Xwepêşandanên Suweyda û Derayê Sûriyê vedigerine sala 2011an

Nêrîn 12:30 PM - 2023-09-06
 Fethulla Huseynî

Fethulla Huseynî

Fethullah Huseynî
Berî pênc hefteyan, tevgera aştiyane ya gelêrî li parêzgehên Dera li başûr, û Suweyda cihê civaka Dirzî li navenda Sûriyê, li dijî siyasetên aborî yên Şamê di bin tirsa berfirehkirina wê bo asêgeha serokê rêjîma Sûriyê, herêma "beravî" û "Laziqiyê" di heyama tirsa cidî ya kesên ku karûbarên Sûriyê dişopînin ku ev xwenîşandan dê bikşînin qonaxa sala 2011an, û Xwepêşander dê bikevin nav xefikên nakok ên ku ji alîkî ve desthilatdarî û dezgehên wan yên ewlehîyê armanc dikin û ji alîyê din ve jî Tirkiyê û amûrên wê yên Îxwanan armanc dikin.

Pêşketinên meydanî li wan her du parêzgehan, bertekek e li hember rewşa aloz a ku tevahiya civaka Sûriyê têde dijîn ji ber têkçûna rewşa giştî ya aborî û nebûna hesta aramiyê di nav welatiyan de, ku ew taliya  şerê ku welat hilweşandiye û zêdetir ji nîvê xelkê koçber kirine de dijîn , di heman demê de li hember vê rewşa metirsîdar, desthilatdarên Şamê neçar in ku çareyan bibînin, ango sifir destpêşxerî.
Di heyama xirabbûna aborî de, Sûriyê bi giştî divê dest bi qonaxeke zelal bike ku erka wê bidawîkirina pevçûnê ye, û ragihandina pêngavên siyasî yên watedar li gorî demnameyekê, ji bo misogerkirina veguhestina welat a demokratîk û damezrandina nîzama destûrî ya nû ku sîstemek  demokratîk ku dadmendiyê ji bo hemûyan pêk tîne saz dike, li şûna ku xwenîşandanên aştiyane veguhezîne ber bi qîrîna dirûşmên mezhebî yên ku di eslê xwe de sedema tevgera şoreşgerî di sala 2011 de bû.
Li gorî ku tê ragihandin, xwepêşandanên Suweyda û Deraayê tires li cem  berpirsên Sûriyê çêdike ku dê li navçeyên beravên ser Deryaya Sipî ku asêgehên kêmîneya mezheba elewî ya ku Esed pêve girêdayî ye belav bibin, û ev yek dê bandoreke neyînî li hemû navçeyên
 Sûriyê bike. bi taybetî navçeyên rêveberiya xweseriya kurdî hene ku ji bo hemû pirsgirêkên heyî projeyên çareseriyê pêşkêş dikin. Lê belê ne cidiyetbûna rêjîma Şamê û pêbendbûna wê bi çareseriyên derve her ku diçe aloziyê kûrtir dike û berdewamiya xwepêşandanên Suweyda û Dera tê wateya ku herdu parizgehanbixe berdem derfeteke din ji destwerdana herêmî û welatên herêmê bi hemû hêza xwe li ser têla taîfiyetê lîstin ta ku welat gihandine rewşa xemgîn ku niha tê de ye, lewma Sûriyê rojane dest bi nîşandana dîmenên trajîk kir û wêneyan belav dike Trajediyek ji bo hemû cîhanê di nav nebûna vîna navdewletî ji bo çareserkirina qeyranê, û nebûna nexşeyek ji bo çareserkirina kirîza navxweyî.


PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket