Li Dêrezorê çi rû dide û çi dibe?

Nêrîn 11:36 AM - 2023-09-11
 Fethulla Huseynî

Fethulla Huseynî

Fethullah Huseynî
Piştî jinavbirina dewleta xîlafeta îslamî û azadkirina gundewarên bakur û rojhilatê Dêra Zorê, piştre avakirina meclîsên leşkerî dest pê kir, ku di nav wan de meclîsa leşkerî li Dêra Zorê û bi navê Ehmed El-Xebîl (Ebû Xewla) ji bo hevserokatiya vê encumenê hat destnîşankirin ku endamek eşîra "El-Akîdat" e û di heman demê de li Dêra Zorê di çarçoveya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Meclîsa Sivîl hate avakirin.

Rewş li hemû navçeyên Rêveberiya Xweser di nav de herêma rizgarkirî ya Dêrezorê aram bûye û Rêveberiya Sivîl di hemû warên tenduristî, perwerde, aborî, xizmetguzarî, civakî û çandî de dest bi xebatên xwe kiriye û di hemû waran de pêşkeftin bi dest xistiye. lê hêzên dijminên Rêveberiya Xweser, bi pêşengiya Tirkiye, Îran, rêjîma Sûriyê û şaneyên DAIŞ'ê li dijî vê yekê bûn û saetekê jî bêdeng neman, lewma dest bi danîna kamployan û kurên êlên Ereban xapandin û pirsgirêk û alozî derxistin, yek ji destkeftiyên herî metirsîdar ên van hêzên dijmin binpêkirina encumena leşkerî ya ku Ehmed El-Xebîl nûnertiya wê dike bû û xwe veguherand mîrekî ku ji mîrên DAÎŞê cudatir nine û dest bi çewsandina xelkê û mezinên êlan kirin û xelk teşwîqî bazirganiya madeyên hişber, û qaçaxçîtiya di navbera herdu qiraxên çemê Firatê de kir, û ya herî metirsîdar di van hemûyan de peywendiya wê bi Tirkiyê û rêjîma Sûriyê re bû, û Derfet çêbû ku bi hev re şerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin.

Serkirdayetiya HSDê sînorek ji vê diyardeya metirsîdar dînena ji ber nêrînên wê bi xw, cezanekirina Xabîl û hin kesên din di dema xwe bû sedema alozbûna rewşê û zêdekirina metirsiyan, û dema ku serkirdayetiya "HSD" biryar da ku pêwîste van metirsiyan çareser bike û El-Xebîl û çend kesên din jî li gel wî bin Serhildan mezin bû û zemînek komployê çêbû ji ber destwerdana rasterast a rêjîma Sûriyê, Tirkiyê û çeteyên wê û şanên DAIŞê yên ku ji rewşê sûd werdigirin û komên çekdar ava kirin.
 cezakirina “El-Xebîl” pêdiviyeke pêwîst bû, yekem ji bo paqijkirina xelkê herêmê ji xirabiyên wî, û dûyem ji bo pûçkirina pîlanên ku ji aliyê dijmin ve dihatin çêkirin, lewma proseya “pêşxistina ewlehiyê” ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve dest pê kir, bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî, ji bo rawestandina aloziyê û vegerandina aramiyê, û tiştê ku niştecihên herêmê pê ve girêdayî ye, ku HSD karibe tiştan vegerîne rêzê, û ew bikarin qeyranê birêve bibin.
Tiştê ku li Dêrezorê qewimî û hê jî diqewime, ti pêwendiya wê bi ti nakokiyên erebî-kurdî re nîne, belkî pêvajoyeke bibiryar e ji bo rizgarbûna ji serhildêran li dijî yasayên aramiyê.


PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket