarî-lêkolînerîyê li ser zaravên kêm lêkolînkirî yên zaravên kurdî kirîye, gelek berhemên wêjeyî yên bêhempa çap kirîye. Berhemên wê kedeke mezin kirine nava karê belakirina nivîsên rojane û rasteqîn derheqa çanda gelê me da li tevaya cihanê.

Zera Elî Yûsûpova (16ê çileya pêşin sala 1934an li bajarê Tbîlîsîyê ji diya xwebûye) – karmenda zanyarî ya sere, doktora zimanzanîyê, profêsor bû.

Ew di maleke kurdên êzdî ji Elîyê (Arif) Xemo Yûsûpova û Refa Hesen Yûsûpovayê da (niştecîya wilayeta berê) hatîye dinyayê.

Sala 1953an Zerê Yûsûpova dibistana navîn ya hejmara 8an ya bajarê Tbîlîsîyê bi medalyaya zêrîn xilaz kir.

Sala 1958an fakulteya rohilatzanîyê ya Zanîngeha Lênîngradê ya Dewletê (kafedra zimanzanîya îranî) temam kir.

Di salên 1958 – 1961ê li aspîrantûra Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî (beşa kurdzanîyê) da xwend. Sala 1965an dîsêrtasyona namzadîyê bi sernavê «Pêşpirtik û paşpirtik di zaravê kurdî yê başûrî (soranî) da pewan kir.

Ji sala 1961ê karmenda Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê ye, ji sala 1992 karmenda zanyarî ya sere ye. Hema wê sale dîsêrtasyona xwe ya doktorî bi sernavê «Zaravê kurd yê goranî gorî klasîkên wêjeyî yên sedsalên 18-19an» pewan kir.

Ew profêsora Beşa Lênîngradê ya Zanîngeha Dewletê, mamostaya zimanê kurdî bû.

Ewê zêdeyî 70 berhemên zanyarî dane çapkirinê, di nav wan da şeş monografîya.

Serwêrîya aspîrantên Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî û Beşa Lênîngradê ya Zanîngeha Dewletê kirîye.

Lêkolînên wê yên sereke: Zaravên zimanê kurdî yên kêm lêkolînkirî (anegorî çavkanîyên nivîskî û tekstên folklorê) û çapkirina klasîkên wêjeyî.
Desteya rêvebir ya malpera Riataza bi dilekî kovan û xeemgîn serxweşîyê dide Malbeta Zera Elî û hezkirîyên wê, ji wan ra sebirê û berbihêrîyê dixweze.

PUKmedia-Riataza

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket