Serkirdayetiya demkî ya PDKê rêkeftina ligel YNKê şikand

Kurdistan 12:24 PM - 2023-08-12
Logoya YNK'ê û wêneyên şehîd Hisên Babaşêx, Elî Eskerî û Dr. Xalid

Logoya YNK'ê û wêneyên şehîd Hisên Babaşêx, Elî Eskerî û Dr. Xalid

Amadekar Arêz Husên
Beşa Duyemîn
Di beşa yekem de, ji bo bîrê Kemal Kerkûkî û hevkarên wî bînin, diviyabû tawan bi awayekî panoramîk bi lez were eşkerekirin.Werin em îşaret bi erdnîgariya bûyerê bikin, lê di vê zincîreya rastkirinê de divê em rûdanên berî karesatê û piştî wê karesatê ragihînin ku Kemal Kerkûkî piştî derbasbûna zêdetirî 45 salan ji wê karesatê bi derew û îftîrayên ji devê şehîdan û dîrokê û nifşên niha û paşerojê bixapîne.
Yek ji wan belgeyên ku îsbat dike ku PDK pabendî ti peyman û sozan nebûye ew belgeya ku Kemal bi xwe li ser navê serkirdatiya demkî ya PDKê bi salek û şeş meh beriya karesata Colemêrgê bi nûnerên YNKê re li Gelale îmze kiriye ku ji bo têkbirina komployên rejîma Baasê di nav sînorên bandora hevdu de hemahengî û xebat bikin û hevkariyê bikin.
Ger Kemal û serokatiya wî ya demkî derewan nakin, çima:
Pirs: Rejîma Şah û rejîma Baas yek rejîm bûn, eger rejîma Şah rê neda şoreşa Eylûlê berdewam bike, çawa heman rejîmê dikaribû bi navê serkirdayetiya demkî rê bide bi hema sembolê vejandina şoreşê? Yan jî dizanîbûn ku wê di 1ê Hezîrana 1976an de şoreşeke nû derkeve, nexwe çima rejîma Şah rê da ku 5 roj beriya wate 26ê Gulana 1976an, serokatiya demkî bê avakirin û Şoreşa Gulanê derkeve?
Pirs: Hêza YNKê hê mezin nebû , serkirdayetiya demkî li ser çi bingehê şer li dijî çeperên şehîd Îbrahîm Azo û Ezadîn Şengalî da destpêkirin û çend pêşmerge şehîd kirin?
Pirs: Li Şamê bi Mesûd Barzanî re rêkeftin hat kirin ku ji bo têkbirina rejîmê alîkariya hev bikin, lê Hesen Xoşnaw û hevalên wî şehîd kirin.
Pirs: Eger gotinên Kemal li ser zimanê şehîd Elî Eskerî, Dr.Xalid û Şêx Husên Babaşêx ne derew in, çima wan her sêkiyan  (bi çekên mezin) şehîd kirin? Piştî van salan çima ji xizmên xwe re nabêjin gorên wan li ku ne?
Pirs: Eger serkirdatiya demkî ya PDKê bi Îran, Tirkiye û Iraqê re ne hemahengî bû, çima hêzên Îranê hêzên YNKê topbaran kirin û çavê xwe ji serkirdayetiya demkî re girtin? Çima Baas hêzên YNK’ê bombebaran kir û guh neda şervanên serkirdayetiyê? Pêşmergeyê ewan  rêya Colemêrgê çawa bi qaçaxî derbasî girtîgehên Tirkiyê bûn û tiştek ji wan re negotin?
Li gor rêkeftina 8 xalî ya ku di navbera YNKê û serkirdatiya demkî ya PDKê de hatiye îmzekirin, biryar hatiye dayîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan biçin Sûriyê û hewl bidin ku hawîrdoreke guncaw ji bo avakirina eniyeke yekgirtî ya kurdî amade bikin. Karûbarên berevaniyê di navbera deste û hêzan de li deverên nêzîkî hev organîze bikin, ne kuştina girtiyan û muameleya asayî û yasayî bi girtiyan re, divê komîteyek ji bo çavdêrîkirin û hemahengiya ji  nûnerên YNK û serkirdayetiya demkî bê avakirin û her du jî azad bin ku her dem nûneran biguherînin eger  bixwazin.
PUKMEDIA

 

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket