MAM.. LI ŞAM (33)

Nêrîn 09:49 AM - 2023-09-03
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Nûnerên Yekîtî Niştimanî Kurdistan, li Şam)
Elî Şemdîn
Şam mîna wistgeheke istratîcî giring bû di çarçewê tora pêwendiyên giştî de ku yekîtî niştimanî kurdistanî ji roja damezirandina xwe ve ava kiribûn, û bingeheke serekî bû ji bo rêkxistina van pêwendiyan li gel hikûmeta sûrî û li gel tevaya tevgera siyasî li welêt, yên kurdî û yên erebî, ev ji bilî ku Şam mîna kenaleke serekî bû ji pêwendiyan re li gel nûneratiyên dewlet û tevgerên erebî yên ku wê çaxê li Şam diman, bi taybet tevgera filestînî, herwiha bûbû pirek kadirên (YNK), û serkirdayetiya wê di ser‘re ber bi ewrûpa ve derbas dibûn, di demekê de ku hemî derî li pêşiya Mam Celal û partiya wî girtî bûn, lewma dereng neman û zû nivîsgeha xwe li Şam vekirin, û baştirîn kadirên xwe destnîşan kirin ji bo ku li wir kar bikin, û di hemî qonaxên pêwendiyan de di navbera Mam Celal û Şam de ew nivîsgeh bûbû mîna baliyozxaneyekê karîger, û dagirtî ji vîn û tîn û çalakiyan..

Piştî damezrandina yekîtî niştimanî kurdistan li Şamê di (1.6.1975)‘de, desteya damezrêner civîna xwe ya yekem bi serokatiya Mam Celal di (17.12.1975)‘de li darxist, û ji biriyarên ku di vê civînê de hatin sitandin, biriyara destnîşan kirina Dr. Fû’ad Me’isûm bû wek yekem berpirsê pêwendiyên giştî yên (YNK), li Şam, bi alîkariya Adil Mûrad, ku ew jî hatibû destnîşan kirin wek berpirs ji pêwendiyên derve re, vaye Adil Mûrad di pirtûka (Dostên Tuleytila)‘de, vê yekê dibêje: (Ez- mebest jê Adil Mûrad- hatim destnîşan kirin di vê civînê de ji bo erkê rêvebirina pêwendiyên derve.. û erkê pêwendiyên giştî li Şamê hate sipartin ji bo Dr. Fû’ad Me’isûm..), ji xwe Dr. Fû’ad pêştir nûnerê şoreşa kurdî bû li Qahîre, û pêwendiyên wî yên berfireh hebûn li gel navenda erebî, û bi taybet ya misrî, çimkî wî xwendina xwe ya bilind li zankoya Ezher bi dawî anî bû, û her ji wir dîbloma dektora jî bi dest xwe xistibû.

Dr. Şehzad Sayib pirsiyaretiya pêwendiyan li Şamê ji Dr. Fû’ad wergirt di sala (1979)‘de, ta (Tebaxa sala 1982), êdî Dr. Şehzad ji Şamê diçe Holenda cem malbata xwe ku li wir dijiyan, û Daro Şêx Nûrî ev post ji Dr. Şehzad wergirt û bû berpirsê pêwendiyan li Şamê ta ku giftûgoyê bi Sedam Hisên re destpêkiribû, êdî desthilatdarên Şamê astengî li pêşiya çalakiyên wan dirust kirin, û fişar dane ser wan, û di dawî de desthilatdarên Şamê biriyar dan nivîsgeha pêwendiyên (YNK), bigirin, wisa jî dergihê mala Mam Celal li Şam hate girtin di sala (1984)’de, û di vê derbarê de Nermîn Osman (Hevjîna Daro Şêx Nûrî), di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Li ser roniya heyvê, me xewnê welat di hûnan): (Me Wê çaxê êdî biriyar da ku em ji sûriya derkevin, ji ber ku rêjîma sûrî bi eşkere digot: Ji nûnerên yekîtî nîştimanî kurdistan tê xwestin ku ji sûriya barbikin û derkevin, û eger ew bixwazin bere wek penaber bimînin, yan jî divê ji vir herin ciyekî ku ew bixwazin, û di kanûna yekê de ji sala 1984, em û malbata Ebdul Rezaq Feylî.. Ji Şamê em çûne Siwîd, û malbata Dr. Fû’ad Me’isûm jî çû ber bi London ve.).
Di pêwendiyeke telîfonî de, ku me di (21.8.2023)’ de li gel nûnerê yekîtî nîştimanî kurdistan (Ebdul Rezaq Tewfîq Koyî), kiribû, di wê pêwendiyê de ew li ser girtina dergihê vê nivîsgehê ta sala (1987), axivî û got ku ew bixwe êdî carek dinê vegeriya Şamê, û li paş hatina wî êdî şandek hate şamê pêkhatibû ji (Noşîrwan Mustefa, Kemal Xoşnaw, Mûlazim Umer û Dr. Xisro Xal..), û Ebdul Rezaq Tewfîq berdewam kir û got ku wê çaxê hate rêkeftin li ser ku nivîsgeha (YNK), careke din li Şamê were vekirin bi serpereştiya (Kemal Xoşnaw), û Ebdul Reza Tewfîq jî wek endam li vê nivîsgehê hate damezrandin, û piştî Kemal Xoşnaw çû, êdî Dr. Xisro Xal hate Şamê û bû berpirsê vê nivîsgehê ta ku ew çû ser dilovaniya xwedê, êdî carek dinê Kemal Xoşnaw vegeriya Şamê û bû berpirsê nivîsgeha (YNK), û paş ku Kemal Xoşnaw çû, li şûna wî (Dana Ehmed Mecîd), hate Şamê û demekê bû berpirsê vê nivîsgehê, paş wî jî Adil Mûrad hate Şamê û bû berpirs nivîsgeha Şamê li şûna Dana Mecîd û li wir berdewam kir ta sala (2003), û li paş wî (Hawjîn Menimî), hate Şamê û ta demeke kurt ew jî bû berpirsa vê nivîsgehê, û piştî ku wê jî ji sûriya barkir û çû, erkê pirsiyaretiya nivîsgeha pêwendiyên (YNK), li Şamê hate sipartin ji (Ebdul Reza Tewfîq)’re, û tevî vê kirîza ku welat têre derbas dibe, lê Tewfîq karîbû vê nivîsgehê bihêle vekirî li Şamê ta roja îro..
Nermîn Osman di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Li ser roniya heyvê, me xewnê welat di hûnan), vê çîrokê dibêje ku di navbera kurê wê (Hawrê), û Mam Celal de rûdabû: (Di dawiya sala 1981‘de, Mam Celal li Şamê li mala me bû, çaxê ku Hawrê ji qutabxanê hate mal, û got ku zarokê taxê şer li gel wî kirine û wî jî li wan daye, êdî zarokan sixêf û xeber ji xwîşka wî re dane, wî jî bi zimanekî erebî yê şikestî bersiva wan dabû û gotibû: Mafî uxit, wate xwîşka min tuneye, Mam Celal jî bi vê bersiva Hawrê sersam û matmayî ma bû.. û piştî çend salan û di civîneke pêwendiyên derve de li ewrûpa hevalekî Mam Celal jêre dibêje: Partî gelek xeber û sixêfan ji mere didin, em çi bikin? Mam Celal jî bersiva wî dide û jêre dibêje: Yê we qet bersiva wan nedin, tenê wek bersiva kurê Daro bidin, û bêjin: Mafî uxit, wate xwîşka me tuneye..).
Hêjayî gotinê ye ku yekîtî niştimanî kurdistan li Qamişlo jî nivîsgihek vekirbû, bi taybet di dema sirhildanê de, ji ber giringiya locistî ya vî bajarî û ji bo piştgîriya şoreşa nû li kurdistana îraqê, û çend berpirsek li dûv hev erkê rêveberiya vê nivîsgehê kirin, j wan (Mehmûd Îdo), û pêşmergeyê dêrîn û kevin Bozê (Bavê Elî), ji bilî herdû kampên meşq û rahênanê ku hatibûn vekirin di çaxê xwe amadekirinê de ji bo şoreşa nû, yek li Qamişlo bi serperiştiya (Ebdul Rezaq Feylî)’ bû, û ya din jî li Dêrikê bû bi serpereştiya (Noşîrwan Mustefa)’bû.


PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket