Serkirdayetiya demkî ji eşîran re gotibû serê wan ji bo me û çek û milkê wan jî ji we re

Kurdistan 02:06 PM - 2023-08-14
Serkirdayetiya demkî ji eşîran re gotibû ku serê wan ji bo me û çek û milkê wan jî ji we re ye

Serkirdayetiya demkî ji eşîran re gotibû ku serê wan ji bo me û çek û milkê wan jî ji we re ye

Beşa pêncem
 Direw û dereweke din a Kemal Kerkûkî qebereya û hejmara wê hêzê ye û gotinên neguncayî yên ku li ser şehîdên serkirde Elî Eskerî, Dr.Xalid û Şêx Husên Baba Şêx kir ku ew dibêje ne rast e. Di şûna wê de, daxwaza serkirdayetiya demkî û Kemal Dîlkuj ew bû ku xwezî van şehîdan di girtîgehê de li ber wa bigeriyana û daxwaza lêborînê bikrana.

Tiştê ku ji rizgarbûyên wê karesatê hat bihîstin û ji nameyên şehîd Elî Eskerî û serkirde û fermandarên wê hêzê berî ku ew dîl bên girtin û şehîd bibin ketibûn ber dest, ne tenê derewên Kemal Kerkûkî ye. Rêheval Hemîd Hacî Xelî ku yek ji esîrên şer ên Colemêrgê ye, diyar kir ku  “Dema ku beşa duyemîn a hêzê ji aliyê bejahî, hewayî û topxaneya Îranê û ji aliyê Êraqê ve hat lêdan, rêheval Mam Celal û serkirdayetiyê daxwaz kirin ku planê ji nû ve binirxînin û beşa duyem û sêyem were paşxistin û planek nû bê danîn. Ji berk u pilana yekem ji aliyên Hêzên Êraq, Îran, Turkiyê û aşîretên bakurê Kurdistanê ve bi alikariya serkirdeya demkî eşkire bibû,ji bo vê yekê pêwîst bû ku beşê duwem ber geliya Kurgî ve were kişandin.
 Lê belê weke ku di pirtûka (Kareseta Hekarî) ya Newşîrwan Mistefa de hatiye gotin, şehîd Elî Eskerî û serkirde û fermandarên wê hêzê pêşniyara serkirdayetiyê red kirine heta wê radeyê ku rêberê Elî Eskerî bi hêrs çoyê xwe li kevir xist û şikand û got:"Em pêşmerge ne, her guleyek biteqe, em nikarin planên xwe biguherînin."

Di heman dîdarê de rêheval Hemîd Hecî Xalî wiha got:Dema kudi şerê li navçeya Bazî de em bê fîşek man û ji aliyê bi sedan çekdarê aşîran hatibûn dorpêçkirin, Cewher Namiq li ser pişta hespeke spî hat û wê hêzê bibîne, ku piştre hat eşkerekirin ku serkirdayetiya demkî ye, bêyî ku çend tohmat li Yekîtî dan  ji çekdaran re gotibû ku serê wan ji bo me ye û çek û milkê wan jî ji bo we,ev jî dişibe yasayên eşîrî yên sedsalên borî û reftarên pasewanên etnîkî yên Baasê li hember kurdan û şervanên wan.

Hêza ku wan behsa beşên yekem û duyem yên meşê kir, ku bi giştî nêzîkî 800 Pêşmerge bûn, ku li gorî şahidan zêdetirî 300 pêşmerge bêçek bûn û zêdetirî 50-60 pêşmerge jî di rê de bi bombebaran û kemînên hêzên Iranî û Iraqê şehîd bûn, ji wan 76 kes ji ber îzolebûn û bêtecrûbeyê neçar man xwe radestî rejîma Iraqê bikin û yên mayî jî di şer de şehîd bûne yan jî dîl hatine girtin û şehîd xistin.

Tenê hinek ji wan hêzan bi pisporiya xwe reviyan û vegeriyan serkirdayetiyê, beşek ji pêşmerge û fermandarên dîl bi alîkariya Seîd Beg, birayê Kerîm Xan Bradost, ku pêşmergeyê serkirdayetiya demkî û nobedarê zindana serkirdayetiya demkî ya Colemêrgê bû, ji zîndanê reviyan.
Di beşa bê de em ê behsa dadgeha  Qereqûşî û şehadeta hersê rêber Elî Eskerî, Dr.Xalid û Şêx Husên Babaşêx bikin.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket