Şandeke hevbeş serdana Human Apeal kir

Kurdistan 07:15 PM - 2022-01-10

Rêxistina Human Apeal bi riya Encûmena Penaberên Kurd alîkariya penaberên Rojavayê Kurdistanê kir û ji aliyê şandeke hevbeş ji parêzgeha Silêmanî û Helebçe û Mafên mirovan û Encûmena Penaberan ve hate pêwazîkirin û spas kirin.

Rêxistina Human Apeal bi hevrêziya li gel rêvebiriya koç û koçberan û bersivdana aloziyan ê parêzgeha Silêmanî û Helebçeyê û bi riya Encûmena Penaberên kurd ê Rojavayê Kurdistanê, alîkariya penaberên Rojavayê Kurdistanê kir.

Her weha ew şandeya ku pêkhatibû ji nûnerê rêveberiya koç û koçberan û bersivdana aloziyan ê encûmena parêzgeha Silêmaniyê kak Elî Miyedîn û berpirsê rêvebiriyakoç û koçberan û bersivdana aloziyan ê encûmena parêzgeha Helebçe û kak Feryad Nicmedîn û berpirsa Rêxistina mamfên mirovan li Helebçe Gulîstan Xan û serokê Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrînî bû.
Her weha şandeyê pêşwazî li berpirsê rêxistina Human Apeal ya Birîtanî kak Hemîd kir û destxweşî lê kirin. Di barî rewşa penaberên kurd û kêmkirina alîkariyên mirovî ji aliyê UNHCR ve û bi awayekî kêm jî pêşkêşkirina alîkariyê bi penaberên ku di kampan de ne bi awayekî hûrgil hat gotûbêj kirin û daxwaz hat kirin ku Human Apeal bikanibe rola xwe ya sereke di alîkariya penaberan de biîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket