Operasyoneke hevbeş li ser sînorên Kerkûkê hat destpêkirin

Kurdistan 12:21 PM - 2021-12-08

Îro çarşemî 08.12.2021ê operasyona hevbeş a ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşê de li parêzgeha Kerkûkê ji bo jinavbirina paşmahiyên rêxistina terorîst a DAIŞê û jinavbirina şaneyên wan hat destpêkirin.

Jêderekî agahdar di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Hêzên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşê operasyoneke hevbeş a ewlehiyê li navçeyên navbera Qere Salim û navçeya Berdî ya parêzgeha Kerkûkê pêk anîn.
 Hêzên ji aliyê rojhilatê Kerkûkê ve di nav Hêzên Pêşmerge û hêzên Firqeya heştem a artêşê de beşdar in di pêkanîna operasyona serbazî de ku armanca wê paqijkirina navçeyên ji bajarê Kerkûkê heta navçeya Bardî ye.
Operasyona leşkerî piştî zêdekirina liv û tevgerên rêxistina terorîst a DAIŞê li deverên Şwan, Şêx Bizênî û Qere Salim û pêkanîna êrişên terorîstî li dijî hêzên Pêşmerge û welatiyên bêguneh tê.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket