Bafil Celal Talebanî kêşeya xwendekaran çareser kir

Kurdistan 04:08 PM - 2021-12-25

Bafil Celal Talebanî pêwîste kêşeya xwendekaran çareser bibe
Proseya şandina barên alîkariya Bafil Celal Talebanî ji xwendekaran re dirêjpêder e.
Alîkariyên Bafil Celal Talebanî ji bo xwendekarên zanîngeh û peymangehan hîn jî dirêjpêder e û gelek beşên navxweyî jê sûdmend bûne. Ew laîkariyên ku gihîştine nbeşên navxweyî û hîn jî tên şandin ku beşeke mezin ji kêşe û aloziyên xwendekaran çarserkir û ev yek ji aliyê xwendekar û gel ve , bi dilxweşî hate pêşwazî kirin.


Her weha di wê barê de, Xwendekarek derbarê destpêşxeriya Bafil Celal Talebanî de dibêje ku Bafil Celal Talebanî soz daye ku wê daxwazên xwedekaran ên rewa bicih bîne û wê alîkariyê pêşkêşî wan bike tako beşek ji kêşe û aloziyên wan xwendekaran bêne çarser kirin.
Her di heman demê de, xwendekarên serpereştyarên karûbarên beşên navxweyî ê xwe zanîngehan dibêjin ku êdî em dizanin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, ew hêza herî yekemîne ku alîkarî û hevkariya xwendekaran kir û dike û kêşeyên xwendekaran hatin çareser kirin.


Alîkariyên YNKê gihîştin zanîngehên Şarezûrê

Alîkariyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê gihîştin zanîngehên Şarezûrê.
Alîkariyên Bafil Celal Talebanî ji bo xwendekaran dirêjpêder e û karwaneke din ji bo zanîngehên Şerazûrê hat şandin.
Îro roja duşemê 20-12-2021`an li karwaneke alîçkariya Bafil Celal Talebanî ji bo beşên navxweyî ya zanîngehên Şarezûrê hat şandin û îro berhêvarê gihîşt destên xwendekaran.
Di wê barê de, xwendekarê kolîja perwerdê Harun Hisên ji PUKmedia`yê re ragihand ku pêdiviyên baş hatine ku telece û firnê xazê û sobiye û ferş û kombar in. Aşkire kir ku ji bilî vê karwanê karwaneke din jî amadekirî ye û wê bighêje Şerzûr.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, xwendekar Harun aşkire kir ku dema ku ew karwan jî were, wê piraniya kêşeyên xwendekaran bê çareser kirin.

Gihandina alîkariyên Bafil Talebanî ji zanîngeha Koye re
Roja Pêncşemê alîkariyên Bafil Celal Talebanî gihîşte beşên navxwe yê zanîngeha Koye .
Di çarçoveya ew alîkariyên girîng yê Xwendekaran de ku ji aliyê Bafil Celal Talebanî ve dest pêkiriye, îro roja pêncşemê 16-12-2021`an, bareke din ji alîkariyên Bafil Celal Talebanî gihîşt bo beşên navxweyî ê zanîngeh û peymangehên herêma Kurdistanê û hîn jî dirêjpêder e.


Alîkariyên Bafil gihîşte beşên navxwe
Roja şemiyê alîkariyên Bafil Talebanî gihîştin dezgehên navxwe yên zanîngeh û peymangehên Silêmaniyê.
Biryar e roja Yekşemê dîsa demjimêrên fermî yên xwedndiniyê werin destpêkirin,piştî ku li hemû zanîngeh û peymangehan ji bo xwepêşandanan hatibû rawestandin.
Û Bafil Talebanî pêştir soz dabû xwendekarên zanîngeh û peymangehan ku di sala xwendinê de hemû daxwaz û pêdiviyên wan bi cih bînin.


Bi fermana Bafil Talebanî neft bi ser Xwendekaran dabeş dikin
 Bi fermana Bafil Talebanî, nefta spî bi ser wargehên xwendekaran dabeş dikin.
Îro roja çarşemê 8-12-2021`an, bi fermana Bafil Talebanî dest bi dabeşkirina nefta sipî li sînorê navçeya Pêncwînê hat kirin.
Piştî ku gelek hevdîtin û bi dehan demjimêr hevdîtinên Bafil Talebanî bi xwendekar û nûnerên wan re ên zanîngeh û peymangehan li Silêmanî û Helebçe û Germiyan û Raperîn û Çemçemal derbarê ew kêşe û aloziyên ku li hemberî wan hene û li ser wê yekê Bafil Talebanîç soza çareserkirina kêşe û arayîşn wan da û dest pê kir.
Her weha di dawiya wan dîdar û hevdîtinên Bafil Talebanî de, dest bi çareserkirina beşek ji kêşeyên wan ku gelek ji pêdiviyên wan peydakir û ew kar her berdewam e û ji ber wê jî, îro dest bi dabeşkirina neftê sipî jî  li navçeya Pêncwînê hat kirin.
Bi fermana Bafil Talebanî avahiya kolîja Seyid Sadiq tê ava kirin


 Bi fermana Bafil Celal Talebanî avahiya kolîja Seyid Sadiq ji 3 qatan tê ava kirin.
Di çarçoveya piştgiriya xwendekarên zanîngeh û peymangehên li Herêma Kurdistanê, Bafil Celal Talebanî biryar da ku avahiyeke ji 3 qatan ji bo kolîja Seyid Sadiq ava bike, ji ber wê jî, nûnerê xwendekaran erkên Bafil Celal Talebanî ku di alîkarîkirin û piştgirîkirina li xwendekaran dirêjpêdere spas kir.
Her weha di wê barê de, nûnerê xwendekarên kolîja Seyid Sadiq Eyub Silêman ji PUKmedia`yê re ragihand ku Di civîna me li gel Bafil Celal Talebanî de ku nêzîkî 10 demjimêran dirêj kir, me jê xwest ku avahiyeke ji 3 qatan li ser hesabê xwe ya taybet ava bike, dazanîn ku Bafil Celal Talebanî soz da ku ewê hersê qatan ê kolîja Seyid Sadiqê di heyama salekê de bide avakirin.
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Silêman aşkire kir ku wê ew avahiya bi hemû pêdiviyên xwe ve bê amade kirin ku wê bibe pêngaveke girîng ji bo proseya xwendinê li Seyid Sadiq û wê piştgiriya kerta aboriyê jî bê kirin.
Her weha aşkire kir ku Bafil Celal Talebanî soza avakirina avahiyeke ji 3 qatan di heyama vê salê kui wê nêzîkî 2000 xwendekar ji sûdmend bin û tekez kir ku Bafil Celal Talebanî di heyam civîna xwe bi xwendekaran re, bi awayekî hûrgilî guhdarîdaxwazên xwendekaran kir û peyman da ku wê kar li ser pêkanîna sozê xwe ji xwendekaran re bike.
Xwendekar; Daxwazên me gihîştin cihê mebest


Xwendekarên xwepêşandekar di hgeyama kongireyeke rojnamevaniyê de gotin; Daxwazên me gihîştin cihê mebest.
Xwendekarên xwepêşander ku ji bo paşerojeke ronak ji bo gelê kurd, di heyama kongireyeke rojnamegeriyê de, ragiahndin ku êdî daxwazên wan ji bo aliyên peywendîdar hatin birêkirin û gihîştin cihê mebest. Tako hinek kes û alî ji xwe re nekin siyaset û mijara qorxkirinê.
Roja sêşemê 30-11-2021`an, piştî nîvro xwendekarên zanîngeh û peymangehan li bajarê Silêmaniyê helwest û nerîn û daxwazên xw3e dane ragihandin ku wan dikanî daxwazên xwe bighînin aliyên peywendîdar.
Her weha hinek kes ên ne berpirs xwestin ku riya xwepêşandanan bighurînin û arasteya ciheke din bikin û ber bi tundûtîjî û nelihevî û yê ve bibin. Em wiha radighênin ku daxwazên me ên rewa ji bo vegerandina mafdariyên xwendekaran ên mehene û şikuya zanîngeh û peymangehan wek berê vegerînin û hikûmet careke din dest bi damezrandina xwendekaran bike.
Di dawiya wê kongireya rojnamegriyê de, xwendekarên xwepêşander aşkire kirin ku  eger dîsan guhdarî daxwazên xwendekaran naye kirin û paşguh bixin, wê dubare dest bi daxwazên mafên me bêne kirin.
Her weha hinek alî û kesan dixwestin ku sûd ji xwepêandanan bigrin û li gorî ecnîdeyên xwe bidin araset kirin. Lê li vir xwendekarên xwepêşandan ti carî derfetê nadin bi wan û wê li mafên xwe xwedî derkevin.
Nameyeke girîng ji Bafil Talebanî bo xwendekarên kolîjan


Nameyeke girîng ji Bafil Celal Talebanî bo xwendekarên kolîjan ku tê da lêborîn xwest.
Di peyameke xwe de, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Basfil Talebanî ragiahand: Di wê nameyê de tekez li ser wê yekê kiri ku girînge ber bi paşerojeke ronakî û  daxwazên xwe bi riya şarestaniyet û sivîlî bikin.
Her weha di wê nameyeyê de, Bafil Celal Talebanî aşkire kir ku , em bi xembarî bikaranîna tundûtêjiyê li dijî xwendekaran dibhîsin ji ber wê jî, ez lêborîna xwe ji xwendekaran û ew birayên ku em bi hêvî li wan dirnêrin re dixwaz im. Ji bo ku çirayê paşeroja wan venemirê, derketibûna  cada û kolanan û daxwaza mafên xwe dikirin.
Her weha Bafil Celal Talebanî dazaînîn ku  ez ji we daxwaz dikim ku bi awyekî şarestanî û sivîlî daxwazên xwe bikin û rê nedin bi kesên qorxkar û nelibar ku wê derfetê ji xwe re bikarbînin ku di carî xizmeta nerîn û daxwazên we nakin.
Di dirêjahiya wê namewyê de, Bafil Celal Talebanî dazanîn ku ew soz didin we ku wê guhertinên mezin û girîng bikin û daxwazên we jî çareser bikin û ji îro û pêve emê bi rengekî mezin emê ji bo ronakiya paşeroja gelê me kar bikin û emê parêzvanekî pir bi9 hêz ji bo pêkanîna hêviyên we pêkbînin.

Li vir temaşeyê vîdyo bikin

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket