MAM.. LI ŞAM(30)

Nêrîn 08:36 PM - 2023-08-12
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Hêlîna locistî ji şoreşa nû‘re)
Elî Şemdîn
Weke ku Şam hêlîna siyasî bû ji damezirandina (Yekîtî Niştimanî Kurdistanî)‘re, û piştgîr bû jêre ji bo peydakirina alîkariyên (siyasî û diravî û serbazî), wisa jî Qamişlo û Dêrîk bûbûe hêlîna locistî ya ku amadekariyên destpêkê ji bo vêxistina şoreşa nû hembêz kiribûn, mîna avakirina baregeh û bazgihên serbazî yên meşiq û rahênanê, û pêşwazî kirin li çekdar û xwebexşan, û himbêz kirina penaberên sivîl û kadirên siyasî, û her ji wir çirûska pêşî vêket ku ew şoreş geşkir, û agirê wê li hemî çiyayên kurdistana îraqê û newalên wê belav bû, û ew herdû bajar bûbûne pir û mefrezeyên pêşî yên pêşmerge bi hemî çek û teqemeniyên xwe ve di ser’re derbas bûn, û Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya di pêşiya wan aliyan de bû ku ew erik xistibû ser milê xwe, û malên endam û alîgirên wê li ber hemiyan vekirî bûn.
 Bi rastî ew alîkariya ku kurdên sûrî pêşkêş kiribûn ji vê şoreşê re li vir bi tenê ne sekinî, lê belê gihiştibû astê ku bi dihan ji kurdên sûrî derbas bûn nav rêzên (YNK), mîna Umer Şêxmûs (Endamê desteya damezrêner), û kesayetiya navdar mamoste Yûsiv Zozanî (Kadirê ragihandinê yê pêşketî), herwiha girûpên dinê derbasî nav hêzên pêşmerge bûn û bi wan re beşdarî şer bûn, û hin ji wan şehîd jî bûn, mîna(Ezîz Çerkes/Amûde, Hisên Ehmed/ Amûde, Şêxmûs Ibrahîm Ehmed/ Qamişlo, Xalid Xelîl/ Efrîn, Ebdul Hemîd Tehlo/ Dêrîk..), her wiha jî hin beşdarbûn di veguhestina çek û teqemenyan de di sînorên sûriya’re li gel îraq û turkiya ji bo şoreşa nû, mîna (Burhan Mûrad, Mihemed Mûrad û Ken’an Mustefa..).
Ev ji bilî ku Mam Celal jimareyek kesayetiyên kurdî sûrî li dor xwe komkiribûn, û bi taybet ew xwendekarên kurd yên sûrî ku li ewrûpa di xwendin di salên şêstî de ji sedsala bîstan, mîna (Umer Şêxmûs, Yûsiv Zozanî, Cum’a Se’îd, Ibrahîm û Mihemed Nayif Paşa..), ew jî çaxê beşdarbûna Mam Celal di kongireyê yekîtiya xwendekarên kurd‘de li ewrûpa, û pêwendiyên wî yên kûr li gel wan, û baweriya wan bi bîr û ramanên wî yên rast û miyanrew, û bi kesayetiya wî ya karêzmî û karîger, û di dîdarekê de ku Eyaz Herikî li gel Ebdul Rehman Yûsiv Mîranî kiribû, her wiha li gor pêwendiyeke telîfonî li gel berêz (Şilaş Nayif Paşa), ku me kiribû, ew dibêjin ku: (Ibrahîm û Mhemed, herdû kurên Na’yifê Paşê, serokê hoza mîran li devera mîran û koçeran, ew jî alîgirên yekîtî niştimanî kurdistanî bûn, ku ewan xwendina xwe li ewrûpa berdewam dikirin, û pêwendiyên wan yê baş hebûn li gel Mam Celal, û bi bîr û ramanên wî yên şoreşgêrî bwermend bûn, û ev yek bûbû sedema piştgîriya xelkê devra mîran û gundên wan li navçeya Dêrikê ji YNK’re..).
Li Qamişlo, Ebdul Rezaq Ezîz Mîrza (Feylî), ew hatibû destnîşan kirin ji bo berpirsiyaretiya pêşwazî kirina wan kesên ku ji îraqê di hatin sûriya, û piraniya wan jî xelkê koçberbûn ku hatibûn koçber kirin ji wan gundên li ser sînor yên ku rêjîma Sedam Husên ew bi ereb kiribûn, û Ibrahîm Ezo û çend hevalên xwe bi erkê hilbijartina çekdaran radibûn ji nav wan koçberan, û meşiq bi wan dikirin, û di vê derbarê de Ebdul Rezaq Feylî di dîdarekê de li gel malpera (Pukmedia.com), dibêje: (Ez naxwazim mafê kesekî winda bikim di vê dîdara kurt de, û naxwazim rola giring û buha ya şehîd Ibrahîm Ezo li pişt guh bixim, her wiha rola Ferhad Şakilî û Ibrahîm Ebid Elî jî gelekî giring bû di hilbijartin û perwerdekirin û meşiq û rahênana girûpekê ji xortên şoreşgêr ji nav wan koçberên kurd yên îraqê, û kes nikare wan şehîdan ji bîr bike, mîna: Ebdul Rehman Sincarî, û Izet Sincarî, û Qasim Mihemed Elî, û Ebdul Cebar Ebdûl Xenî û Sûlaqa Tûma û yên dinê ku bûna meşxela yekem ya şoreşa nû ku ji alî rojhilat ve hatibû geşkirin..).
Noşêrwan Mustefa jî wê çaxê li baregihê Dêrikê bû li gel Ferhad Şakilî û Elî Xan Sindî û Ibrahîm Qurban, serpereştiya çalakiyên çekdarên pêşmergeyên şoreşa nû di kirin, yên ku rojane derbasî devera Cizîra Botan û başûrê kurdistanê dibûn, û vaye Rêbiwar Salih li ser zimanê Adil Şekûr di guhêze û di pirtûka (Riya Azadiyê: Jiyan nameya şehîdê serkirde Ibrahîm Ezo..)‘de, dibêje: (Wê çaxê heryek ji Mam Celal, û kak Noşêrwan Mustefa, û Fû’ad Me’isûm, û şehîd mûlazim Kerîm, û şehîd mûlazim Hesen Xoşnaw, û mûlazim Fû’ad, û mûlazim Ebdule, û Dr. Xidir Me’isûm û girûpeke din ji biraderan.. herwiha dû baregihên me hebûm: Yek ji wan li Dêrikê bû, û yê din jî li Qamişlo bû, û baregihê Qamişlo ev heval li wir diman: Ferhad Şakilî berpirsê wî baregihî bû, û Hesen Feydele Kerkûkî, Saman Germiyanî, Şehîd Dawid Elî Germiyanî, û Re’ûf Dîzî ku naskirî bû bi navê Şiwane, û Sabir Hacî Pîre Zirarî ku naskirî bû bi navê Simko Hewlêrî, û Ferhan Hesen Badînî û Adil Şikûr naskirî bû bi navê Rizgar.. û baregihê diwem jî li Qamişlo bû, û Şehîd Ibrahîm Ezo berpirs bû li wir, û hêza li gel wî 20 çekdar ji pêşmergeyan bûn û ji kadirên pêşketî yên ku gelek xûlên meşiq û rahênanê derbas kiribûn..).
Bi rastî ew deverên kurdî bi giştî, û bajarên Qamişlo û Dêrikê bi taybet bûbûne mîna hêlîna locistî ji şoreşa nû re, ku ji wir mefrezeya yekem ya pêşmergeyên YNK bi rêketin û çûne ber bi çiyayê kurdistana îraqê ve, û rola Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, û sekretêrê wê Ebdul Hemîd Derwîş giring bû di peydakirin û dabînkirina hêlîna aram ku ew kadirên YNK hembêz kir bûn di xirabtirîn û dijwartirîn rewşê de, û di vî warî de berpirsê ofîsa ragihandina navendî ya YNK (Sitran Ebdule), di gotara xwe ya ku di Kurdistanî Nwê de hatiye belav kirin, dibêje: (Di xerabtirîn rewşê de ku YNK têre derbas dibû li nav kurdistanê, û di dema ku gelek partî û alî û kesayetîdilsoznebûn bi Mam Celal re, di wê rewşê de kak Hemîd Derwîş di helwîstên xwe de dilsoz û wefadar bû li gel YNK..).

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket