MAM.. LI ŞAM (31)

Nêrîn 09:53 PM - 2023-08-19
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Zozanî: Em xwedanê malê bûn, ne mêvan bûn)
Bê goman, Mam Celal çaxê ku li Şam bû wî karî bû pêwendiyên xwe yên berfireh li gel kurdên sûriya ava bike, û ewan jî ji alî xwe ve karî bûn roleke giring bilîzin di piştgîriya partiya (YNK)‘de, ku hatibû damezirandin di (1975)‘de, û ewan bi hemî karîbûna xwe li pişt Mam Celal sekinîn, û piştgîriya şoreşa nû kirin, herwiha mefrezeya vê şoreşê ya yekem ji Qamişlo derçû bû di sala (1976)’de, û ji wê zêdetir jî wek em dizanin bi dihan xwendevanên kurd yên sûrî wê çaxê çûbûne ewrûpa bi mebesta xwendinê, di salên şêstî de ji sedsala bîstan, û gelek ji wan li dor Mam Celal kom bûbûn û ketibûn jêr bandora kesatiya wî ya karêzmî û karîger de, nexasim çaxê ku Mam Celal beşdarî kongirê komeleya xwendevanên kurd li ewrûpa bûbû, ku li Beligrad hatibû Bestin di sala (1967)‘de, her di wê çaxê de girûpek kurdên sûrî li wir hebûn, û ew derbasî nav rêzên tevgera xwendevanên kurd li ewrûpa bûbûn, û vê paşiyê bûne beşek ji tevgera siyasî ya kurdistanî ku çalak bûbû di nav rêzên komeleya xwendevanên ewrûpa de, û mamoste (Yûsiv Zozanî), jî yek ji wan xwendevanan bû ku bi kesatiya Mam Celal ve hatibûn girêdan, û ketibûn jêr bandora nerînên wî yên siyasî de, û yekser derbasî nav rêzên (YNK) bûn dema ku hate damezirandin, û çûne nav rêzên şoreşa nû ya çekdar, û rola xwe ya berbiçav lîstin di nav rêzên xebatê de li çiyayên kurdistana îraqê bi rêberiya Mam Celal, û bûne ciyê bawerî û piştgîriya wî ya bê sînor, û ewbi xwe jî ciyê wê baweriyê bûn.
  Û di çarçewa bersivên wî de, li ser wan pêrsên ku me di vî warî de, di (4.8.2023)’de, arasteyî wî kiribûn, mamoste Yûsiv Zozanî li ser yekem dîdara wî li gel Mam Celal di axivê, û di bêje: (Piştî çûna min bo Yogislaviya sala 1966, bi mebesta xwendinê, kongirê xwendevanên kurd di sala 1967’de, li Beligrad hate bestin, û çaxê ku min beşdarî di amadekariyên kongir de dikir, Dr. Kemal Fû’ad ji min pirsî: Çiqasî otêla Silaviya ji vir dûre? Min bersiva wî da: Nedûre gelekî, bi pênc deqîqe meş ji vir dûre, wî got: Ka em biçine wir.. û paş derketina me ji holaê, min jê pirsî: Çi li wir heye? Wî bersiv da û got: Mam Celal gihiştiye otêlê, ew mêvanê Yogislava ye, emê herin wî bibînin, gelekî ez dilxweş bûm bi vê nûçeyê, nûçeya dîtina vî serkirdeyê ku min bi riya birayê xwe Salim navê wî û têgihiştin û zîrekbûna wî ya siyasî bihîstibû, û min ew wek simboleke nimûneyî herî bilind ji xwere didît, ev bû dîtina min ya yekem li gel Mam Celal, ku dikeve roja 27.12.1967’de). 
Dr. Umer Şêxmûs jî yek ji wan xwendevanên kurd yên sûrî’ye ku bi mebesta xwendinê çûne ewrûpa di destpêka salên şêstî de, û ketine jêr karîgeriya bîr û boçûnên Mam Celal de, û bawerî bi dîtinên wî yên siyasî anîn, ta ku yekîtî niştimanî kurdistan hatiye damezirandin, Mam Celal Umer jî destnîşankiriye ku bibe yek ji desteya damezrêner ji ber baweriya Mam Celal di hat bi rol û çalakiyên wî yên karîger di nav raya ewrûpî de, û Umer di pêwendiyeke telîfonî de ku min di (7.8.2023)’de, li gel wî kiriye, ew dibêje çaxê ku gihiştiye ewrûpa di destpêka salên şêstî de, ew yekser derbasî nav rêzên partî demoqratî kurdistanî îraq dibe, ew jî li ser bingeha rêkeftinkê de bû ku li Beyrûtê di payîza sala (1959), hatibû imzekirin di navbera hin partiyên kurdistanî de, û Umer di vî warî de dibêje: (Rêkeftinek hebû di navbera partî demoqratî kurdistanî îraq, û partî demoqratî kurdistanî îran, û partî demoqratî kurdî li sûriya, li Beyrûtê di payîza sala 1959’de hatibû imzekirin, û naverûka wê dibêje ku ev hersê partî rêkeftine ku endamên wan li ewrûpa bibin endam di partî demoqratî kurdistanî îraq de, û serokê partiya me Dr. Nûredîn Zaza nameyek dabû destê min arasteyî Dr. Kemal Fû’ad kiribû di vê derbarê de..). 
Bê goman Mam Celal hestekî wî yê kurdistanî kûr hebû, wî qet cudayetî ne dixiste navbera kurdên vî beşê kurdistanê, yan yên bşê din de, lewma wî zû xwendevanên kurd yên sûrî li ewrûpa hembêz kirin, û ew bi germî xistin bin baskê xwe de, û wî baweriyeke baş bi wan dikir, û ew ne di jmartin xerîb û biyanî, û Mam Celal her di salên pênciyan de ji sedsala bîstan, kurdistan mîna xaniyekî bi çar odeyan didît, û digot kurdê ku ji parçyekî kurdistanê biçe parçeyê dinê ew ne mêvane, mîna ku kesek di mala xwe de ji odeyekê biçe odeya dinê, û di vî warî de Zozanî li ser dîtina kurdistanî di bîra Mam Celal de di axive, û ew dîtin di hijmart wek dîtineke istratîcî bi berawird li gel pêwendiyên wî yên tektîkî li gel dewletên ku kurdistan parçekirine, û dibêje: (Mam Celal ji destpêka xwe ya siyasî ve, xebatkerekî kurdistanî bû, naskirî bû bi mêjiyê xwe yê vekirî û ne romansî, û dûr ji siyasetên sozdarî û xeyalî.. lewma wî pêwendiyên xwe bi partiyên kurdistanî re xurt û bihêz dikirin, û agahdar bû ku pêwendiyên wî li gel desthilatên wan dewletên ku kurdistan di nav xwe de parçekirine, ew pêwendî ne li ser hîsabê kurd be di wan dewletan de, ji ber ku wî ew pêwendî mîna pêwîstiyeke tektîkî ya rojane didît, lê pêwendiyên wî li gel kurdên wan welatan pêwendiyeke istratîcî bû..).
Diyare ku çalakiyên rêxistinî yên komela xwendekarên kurd li ewrûpa, xurtir dibûn, û karên wê komeleyê yên siyasî bêtir geşe didan di orta salên şêstî de ji sedsla bûrî, û vê komeleyê xwendevanên kurd ji hemî parçeyên kurdistanî li xwe di girtin û derbasî nav rêzên xwe dikirin, û ji nav wan xwendevanan, xwendevanên kurd yên sûrî bûn jî ku roleke berbiçav lîstibûn di vê komeleyê de, û ji wan girûpeke çalak û aktîv hebû ku pêştir endam bûn di partiya demoqrata kurdî de li sûriya, ku heval (Ebdul Hemîd Derwîş), rêberiya wê partiyê dikir, lê vê dawiyê ev komele çilmisî û bi paşde vegeriya bi sedema nakokiyên ku di orta salên şêstî de serê xwe hildabûn di nav rêzên partiya demoqrata kurdistanî de li îraqê, û dabeşbûna wê partiyê, êdî ew xwendevan jî li ser herdû baskan dabeş bûn, û di vê derbarê de mamoste Yûsiv Zozanî dibêje: (Dema ku ez hatime Beligrad, wê çaxê malbendê vê komelê li Yogislaviya malbendekî çalak bû, û her di wê demê de Dr. Kemal Xoşnaw sekretêrê wê malbendê bû, û her wiha berpirsê rêxistinên PDK- Baskê mekteba siyasî jî bû, û ji wan xwendevanên kurd yên sûrî ku wê çaxê li wir bûn, û ew endam bûn di PDK- Baskê mekteba siyasî de, û weke ku têne bîra min ew xwendevan ev bûn: Ibrahîm Nayif Paşa, Mihemed Nayif Paşa, Beha’i Mihemed, Dr. Silêman ji Dêrikê bû, Mihemed Ebdo ji Kurdaxê, Cûm’a Se’îd ji Kobanê, Fadil ji Kobanê, Ebdul Hemîd Deqûrî û Mihemed Elî Emo û Mihemed Şêxmûs ji Amîdê.. û berî ku em ji sûriya derkevin em tev endam bûn di partiya demoqrata kurdî de li sûriya, baskê Ebdul Hemîd Derwîş, û piştî ku em gihiştin ewrûpa em derbasî nav rêzên PDK- Baskê mekteba siyasî, bûn..).
Yûsiv Zozanî axaftina xwe berdewam dike li ser derbasbûna xwe nav rêzên (YNK), û beşdarbûna xwe di şoreşa nû de bi bê astengî û kêşe, û ji wê zêdetir jî bû ciyê baweriya hevalên xwe û erkên ragihndinî yên giring jî wergirtin, û dibêje: (Tiştekî normal bû ku beşek ji me li gel Mam Celal bi sekinin û li gel YNK ku hatibû damezirandin piştî herivandina şoreşa êlûnê, ji wê zêdetir jî ewe ku jimareyek ji hevalên me yên kevin gelekî çalak bûn di destpêka avakirina YNK’de, û beşek ji wan amade bûn ku beşdarî şoreşa nû jî bibin, mîna ku min bi xwe jî ev kir, lewma yasayî bû ku Mam Celal û serkirdeyên YNK baweriya xwe bi me werînin, û ji wê kêlîka pêşî ve ku ez gihiştim baregehê serkirdayetiya şoreşê li kurdistanê, yekser biraderan li wir ji min xwestin, û bi taybet rehmetî Noşêrwan Mustefa, ku ez di radiyo û ragihandin de bi xebitim.. lewma em xwedanê malê bûn, û hevalê riya xebatê ya dûr bûn, û em qet ne mêvanê xerîb û beyanî bûn..).
Û îro roj jî, Yûsiv Zozanî cîgirê (Dezgihê Serok Mam Celal)‘e, û ji wê zêdetir jî vî têkoşerê kurdistanî (Yûsiv Zozanî), karî bû piştgîriyê ji Cemal Axa (ku naskirî bû Silêmançîtiya xwe ya tûnd), wegire ji bo bi destxistina regeznamê li bajarê Silêmaniyê, û berngariya mestir jî ew bû ku vî xortê kurd yê sûrî karî bû bi serkeftî Cemal Axa bike şahid jî li ser mehir kirina keçekê ji resentirîn malbatên Silêmaniyê.

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket