Sed silav li giyanê te ey hevalê cefakêş

Hevpeyvîn 07:58 PM - 2021-10-24

Sed silav li giyanê te ey hevalê cefakêş
Mamoste Hemîd wisa digot
Gelî hevalan
Ez wek hevalekî we û wek sekreterê partî ji hevalên xwe yek bi yek dixwazim ku nebin xwediyê siloganên derewan , nebin xwediyê siloganên qebe û vala , Partiya Pêşverû bimînê wek dibistaneke xebatkarî ji miletê xwe re mafê kurd biparêze , hebûn û nasnameya netewî ya kurdî biparêze ,Berjewendiya gelê xwe bikin armanc û xebata xwe bikin û nekevin dewsa wan kesên ku berjewendiyên xwe yên kesane diparêzin , berîka xwe diparêzin.
Ez bi hêvîme ji Partiya Pêşverû bimînê ew dibistana paqij ji gelê kurd re û bi şêweyekî rast berevaniyê di ber mafê kurdan de bike û biparêze ne bi derewa , Rojek werê wê xelkê şer bikê da ku cihê xwe di nav partiya we de bibîne.
Hêviya min ji xebatkarên Partiya Pêşverû ewe ku bi dilsozî û bi mêranî xebata xwe bikin û ew herdem hilgirê doza xwe ya netewî û ala kurdî bin û wek şêra di rêya xebatê de bimeşin û rêveçûna hevalên xwe bi dawî bînin heya ku hûn gelê xwe ji bnidestiyê rizgar dikin û dighên mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
Dost , heval û xwendevanên hêja
Di Payîza sala2017an ji bo civîna komîta navendî em li Qamişlo bûn , piştî ku me karê xwe tewaw kir ez mêvanê wî bûm , em mijhûl dibûn li ser rewşa gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî.
Di vê derbarê de bi navê (Rojnameya Pêşverû) min hevpeyvîneke dirêj bi wî camêrî re kir û bi babeta bîranîna diwem ji koçkirina Mamoste Hemîd ez vê hevpeyvînê bi bîra we tînim û diyarî xebatkarên tevgera netewî ya kurdî dikim.
----------------------------------------------------------
Heval Hemîd Derwîş Mêvanê Rojnameya Pêşverû ye
Hevpeyvînek bi Heval Hemîd Derwîş re
şêst sal kar û xebat li dijî zordariyê
şêst sal kar û xebat li dijî nezantiyê
şêst sal xebat û berxwedan li hemberî kehreba û kotek û işkenceyên hovane di zîndanên zordestan de, Lê bi Hişmendiya Dr. Nûreldîn Zaza û bi baweriyeke kûr û bi vîneke ji polat kar û xebata xwe berdewam kir û bû kelem di çavên neyaran de û hîn jî berdewame di xebat, û tekoşîna xwe de ji bo çareserkirina doza netewî ya kurdî li kurdistana sûriyê
Xwendevanên hêja û delal  di vê hejmarê de xebatkarekî bi nav û deng ji buhara jiyana xwe de dest bi karê rêzanî kiriye  û zêdetirî şêst salî ji jiyana xwe daye doza netewî ya kurdî , Guleke bîn xweş û giran buha ji vê axa pîroz , herêma bêrdar û welatê şêrîn li me dibe mêvan Ew damezrenêrê tevgera netewî ya kurdî li kurdistana Sûriyê sekreterê partiya me heval  Hemîd Derwîş tu bi xêr hatî mamoste li ser seran  û li ser çavan hatiye
Xêr û xweşî li te spas Di destpêkê de ez te pîroz dikim li ser vê xebata te ya hêja  ez tenduristiyeke baş ji were dixwazim û serkeftineke mezin ji miletê xwe re dixwazim.
Pêşverû : Mamoste Hemîd jiyaneke dagirtî û ezmûneke netewî û niştimanî ye ji kerema te mamoste xwezî tu kurte jiyana xwe ji xwendevanan re bidî nasîn?
Mamoste Hemîd:Ez  li gundekî hatime dunyayê , ew gund jî navê xwe  Qermane ew gund li nêzî herêma Dirbêsiyê ye , Di sala 1936an de ez ji dayika xwe bûme , xwendina xwe ya seretayî min li Dirbêsiyê xwendiye û xwendina xwe ya navîn jî min li Hesekê xwend wê demê dibistan tunebûn Lewre ez û sê pismam xwe em çûn wir me xwend pola heftan me bi dawî kir pola heştan em cûn Helebê wê salê me li Helebê xwend  û di sala 1954an em cûn Şam û li Şamê min xwendina xwe ya navîn bi dawî anî û li Şamê min bekeloriya stand û li zanîngeha Şamê min beşê zagonsazyê ( Hiqûq ) xwend.
Piştre ez derbas nav karê rêzanî bûm û ji ber çalakî û xebata xwe ya rêzanî ez neçar mam ku  di sala sêyem de ez  dest ji xwendinê berdim.
Pêşverû : mamoste ji destêka jiyana xwe de te xebata  rewşenbîrî,karê rêzanî û rêxistinî kiriye ji komeleyan de heya bi damezrandina partiya me hema bi kurtî we çawa partî damezrand?
Mamoste Hemîd : Di sala 1955an li Şamê  me Osman Sebrî  naskir Rewşen xan me naskir gotin em karibin karekî bikin ji çanda kurdî re me got başe emê bikin , Ez û hersê pismamên min me biryar da ku em pê re bixebitin û komîta vejandina çanda kurdî me çêkir heft pirtûk me çapkirin , piştî ku me pirtûk çapkirin rojekê Osman sebrî ji min re got Hemîd eger tu alîkariya min bikî emê partiyekî kurdî çêkin min got ma çawa em herdu bi tenê emê partî çêkin , careke din got ku tu alîkariya min bikî emê çêkin , min jî got başe ezê alîkariya te bikim , min ji hersê pismamên xwe re got wan ev daxwaz nepejrandin ku bi mere kar bikin, man ez û Apo Osman bi tenê careke din Osman tekez kir û got Hemîd tu alîkariya min bikî emê partî çêkin ez bi tere dibêjim ez bi yên din re nabêjim min got başe ez bi tere.
Me destpêkir di destpêkê de tizûkê xwe yê hundirî me danî bi zimanê kurdî , Di sala 1956an Dr. Nûreldîn Zaza giha me wî jî alî me kir , kesayetiyin din jî alîkariya me kirin Mam Celal gelekî alîkariya me kir , sekreterê Partî Dîmoqratî Kurdistanî îran Ehmed Tewfîq alîkariya me kir me hêdî hêdî bernameya xwe bi dawî anî û 200 hejmar bi 200 ps  me çapkirin  û heya niha hejmarek jê li cem min heye , piştre em ketin xebatê di nav kurdên Şamê de xwendekar hebûn û ew hatin tevlî me bûn piraniya wan ji Amûdê bûn xwendekarên Amûdê bûn hatin tevlî me bûn em hêdî hêdî fireh bûn , piştre me danûstan bi xwendekarên Dirbêsiyê re jî kir ew jî hatin tevlî me bûn.
Piştre hevalên kurdaxê jî dan û standin bi mere kirin Reşîd Hemo ji mere şandin , Mihemed Elî Xoce , Şewket Henan , Xelîl Mihemed şandin cem me em bi hevalên kurdaxê re  jî rûniştin û em gihan encameke baş ew jî tevlî me bûn hejmara me bû 7 em berê sê bûn ez , Apê Osman û Hemzê Newêran hevalên kurdaxê jî çar em bûn heft Dr. Nûreldîn Zaza û Şêx Mihemed îsa jî bi dizî bi mere dixebitîn bêyî ku xwe xuya bikin lê bi mere dixebitîn bi vî awayî em bûn neh em têra xwe çêbûn û wisa partiya me bi rêket û heya roja îro.
Pêşverû : Hevalê Cegerxwîn ne bi were bû?
Mamoste Hemîd : Hevalê Cegerxwîn piştre hat , piştî wê bi salekê tevlî me bû.
Pêşverû : Biryara serkirdayetiya partiya me bi vêxistina Agirê  Newrozê  kengî  we Agirê agirê Rizgariyê li kurdaxê dada û wê demê tu li kurdaxê bû an na ?
Mamoste Hemîd : Partiya me hate  damezrandin  ji  bo rêxistinkirin û  rêbertiya cemawerê gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê bike û da ku xewin û hêviyên gelê kurd di welatekî  Azad û Demoqrat  de pêk bîne, Lê piştî demeke kurt ji damezrandina partiya me  yekîtî di navber herdu welatan Sûriyê û Misirê de çêbû wê demê dest bi girtina çalakvan û xebatkarên siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî  hemî  heval û dost û kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji lêxistin,kehreba û kotek û işkenceyên hovane li ser destê wan xwînmijan dîtin, Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiya me biryarek stand bi vêxistina agirê Newrozê li sêsid û şêst gundî kurdaxê da ku istxbaratên Ebdilhemîd Serac zanibin ku kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye lê belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî, ji ber vê yekê ev biryar hate standin û wê demê ez jî li Kurdaxê bûm lê min zêde dirêj nekir ji ber ku hevalan ji min xwestin ez ji wir bi derkevim û li servdaxwaza hevalan ez ji kurdaxê çûm Helebê.
Pêşverû :  Rewşa Sûrî bi giştû û guherînên li welêt çêdibin tu çawa dibînî?
Mamoste Hemîd : Rewşa Sûriyê rewşeke xirabe Sûriyê hêdî hêdî  bûye gelek welat ez bi hêvî me ku welatê me ji vê rewşa xirab bi derkeve  , divê em ji destên van hêzên teror bi derkevin da ku em ber bi welatekî Azad û Demoqrat de herin û em bighên rewşeke xweştir.
Pêşverû : Tu wek damezrênerê tevgera netewî ya kurdî rewşa tevgera rêzaniya kurdî tu çawa dibînî û çi ji tevgera me tê xwestin ji ber ku doza kurdî di qûnaxek gelek  hetiyar  de derbas dibe?
Mamoste Hemîd : Rewşa Sûriyê çawaye rewşa kurd jê xirabtire , Em ji vê rewê  gelek astengiyan dibînin , kurd bûye parçe parçe aniha hinek alî di nav kurdan de hene partiya pir dikin û bi dehan partî çêbûne , Ev tiştekî gelekî xirabe di der mafê xebata netewî ya kurdî de , mixabin me gelekî hewilda ku em bi aliyên sereke di tevgera kurdî de Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê , Tevgera civaka Demoqrat , Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiya me , me xwest ku em karibin bi hevre rûnin û ders bikin da ku  em  nêzîkbûnekê di nav tevgera xwe de peyda bikin mixabin em bi ser neketin , Rewşeke wiha nebaş di nav kurdan de peydabûye û encamên wê qet ne başin ji kurd re , Em bi hêvî ne ku di siberojê de em li hev bikin û em karibin xebateke hêja ji miletê xwe re bikin.
Pêşverû : Pêşeroja Miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê di Sûriya Pêşerojê de tu çawa dibînî ?
Mamoste Hemîd : Eger em bixwazin Sûriye bi ser xwe were çênabe ku  kurd bê maf bimînin,berî partiya Bes û Ebdilnasêr bê ser desthilatdariya welêt,Sûriye gelekî dîmoqrat û xweş bû , piştî aliyên şovînî rêbertiya welêt kirin bi rastî Sûriye xerabû Sûriye bû Sûriyak şovînî mafê kurd têde nema û xwestin ku gelê kurd bihelînin , Em hêvî dikin ku ew rojên xirab herin û Sûriya pêşerojê bibe Sûriyak Demoqrat û Azad mafên gelê  kurd jî têde xuya û parastî bin.
Pêşverû : xewina mamosteyê mezin Ehmedê Xanî Dewleta kurdî ya serbixwe tu çawa lê dinêrî û di vê qûnaxê de kurd Karin dewleta xwe ya serbixwe ragihînin an na?
Mamoste Hemîd : Hevalê Hişmend ez gelek vekirî ji tere bibêjim û her kurdek jî bila gotina min bibhîze :  keko îro dem  ne dema ku em dewleta kurdî ragihînin , îro em karibin li her çar parçeyên Kurdistanê mafên xwe bistînin û em wî mafî pêşde bidin hêdî hêdî em bingeheke xurt peyda bikin heya ku em Kurdistana mezin radighînin.
Eger em xwe ji vê gavê re baş amede nekin wek niha şêweyê îro Tirk , îran , Iraq û Sûriyê wê nehêlin em tu dewletan çêkin ji ber ku nerîna wan çanda wan rêbaza wan siyaseteke şovînî , ne mirovahî  û kiryarên hovane di dermafê miletê me de dimeşînin û armanca wan ewe ku gelê kurd ji meydanê rakin û tunebikin ne ndewleta kurdî bipejrînin ( qebûl bikin ) .
Dema Ehmedê Xanî digot :
Ger dê  hebûya me itîfaqek
Vêkira bikira me inqyadek
Camêr ne ji valahiyê ev gotin kirine , Lê belê wî derûniya miletê xwe naskiribû . Ez gelekî xemgînim û bi dilêşî ji te û ji xwendevanên hêja re dibêjim: Mixabin miletê ji wê demê de pêşde neçûye  û derûniya zemanê Ehmedê Xanî hîn di nava miletê me de heye , Em wek tevgera kurdî li Sûriyê heya niha em nikarin li hev rûnin û berjewendiyên doza gelê xwe  gotobêj bikin ma ev ne ji wê demê xirabtire.
Pêşverû :Çiyayê Kurmênc  Bûka welatê windayê , Ew şarê nazenîn li ber dilê te îro di dorpêçeke teng û dijwar de ye û gelek metirsî li ser  hene  rewşa Efrînê mamoste tu çawa lê dinêrî û çarenûsa Efrînê tu çawa dibînî?
Mamoste Hemîd : Ezê wê jî bi zelalî ji xwendevanên hêja re û ji gelê kurd re bibêjim  Efrîn parçeyek ji Kurdistanê ye bê gotin ( Bê teredud )  lê Efrîn parçeyek ji kurdistana Tirkiyê ye belkî di navber wê û Kurdistana Sûriyê ereb ketinê lê ew parçeyek ji Kurdistanê ye , Kurdistana Tirkiyê siba çêbibe  wê Efrîn bi serkeve yanê turk di wa ortê de tuneye ereb tuneye , sînore ku sînor rabe Efrîn bû Kurdistana Tirkiye , Lewre ez dibêjim : bila kesek ji ereb û tirkan dilê xwe xweş neke ku Efrîn ne bi ser Kurdistanê ve ye , Ev ne raste Lê belê Efrîn  parçeyek ji Kurdistanê ye.
Pêşverû : Nerîn hene û gelek dibêjin ku Efrîn wê bi paya Tirka be û ji aliyekî din ve tê gotin ku wê bi ser avê keve û wê bibe paya sûriyê tu çi dibêjî ?
Mamoste Hemîd : Ez ne bi wê nerînê re me û ez  wisa nabînim , Ez dibînim ku  Efrîn  parçeyek ji Kurdistanê ye, Ez wek însanekî kurd  dibînim ku  Efrîn  bêrîkeke  ji Kurdistana Tirkiye , Kobaniyê bêrîkeke  ji Kurdistana Tirkiye û Cezîrê jî bêrîkeke  ji Kurdistana Tirkiye dema ku sînor bên rakirin ev hersê herêmên kurdî dibin parçeyekî temam ji Kurdistanê.
Pêşverû : Mamoste ev demeke dirêje partiya me rêbazeke niştimanî di xebata xwe de daye  ber xwe ji dan û standin bi tevgera rêzaniya sûrî re û mixabin me ziyaneke mezin ji des wan peywendiyan dît , pwywendiyên te bi tevgera rêzaniya sûrî û bi taybetî  Ragihandina Şamê ya ku partiya me bi rolekî  bingehîn û çalak di wê xebatê de radibû, û tu jî wek serokê wê ragihandinê bû, Helwesta Ragihandina Şamê ji doza kurdî çibû li gor helwesta rikberiya niha ya ku hin aliyên kurdî heya roja îro di nav de mane?
Mamoste Hemîd : Mirov fedî dike ku bibêje ew wek ên niha bûn  Ragihandina Şamê ya rikber bi rastî ragihandineke niştimanî û aştiyane bû , Bi şêweyekî siyasî xebata xwe dikir , Dûrî çeka û karê çekdarî  Ragihandina Şamê bi şaristanî dixebitî , Me digot emê xebata xwe bi şêweyekî mirovî û şaristanî bikin û bila rêjîm me bigre û di zîndananke ne xeme , Lê bê şer û kuştin û Emê bêjin em demoqratxwazin û em xebatê dikin ji bo peydakirina heyameke Azad û Demoqrat ji vî welatî re.
Me wisa dest bi karê xwe kir û em gelekî bi serketin ,Me kongirekî xwe ji 163 endaman li Şamê li darxist , ji kesayetiyên gelekî bi nirx di Sûriyê de , Em 11 – 12 kurd jî di nav wan de beşdar bûn piştî dan û stanek dirêj li ser doza kurdî piraniya endamên kongir gelekî bi camerî alîkariya mafê kurd jî kirin , piştî me karê xwe bi dawî anî gotin divê em serokekî û du cîgira ji nav xwe hilbijêrin,Me serokek hilbijart Fîda Elhoranî bi derket û kesayetiyekî Ereb ez dam pêş û got ez dibînim ku bila Ebdilhemîd Derwîş bibe cîgirê serokê ragihandinê , bi tezkiye ez bi derketim 162 kesan dengê xwe da min tenê yek ma mixabin ew jî yekî kurd bû.
Piştre Ragihandina Şamê bi rêket û baş meşiya , piştî bi demekê  Fîda Elhoranî hat girtin û ji ber ku ez cîgirê yekem bûm Lewre ez bûm serokê  Ragihandina Şamê partiya me jî bi serbilindahî alîkariya girtiya dikir heya bi alîkariyên diravî partiya we  ji malbat û zarokên wan re şandine wek Elî Ebdella , Mîşêl Kîlo,Silêman Şemer , Enwer Elbinî , Ekrem Elbinî ,Riyad Sêf me meh bi meh pazdeh hezar didan zarokên wan ev partiya we dikir ne Ragihandina Şamê dikir.
Ragihandina Şamê miflis bû tiştekî wê tunebû , Rojekê min ji Riyad Sêf pirskir : Min got ma niha perê me çi hene vaye hevalên me tên girtin û hin ji wan direvin û zarokên wan birçîne ma wilo çêdibe ya Bavê Cewad , Bi min re got wele Hemîd 3500 werqê me heye , min jêre got law kiro ma Ragihandina Şamê bi 3500 tenê dibê got wele evin pereyên me , min got keremke ji tere vaye ev nîv milyon pê karê xwe bikin ,Tabî nîv milyon ên wê demê qîmetek xwe hebû.
Gotibû camêr li gelek cihan gotibû em tunebûn  Partiya Pêşverû û Hemîdê Hec Derwîş em kirin Ragihandina Şamê , wilo bû bi rastî me gelekî alîkariya wan kir , Gelê Kurd û tevgera kurdî ew kirin hebûn.
Pêşverû : Bi dirêjahiya salan Partiya me  xebitiye ji bo parastina nasnameya netewî ya kurdî û taybetmendiya doza gelê kurd li Kurdistana Sûriyê , herdem me banga Hevkarî û xebata hevbeş di nav tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de kiriye , Komîta Hevrêzî û Bereya Kurdistanî ya ku tu serokê wê komîtê bû xwezî tu vê xalê ji xwendevanan re zelal bikî?
Mamoste Hemîd :  Ez bi wûjdan bibêjim partiya me bi rolekî mezin lîstiye û xebateke bê hempa kiriye di parastina gelê kurd li kurdistana sûriyê , Ez vê yekê bi serbilindî dibêjim ku ne partiya me ba wê sed lîsk li serd kurdên sûriyê bimeşandana lê partiya me nehêştiye ,Di her pilanekê de ku xêrnexwaz û neyarên gelê me di dermafên kurdan de xwestine bikin  herdem Partiya Pêşverû bi mêranî  li hemberê deketiye û nehêştiye ew pilan û kiryarên xirab herin serî û a herî dawiyê ew bûyerên 2004an li Cezîrê çêbûne, xwestin herêmên kurdî wêran bikin û gelê kurd tune bikin lê dîsa Partiya Pêşverû nehêşt ku ev karê xirab herê serî , Lewre hinek casûsên muxabertan digotin Hemîd kurdan kedî dikê nahêle kurd şoreşekê çêkin bi rastî xerîb bûn yanê mirov matmayî dima şoreşê çi bavê min , dixwestin kurd karekî wisa bikin da ku ji xwere bikin behane û careke din gelê kurd tune bikin.
Ji bo hersê parçeyên kurdistanê  partiya me bi rolekî bingehîn rabûye û xebateke bê hempa kiriye di piştgiriya tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de û di vê derbarê de Partiya me , Ykîtî Niştimanî Kurdistanî Iraq , Partî Demoqratî Kurdistanî îran û Partî Sosyalîst a Kurdistana Tirkiye em her çar me komîta hvrêziya kurdistanî çêkir  û bi beşdarbûna Partiya Komonîst a Sûrî û  Partiya Komonîst a iraqî ew jî wek çavdêr bi mere bûn , Komîta Hevrêziya Kurdistanî bi rolekî baş rabû di danasîna doza kurdî li her çar parçeyên kurdistanê di nav civaka navdewletî de û bi taybetî yên sosyalîst de xwestin ku doza kurdî roj bi roj pêşde bidin û partiya me bi rolekî bingehîn di nav wê komîtê de hebû  ji ber ku em serokê wê bûn û me serkirdayetiya wê jî dikir , Piştî bi demekê û ji ber gelek sideman mixabin ew kar rawestiya û neçû serî.
Pêşverû : Peywendiyên partiya me bi tevgera kuŞêxo
tanî re çawa ne û bi taybetî bi partiyên kurdistana îranê re?
Mamoste Hemîd : Peywendiyên partiya me bi hemî aliyên tevgera kurdistanî re başin û sebaret bi partiyên kurdistana îranê re Peywendiyên me bi wan hevalan re gelekî başin.
Pêşverû : ji destpêka qeyrana sûrî de partiya me herdem daxwaza yekrêzî û yekîtiya helwesta kurdî kiriye ji li kongira niştimanî ya kurdî û ragihandina ENKSê û piştre Desteya Kurdî ya bilind û piştî bidawîbûna kongirê me yê çardemîn em daxwaza avakirina biryara rêzaniya kurdî li kurdistana sûriyê dikin û hîn jî tevgera me pareçeye bi nerîna te  sedem çine gelo?
Mamoste Hemîd : Sedem gelekin û sedemek herî zêde ez dibînim nezantiya meye wek min ji tere got zemanê Ehmedê Xanî çawa nezantî hebû mixabin hîn em ji wê xelas nebûne , Lê eger çi behane û sedeman peyda bikin  çênabe ku em li hev nekin û nêzî hev nebin di vê dema hestiyar û dîrokî de ya ku gelê me têre derbas dibe hêvîdarim di rojên bê de em karibin li hev bikin û karekî baş ji gelê xwe re bikin.
Pêşverû : Di 29 / 7 / 2014an de te daxwaza hevdîtineke şêwirdarî  ji aliyên tevgera kurdî û kurdistanî kir da ku li hember metirsiyên ku  kurd têre derbas dibin rawestin û nakokiyên di navbera tevgera mede çareser bikin, bi nerîna te mamoste ji çima ew daxwaz nehat pejrandin?
Mamoste Hemîd : Bi nerîna min kurd îro di qûnaxeke geleî xirab re derbas dibin ne tenê li kurdistana sûriyê û hew Lê belê li Kurdistan Iraq , Kurdistan îran û li Kurdistan tirkiyê jî , kurd gelekî ji hev belabûye ,Em wek Partiya Pêşverû me dît tê xwestin ku divê kongirakî Kurdistanî çêbibe lê mixabin çênebû ji ber ku PYD dixwaze bike a xwe lê ew jî ne raste û nayê pejrandin , Eger kongirekî kurdistanî çênebe gelê kurd û doza xwe ya netewî wî hîn zêdetir ber bi rewşek xirab here , Em wek Partiya Pêşverû xwediyê rolekî  erênî bûn di vê mijarê de, em daxwaza kongirekî netewî kurdistanî wekhev dikin ( Motewazin ) bêyî ku partiyek an parçeyekî kurdistanê vîn û siyasetên xwe li ser parçeyekî din bimeşînê mixabin heya niha ew daxwaza pêknehatiye , Ez bi wê hêviyê me ku di rojên bê de di qûnaxên bê de em ji vê rewşa parçebûnê xilas bin û careke din ez tekez dikim ku pêdiviya gelê me bi li darxistina Kongirekî Netewî Kurdistanî heye da ku em hemî bi hevre karibin astengî û nakokiyên xwe bi dawî bînin û asoyên çareseriyê ji doza netewî ya kurdî re bibînin.
Pêşverû : Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê wek dibistaneke xebatkarî xwedî rêbazeke hişmend di nav Kurdistana Sûriyê de tê naskirin û weke mînak di xebata kurdewarî de tê nîşandan mamosteyê hêja tu weke damezrenêr û sekreterê vê partiya xebatkar û leheng bi nerîna te çi ji heval, kadir û xebatkarên partiya me têxwestin di rojên bê de?
Mamoste Hemîd : Ez wek hevalekî we û wek sekreterê partî ji hevalên xwe yek bi yek dixwazim ku  nebin xwediyê siloganên derewan , nebin xwediyê siloganên qebe û vala , Partiya Pêşverû bimînê  wek  dibistaneke xebatkarî  ji miletê xwe re mafê kurd biparêze , hebûn û nasnameya netewî ya kurdî biparêze ,Berjewendiya gelê xwe bikin armanc û xebata xwe bikin û nekevin dewsa wan kesên ku berjewendiyên xwe yên kesane diparêzin , berîka xwe diparêzin.  
Ez bi hêvîme ji Partiya Pêşverû bimînê ew dibistana paqij ji gelê kurd re û bi şêweyekî rast berevaniyê di ber mafê kurdan de bike û biparêze ne bi derewa , Rojek werê wê xelk şer bikê da ku cihê xwe di nav partiya we de bibîne.
Hêviya min ji xebatkarên Partiya Pêşverû ewe ku  bi dilsozî û bi mêranî xebata xwe bikin û ew herdem hilgirê doza xwe ya netewî û ala kurdî bin û wek şêra di rêya xebatê de bimeşin û rêveçûna hevalên xwe bi dawî bînin heya ku hûn gelê xwe ji bnidestiyê rizgar dikin û dighên mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
Pêşverû : Dûrî siyasetê mamoste xweştirîn roj di jiyana te ya siyasî û kesane de çiye?
Mamoste Hemîd : Eger ez rast bibêjim û ji bo ku ez dilsoz bim bi xwere û bi xwendevanên rojnameya pêşverû re bi xwedê min rojek xweş di jiyana xwe de nedît , Rewşa min ne baş bû.
Lê tevî vê hawî jî ez gelekî kêfxweş bûm dema ku fidraliyet ji Kurdistana Iraqê re bi cî bû ji ber ku min got ew fidraliyet wê bibe nigeha avakirina kurdistana mezin û ez hîn li ser wê hêviyê me , Di dema rêfrandomê de jî min got divê ev fidraliyet were parastin wek sala 1970 nebe aniha  jî ez dibêjim ku ev fidraliyet were parastin wê bibe bingeheke xurt û wê rojekê kurdistana mezin jî çêbibe.
Pêşverû : Di jiyana tede şêst  sal ji karê rêzanî û xebata partîzanî di rêveçûna jiyana teya partîzanî de tiştê herî zêde tu lê poşmam bûyî çiye?
Mamoste Hemîd : xwezî te ev ji min ne pirsiya Têştê herî zêde ez lê poşmam bûme ewe ku min hevaltiya hin kesan kir û ew kes jî ne hêjayê hevaltiyê bûn
Ez di nav xebatê de bi gelek hevalên xebatkar û Dilsoz re xebitîm , Lê di nav xebata min de hinek însanên gelekî zikreş ketin nav me û berê me dan tiştê xirap ez li wê poşmanim wekî din ez li tiştekî xwe ne poşmanim ji ber ku min ji xwe re pejrandiye ez  jînek wilo bijîm û feqîrtiyê derbaskim , Ez xwedî pere bûm , xwedî siware bûm , xwedî gund bûm  tabî ew gişt çûn , Roja bera min dan ez reviyam min zanîngeh hişt , tivingek minî delal hebû ji bîra min qet narê heya ku ez xweşim  pêrno ya dirêj hêjayî welatekî bû birin bavê min pê ketibû gelek şera , Dabancak min hebû  birin , Siwareyek me hebû pontiya heşt silindir ew jî birin.
Ez ne poşmanim yanê min wisa li ser xwe qebûlkiribû ji ber ku roja ez ketim xebatê min baş zanî ku ev tişt li benda min e.
Di rewşa xebata bi dizî de, ez neçar diman ku xwe ji ber çavan bidin alî , wê demê rojê sê caran Sibe , Nîvro , Ệvar min nanê tisî û çayê dixwar û pir caran sipiyan canê min dixwar sipî pirbûn wê demê , Ez dihatim malina min xwe dişuşt camêra sipî ji min dukujtin , Ez li wê jî ne poşmanim.
Dîsan ez dibêjim :Tenê ez li tiştekî poşmanim min hevaltiya hin kesan kir û ew jî ne hêjayî hevaltiyê bûn û ji ber vê yekê ez gelekî dilêşim , Lê li hemberê tiştê ku li ser min sivik dike û ez pê serbilindim ewe ku bi ez bi hevalin din re xebîtim hevalin Qehreman , Dilsoz , cefakêş û xebatkarên bi nav û deng bûn û ew jî bi hezaran e û yên berî wan jî bi sedan bûn , Ez serkeftinê ji wan hevalên xwe yên hêja re dixwazim û wê bi serkevin jî ji ber ku ne mumkine partiya me bi sernekevin û  partiya pêşverû wê bibe yek ji xwediyên sûriyê.
Pêşverû : Mamoste tu jînegariya xwe dinivîsî lê hîn te dest pênekirî?
Mamoste Hemîd : Ez nanivîsim , Min yek nivîsî bese ji ber ku ez binivîsim ezê pîs binivîsim lewre ez nenivîsim baştire.
Pêşverû : Şêst sal xebat li dijî zordariyê , Şêst sal xebat û berevanî di ber doza netewî ya kurdî de, Piştî ev geşta jiyanê ya dirêj gelo xewin û hêviyên mamoste Hemîd Derwîş çine?
Mamoste Hemîd : Ez wek însanekî kurd ez wê hêviyê dikim Kurdên Tirkiye , Kurdên îranê , Kurdên Iraqê , Kurdên Sûriyê , Kurdên Iraqê gihaştin fidraliyetê kurdên parçeyên din jî di qûnaxa yekem de bighên mafên xwe em wî mafî biparêzin,pêşde bidin û hêdî hêdî xwe amede bikin ji avakirina Kurdistana mezin re. Hêviya min ewe di dunyayê de , Ez dibêjim eger kurdên Kurdistana Tirkiye bighên mafên xwe û wî mafî pêşde bidin xwe hazir bikin Kurdistan wê demê dikeve nav desên me , Bila xuya bê yanê ez dibêjim rojên ku ji pêre tên Tirkiye bi vê zordariyê , bi vê dîktatoriyetê namîne ,îran bi vê dîktatoriyetê namîne wê guherînên mezin di van herdu dewletan de çêbibin wek ku çawa di iraqê de çêbûn wê kurd jî fidraliyetekê bistînin,Sûriyê heta bi heta (île Elebed ) di bin destê Bes de namîne wê kurd mafê xwe li Sûriyê jî bistînin û wê demê hêdî hêdî bingeha dewleta Kurdistan çêbibe.
Pêşverû : Gotina te ya dawiyê ji xwendevanên Rojnameya Pêşverû re?
Mamoste Hemîd : Ez ji Rojnameya Pêşverû re pêşketinê dixwazim  hêvîdarim ku xwendevanên rojnameya pêşverû roj bi roj zêdetir bibin li ser pêşverû rawestin , Bixwînin û rexneyên xwe jî bidin û bêjin ev çewtiyên wene da ku hûn li pêş wan çewtiyan rawestin û çareser bikin.
Ez ji desteya sernivîser dixwazim ku hûn rojnameya pêşverû bikin çirak bikin ronahiyek  di şevek tarî de li pêşiya gelê xwe , siyasetk rast bidin pêşiya gelê xwe û tu carî xelkê bi tiştên bê wate razî nekin , Bila partiya we hindik be , Bila partiya we bi çûk be bes bila partiya we xwedî nerînek siyasî rastgo be , Destên mirovên pîs mekin nav xwe , Bila hûn deh kes bin bes bila hûn paqij bin , Bila hûn deh kes bin bes bila hûn însanin xebakar û dilsoz bin ji welatê xwe re ji miletê xwe re û ez bi hêvîme rojnameya we roj ji rojê zêdetir pêşve here.
Ez serkeftinê ji tere dixwazim
Ez serkeftinê ji Rojnameya Pêşverû re dixwazim û hûn saxbin.
Pêşverû : Gelek spas ji bo van Agahiyan mamoste Hemîd Derwîş bi hêviya tenduristiyeke baş  û temenekî dirêj ji bo te û  tu her bijî di evîna welat û miletê xwe de , Spas xweş
Hevpeyvîn : Hişmend Şêxo

Pêşverû : Peywendiyên partiya me bi tevgera kurdistanî re çawa ne û bi taybetî bi partiyên kurdistana îranê re?

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket