Guhertinên nû li Sûriyê tên

Nêrîn 10:56 AM - 2023-08-20
 Fethulla Husênî

Fethulla Husênî

Fethullah Husênî
Di warê vebûna Erebî de ji rêjîma Sûriyê re ti encam û binpêkirin nehatine ragihandin, tevî derbasbûna sê-çar qonaxên destpêkê yên vebûnê, û dema ku çavdêr nêzîkî hêdîbûnakê di rêya asayîkirina normalkirina erebî bi Şamê re bûne li wir hinek hebûn ku ev nêzîkbûna wek xeyalekê didîtin, yan jî pozbilindiyek ji aliya Esed ve ku ew bêtir xwe dispêre rola Îran û Rûsyayê ji rola erebî zêdetir.

Hikûmeta Şamê hêvî dikir ku vebûna Erebî bi awayekî erênî li ser wê derbikeve, çi di warê siyasî û çi aborî de, lê di çar mehên borî de wêneyekî cuda ji wê re dan, û bû sedem ku medyayên nêzîkî rêjîma Sûriyê behsa "encamên sifir" bikin” tevî hemû daxuyaniyên biratî û hestiyar ên ku asoyê Erebî dagirtin.
Mijara "qaçaxkirina madeyên hişber" ji Sûriyê bo Urdun û welatên kendavê hîn jî heye, di heman demê de ku Erebistana Siûdî, Urdun û Misir di wê baweriyê de ne ku topê erebî niha di meydana rêjîma Sûriyê de ye, bêyî destpêşxeriyeke eşkere ji aliyê Şamê ve.
Krîza Sûriyê gelek encamên wê hebûn, û hemû pirsgirêk di şevekê de nayên çareserkirin, lê belê destpêkirina rêya Erebî ji bo piştgirîkirina aboriya Şamê ya têkçûyî, û pêkanîna siyaseta "gav bi gav" hîna rawestiyaye, ti nîşaneyên çareseriyeke erebî û navneteweyî tune ne.
 Rêveçûna peywendiyên Erebî bi Şamê re ketiye bin bandora hin guherbaran, ya yekem "têkiliyên hin hêzên navdewletî û nêrîna wan li ser xwezaya rêjîmê û tevgerên wê di dema dawî de, Û pêdagiriya wî li ser peywendiyên herêmî bê yên erebî, wek Tirkiye û Îranê, û paşguhkirina diyaloga navxwe ya ku divyabû Şam dest pê bike piştî ku kurd û hevkarên wan li bakur û li Rojavayê Kurdistanê li ser wê israr kirin ku ev jî bandora xirap li ser Şamê dike.Ji ber vê yekê li pêşiya Şamê ti çare nemaye ji bilî danûstandina bi Kurdan re, çavkaniyên wan ên neftê û erdên wan ên bi bereket di dema dirêjkirina temenê krîz û şer de.
Çareserkirina kêşeyên hilpesartî di navbera Şam û Kurdan de divê bibe serekî li çarçoveya hewildanên Şamê de bi taybet piştî têkçûna rêyên çareseriyê.
Dibe ku di paşerojeke nêzîk de guhertinên berbiçav hebin, wek guhertina hevsengiya hêzê di navbera rêjîma Şamê û opozisyona erebî , piştî nêzîkbûna Erebî bi Şamê re, û dûrketina Tirkiyê ji opozisyona ku zêdetir ji deh salan piştgirî kiriye, yan jî belkî nêzîkbûna Şamê bi Kurdan re, nemaze piştî qeyrana aborî ya dijwar li deverên rêjîmê, û ya herî girîng jî pêwîstiya Rêjîmê  bi guhertina reftar û serhişkiya xwe li ser tiştên ku li Sûriyê diqewimin di warê koçberkirin, niştecihkirin, derbiderkirin û guhertina demografî de di nava dagîrkeriyên tund ên ku bêyî îradeya gel bi xwe û bêyî îradeya rejîmê li ser gelê Sûriyê hatine ferzkirin.


PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket