Rojeke reş bû

Wêje û Huner 10:57 AM - 2021-12-10

Rojeke reş bû ji rojên Kurdan
 Rojeke reş  ji sêşema candan
Li gundên  girî Ezîz teqîndan
Li sîpa şêx xidir jî alafdan
Dengeke ji ber hawara wîjdan
Rengeke ji dîmenên yazdan
Qêrîneke  ji şengala hêlan
Nûçeyeke pir sar ji bo dilan
Firmêskeke ji reş çavên Şîlan
Wek Helebçe û Geliya Zîlan
Li dijî zarok û pîr û jinan
Giştek ji regezresenên Medan
Bi hovîtî û rengên pir erzan
Rijandin hemû mastên hêvan
Em napejrînin bê bersîvdan
Ji bîr nabe çardehê heyştan
Ji bîr nabe nalînên Êzdiyan
 Êzdiyên bi rêdan û dîrokzan
Rojeke reş bû ji rojên kurdan
 Rojeke reş ji sêşema candan
Serdaneke ji bo pîrên şêxan
Ta mîr û şêx û hemû mirûdan
Bikin bang li Kurdistan û cîhan
Bi pênûs û gelek xwepêşandan
Ta rizgar bin ji kuştin û lêdan
Bila nemînin rojên bi candan
Bila hebe diruşmên nav giran
Her azadî û her hêza viyan
Ta pêkanîna rastiya jiyan
Her hebê gelê Kurd û Kurdistan

Têbînî; Helbest û pexşan: Rojeke reş bû ku di roja 14-8-2007`an de ew komkujiya ku 2 kamyonên mezin û dirêj ku di nava gundên girî Ezîz ya Şengalê û yek jî di Sîpa Xidir de li dijî kurdên me ên Êzidî ku li Şengalê ku bi dehan jiyanjidestdabûn û bi sedan birîndar bibûn.

 Hozan X.Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket