Li Tirkîyê di sala 2020an de 300 jin hatine kuştin
Jin 07:44 PM - 2021-01-03.
Platforma Rawestandina Kuştina Jinan “Rapora 2020” weşand. Li gorî vê raporê di sala 2020 an de 300 jin ji alîyê mêran ve hatine kuştin û 171 jin jî bi şik mirî hatine dîtin.
Li gorî vê raporê di nav 81 şarên Tirkiyê de di 17 şaran de kuştina jinan nehatîye tespîtkirin. Di şarên din de jî li Stenbolê 42, Îzmîrê 26, Eqerê 15, Antalyayê 13, Mersînê 13, Konyayê 11, Dîyarbekirê 10, Edeneyê 10 û şarê mayîn de jî ji dehan kêmtir jin hatine kuştin.
Di meha Berfanbara 2020an tenê de 23 jin hatine kuştin. Kiryarên vanan jî wihaye: 7 jin ji alîyê zilamên wan, 6 jin ji alîyê evîndarê wan, 3 jin ji alîyê mêrê wan yên berê, 3 jin ji alîyê bavên wan, 3 jin ji alîyê kurên wan û 1 jin jî ji alîyê zilamekî bi nas hatîye kuştin.
Di Rapora 2020 an de şiklê kuştina jinan jî cûr bi cûr tên dîyarkirin. Li gorî vê dîyarkirinê 170 jin bi çek, 83 jin bi kêrê, 26 jin bi xeniqandinê, 10 jin bi lêxistinê, 2 jin bi şewitandinê, 1 jin bi madeyên kîmawî û 1 ji ji cîyê bilind bi avêtina xwarê hatîye kuştin.
Di navbera reqemên Platforma Rawestandina Kuştina Jinan û Wezareta Karê Hundir yê Tirkiyê de cûdatîyek heye. Li gorî Wezirîrê Karê Hunir Suleyman Soylu di sala 2020 de 266 jin û di sala 2019 an de jî 336 jin hatine kuştin.
Parlementer û Berdevka Meclisa Jina ya HDP Ayşe Acar Başaran vê tabloyê wek beranberî jina tabloyeke şer nîşan dide û wiha dibêje:
“Îro tabloyeke şer li hemberî me jinan heye. Eva ne pêvajoyeke ji rêzê ye. Desthilatî ji bo ku berpirsyarîyê ji ser xwe bavêje jinan tewanbar dike û hejmara kuştina jina kêm nîşan dide.”
PUKmedia-VOA
hewal ziyatr
-
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:35 AM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12 -
Xanima Yekem: Desteserkirina mafên her welatiyekî dijberî xwezaya civakê ye
11:48 AM - 2024-05-11 -
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09
zêdetir tamaşe bike
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
02:00 PM - 2024-05-13
Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
01:51 PM - 2024-05-12
Serok Bafil: di rêvebirina welat de bi hevkariyeke rasteqînî bawer in
06:33 PM - 2024-05-11
Giliyek pêvajoya demokrasiyê têk dide
03:48 PM - 2024-05-11
zortrin xwendraw
-
Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
Êraq 01:51 PM - 2024-05-12 -
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
Kurdistan 02:00 PM - 2024-05-13 -
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
Kurdistan 02:10 PM - 2024-05-13