MAM.. LI ŞAM (35)

Nêrîn 10:07 AM - 2023-09-17
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Komîta amadekariyê ya hemahengî û tevkariyê)
Elî Şemdîn
Ne veşartiye, pirojeyekî kurdistanî giring mîna pirojeyê (Komîta hemahengiya kurdistanî), ku hatiye pêşkêş kirin bi armanca yekxistina tevgera kurdî li hemî parçeyên kurdistanê, û bi mebesta avakirina şêweyekî ji şêweyên hemahengî û tevkariyê di navbera aliyên kurdî de, û li ser bingeha bernameyekî kurdistanî giştî ku taybetmendiyên her parçeyekî ji yên kurdistanê li ber çavan bigire, û  ji aliyê hin kesayetiyên kurdistanî yên karêzmî ve tê birêve birin, mîna (Mam Celal, û Ebdulrehman Qasimlo, û Kemal Burqayê û Ebdul Hemîd Derwîş), û bi alîkariya hin navdarên komonîstî, mîna (Xalid Begdaş, û Ezîz Mihemed), bê goman diyar bû ku ev piroje wisa bi hesanî û bi bê kêşe deras nabe û naçe serî.  

Di sala (1980)’de, komîta hemahengiyê ya kurdistanî, civîna xwe ya pêşî li Şamê li darxisti, û di wê civînê de komîteyek bi navê (komîteya amadekar), damezirand, erkê wê amadekarî bû ji bo li darxistina civîna partiyên kurdî û kurdistanî yên pêşverû, û komîta amadekar yekser dest bi pêwendiyên xwe kirbû li gel van partiyan, nexasim ewên ku li Şamê nûneratiya wan bi xurtî hebû, ji bo ku wan agahdar bikin bi sedemên çêkirina vê komîteyê, û her wiha ji bo armancên wê jî bi wan aliyan bidin nasîn û zelal kirin, ku ew armanc di yek xalê de dihatin diyarkirin ew jî xwe amadekirin bû ji bo li darxistina civîneke giştî bi mebesta komkirina wan partiyan û yekxistina xebata wan ya netewî û niştimanî di yek çarçewê de, lewma vê komîteyê gelek civîn û hevdîtin kirin li gel partiyên kurdî bi omîda ku li gel hev bigihin têgihiştin û li hevkirineke hevbeş, û Ebdul Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Tevgera kurdî li Sûriya di bin roniyê de), dibêje: (Lê belê ev kar bê astengî û kêşe derbas nebû, û komelek partiyên kurdî helwîstên nerênî û nîgetîv beramberî vê komîtê nîşandan, bi behana ku ev komîte bêyî wergirtina nerîna wan hatiye çêkirin, êdî ewan jî hemî hewildanên xwe kirin ku wê komîtê têk bibin û hilweşînin, her wiha herdû partiyên komonîst, ya turkî û ya îranî, ji alî xwe de razînebûn tevkariyê li gel vê  komîteya amadekar bikin, bi behana ku ev komîte bi nasnameya xwe netewepereste, û yê wan jî bi nasnameya xwe partiyên navnetewî ne!!?.. ev ji bilî ku ev komîta amadekar bûbû armanc û nîşan ji tîrên hin alî û navendên ne kurdî re, û bi taybet ji wan dewletan re ku kurdistan di nav xwe de parçekirine, yên ku dest bi liv û tevgerê kirin li vir û li wê ji bo ku astengî û keleman têxin pêşiya wê de, û ji bo ku vê komîteya amadekar têkbibin û hilweşînin..).

Ya giring ewe ku Ebdul Hemîd Derwîş ji hevdîtina Dr. Ebdul Rehman Qasimlo vegeriya, ku di sala (1980)’de, wî ew li navçeya (Wawan), li kurdistana îranê dîtibû û li gel civiyabû, û piştî ku Derwîş vegeriyabû wî encamên vê hevdîtinê ji Mam Celal û ji endamên dinê yên komîteya hemahengiya kurdistanî re diyar kir, û helwîsta erênî ya Dr. Qasimlo û partiya wî ji komîta amadekar re veguheste û ronî kir.
Li ser bingeha van pêwendiyan, biriyar hate sitandin ku roja civna yekem ya komîteya amadekar were nîşankirin, ew jî li Şamê di dema (19- 24/11/1980)’de, hatibû li darxistin, bi amadebûna: (Yekîtî niştimanî kurdistanî, û partiya sosiyalista kurdistanî- PSK û partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya), herwiha bi amadebûna herdû partiyên komonist ya sûrî û ya îraqî, lê (partiya demoqrata kurdistanî- îran), amade ne bûbû di vê civînê de, û di vî warî de Derwîş di pirtûka xwe de dibêje: (Mamoste Ezîz Mihemed pêşniyarî vê civînê kir ku min wek berpirsê komîta amadekar destnîşan bikin, û heryek ji Mam Celal û mamoste Kemal burqayê jî li ser vê pêşniyarê erêkirin.. êdî di encamê karên berê de û di encamê pêwendiyên berdewam ku di navbera van her şeş partiyan de çêbûbûn, komîta amadekar hate damezirandin û erkê wê jî ew bû ku amadekariyê bike ji bo li darxistina civîna partiyên kurdistanî yên pêşverû..).

Her di çarçewa van karên himbiz û bi tov de ku hatin kirin ji aliyê endamên komîteya amadekar ve ji bo bi serxistina hewildanên vê komîtê, van endaman civîneke berfireh kirin li gel Xalid Begdaş (Emîndarê giştî yê partiya komonista sûrî), û ew civîn li mala Begdaş hatibû li darxistin li Şamê di havîna sala (1981)’de, û yên wê çaxê beşdar bûbûn di wê civînê de, ev kes bûn: (Celal Talbanî/ Sekretêrê yekîtî niştimanî kurdistanî, Ezîz Mihemed/ Seketêrê partiya komonista îraqî, Kemal Burqayê/ Sekretêrê partiya sosiyalista kurdistanî- PSK, Ebdul Hemîd Derwîş/ Sekretêrê partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya, Kerîm Ehmed/ Endamê mekteba siyasî ya partiya komonista îraqî û  Remo Şêxo Ferha/ Endamê mekteba siyasî ya partiya komonista sûrî), lê nûnerê (Partiya demoqrata kurdistanî- îran), beşdarî vê civînê nebû, û di dawiya civînê de Xalid Begdaş soz dabû ku ewê hemî hewildanên xwe bide ji bo piştgîriya karê komîteya amadekar bike û li tenişta wê bisekine, ji ber ku ew bawere ev komîte xebatê dike ji bo pirsa rewa ya miletekî bindest di vê navçeyê de.

Û di wê hevdîtina berfireh de ku endamên komîta amadkar li gel Xalid Begdaş kiribûn, Mam Celal li ser babetê tevkariya di navbera komîta amadekar û partiyên sosiyalista navdewletî (Sosiyal Intirnaşiyonal)’de, ji Xalid Begdaş pirsî, û Derwîş li ser vê pirsê di pirtûka xwe de dibêje: (Bersiva Begdaş li ser pirsa Mam Celal erênî bû, û Begdaş got: Bi nerîna min hûn pêwendiyan bikin li gel partiyên sosiyalista navdewletî ji ber du sedeman, yek ji wan ewe: Ev partî hêzeke siyasî mezin li ewrûpa û li cîhanê nîşan didin, û hûn jî di karin ji wan partiyan sûdê werbigirin eger têkilî û tevkarî di navbera we de dirust bibe, û sedema diwem jî ewe: Alîkariya we li gel wan partiyan bê goman wê partiyên komonist jî han bide ku nêzîkî we bibin û ber bi we ve werin û piştgîriya we bikin, û wê alîkariya bikin, û bi her hal pêwendî û alîkarî di navbera we û van partiyên sosiyalista navdewletî de bê goman giring û bi sûde ji were..).

Bi rastî ev helwîsta Xalid Begdaş, helwîsteke aza û bi wêr bû, ku wê çaxê ew sekretêrê partiya komonista sûrî bû, û ew ji aliyê kurdan ve di hate naskirin bi nerîna xwe ya Kosmopolîtî derbarê netewa xwe ya kurdî, û her wê çaxê ew di hate bi navkirin bi navê (Ragirê komonistên ereb), lê tevî wê jî helwîsta xwe eşkere got û tekeze kir li ser giringiya pêwendiyan li gel (Sosiyalista navdewletî), di demekê de ku komonistan ta wê çaxê hîna jî (Sosiyalista navdewletî), û (Impiriyalista Cîhanî), mîna herdû aliyên yek lîreyî dihejmartin, û bê goman ev helwîsta Begdaş ya berpirsyarane Mam Celal û şanda li gel wî matmayî hiştibûn, û ewan jî her bi berdewam staiyşa vê helwîsta wî bi rêz dikirin, û pesnê wê jî didan.

 

PUKMEDIA 

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket