Deriyê Sêmalka bûye astengiyek li pêş jiyana xelkên Rojavayê Kurdistanê
Rêportaj 12:29 PM - 2021-07-04Deriyê Sêmalka bûye astengiyek li pêş jiyana xelkên Rojavayê Kurdistanê
Piştî civîna Hewlêr di 2012`an de ku di navbera Encûmena Gel yê Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî de hatibû lidarxistin deriyê sînorî yê Sêmalka ( Fîşxabor )ku wek xaleke navneteweyî tê naskirin hat vekirin, ji bo tevgera bazirganî û rewşên mirovahiyê û revandina welatiyên Sûrî ji şer û ceng ber bi Herêma Kurdistanê ve ji bo dabînkirina jiyaneke ewle, tê bikar anîn, bi taybet piştî girtina deriya Yarubiyê bi sedema Vîtoya Rûsî.
Amerîka deriyê ji bo gihandina alîkariyên mirovî û leşkerî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk yên li bakurê Sûriyê re ji bo şerê lidijî DAÎşê bikar tîne. Herweha xelkê Rojavayê Kurdistanê jî wê qapî ji xwe re wek devereke rizgarkirinê ji jiyana zehmet a li Sûriyê dibînin.
Di sala 2020`an de ji ber belavbûna vîrusa korone , rêveberiya deriyê Sêmalka biryara girtinê da û tedbîrên xweparastinê wergirtin tenê 2 roj destnîşan kirin ji bo kesên ku kerta nîştecîbûna Êraqê pêne karibin vegerin başûrî Kurdistanê lê tevgara bazirganiyê her berdewam bû.
Di meha Hizêran 2021`an de rêveberiya deriyê sêmalka ji aliya Sûriyê ve biryara girtina deriyê bi temamî da, ji ber ku rêveberiya li aliyê Herêmê mercên nuh ji bo derbasbûna xelkê danîn ku pêdiviye ew kesên ku dixwezin derbasî Herêmê bibin hemû agahiyên derbarê jiyana xwe radestî rêveberiyê bikin û piştre wê bersiv ji wan re were heger dikarin derbas bibin yan na, Ev yek ji aliyê rêveberiya deriyê ya Rojava bi tundê hat red kirin ji ber ku diyare ku ev tedbîreke stixbaratiye berî ku tedbîrwergirtin be.
Derbarê vê mijarê de jêderek ji Rêveberiya deriyê Sînor a Sêmalka di daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re got di 23 Hizêran de qapî li pêş tevgera bazirganiyê û nexweşan û xwedî kertên nûştecîbûna biyanî û derbasbûna bûkan ji rojava bo Herêmê hat vekirin ku divê ew serdana rêveberiya vîzeyên derbasbûnê li Qamişlo bikin da ku karûbarên rêwîtiyên xwe bicih bînin, wê 48 demjimêr rawestin da ku daxwazê wan yê derbasbûnê ji Herêmê ve were pejirandin, destnîşan jî kir ku tenê astangî li pêşya xelkên ku ji Şehba û Kobanî tên heye , welatiyên li Qamişloyê rastî ti pirsgirêk natên û dikarin bi asanî derbas bibin.
Di dema pirsyara me ji hemen jêder di derbarê eger wê ti deriyên din yê sînorê vebin yan na, amaje bi wê yekê kir û got me gelek car daxwaza vekirina deriya fermî ya Yarubiye " Rebîa" kir û di civîna Rome de tekez li ser hat kirin lê Vîtoya Rûsî jêre bû astengek ,piştrast kir ku tevgereke Ewropî jibo vekirina wê heye .got em bi hêvî bûn ku meşandin karê li Sêmalka bi awayeke baştir birêve biçûya lê mixabin ku em nikarin bighînin ti peymanê.
Welatî jî dibêjin ku ew heya niha sedema girtina qapiyê Sêmalka nizanin li gorî ku ji herdu aliyan ve di bin kontrola kurdan tê birêve birin û dibêjin ku çawa rê li pêşiya gelê ku şerê DAÎŞê kiriye û qurbanî dane digrin, bang li Neteweyên Yebûyî dikin ku deriyên mirovahiyê li pêşiya wan vekin û xwedî berpirsyar be ji ber ku girtina derî astangiyê ji wan re di warê aborî û tenduristî de bi taybetî çêdike û divê rewşên mirovahiyê ji berjewendiyên siyasî bikin ,têkilî yek nekin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
09:15 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
06:04 PM - 2024-05-08
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
03:43 PM - 2024-05-08
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
10:49 PM - 2024-05-07
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
10:07 PM - 2024-05-07
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
Kurdistan 10:49 PM - 2024-05-07 -
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
Kurdistan 10:07 PM - 2024-05-07 -
Komîsyonê karê darayî û teknînî ya ji bo hilbbijartinên Parlematoyê rawestand
Kurdistan 10:32 AM - 2024-05-08 -
Yekîtî îtirazê li biryara rawestandina rêkarên hilbijartinên parlementoyê dike
Kurdistan 12:43 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Kurdistan 03:43 PM - 2024-05-08 -
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08 -
Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-08