Balafirên Rûsyayê bakurê Laziqiyê bomebebaran kir

Cîhan 06:52 PM - 2021-07-24
Wêne ji ajansa ANHAyê ye

Wêne ji ajansa ANHAyê ye

Balafirên şer ên Rûsyayê gundewarên bakurê Laziqiyê bombebaran kirin.

Di nûçeyeke ajansa nûçeyan ya Hewarê a Rojavayê Kurdistanê hatiye ku li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ê Rûsyayê girên Kebanê yê bakurê gundewarê Laziqiyê kir armanc. Agahiyên li ser mijarê nehatin parvekirin.

Ajansa Hawarê di dirêjahiya nûçeya xwe de amje bi wê yekê dike ku di heman demê de hêzên hikumeta Şamê bi mûşekan êriş birin ser Hereş Bênîn û herêmên din ên başûrê gundewarê Idlibê. Dîsa jî gundên Himêmat û El-Himêdiyê yên rojavayê Hemayê kir armanc.

Hawarê aşkire kir ku SOHR'ê îro ragihandibû ku hêzên hikumeta Şamê herêmên Çiyayê Zawiyê yê li başûrê gundewarê Idlibê bi dijwarî tobparan kiriye û deverên Fetîre, Filêfil û Bênîn jî bi zêdetirî 40 mûşek û obusan kir armanc.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket