‌Xwepêşandaran daxwaza rawestandina avakirina bendavan kirin

Êraq 09:16 AM - 2021-06-20
‌Xwepêşandaran daxwaza rawestandina avakirina bendavan kirin

‌Xwepêşandaran daxwaza rawestandina avakirina bendavan kirin

Xwepêşandarên çalakvanên parastina jîngeh û siroştî û avê xwastin ku avakirina bendavan li pêşiya avê li Tirkiyê û Êranê da ku neghîne Êraqê raweste,Êraq ji ber kêmbûna baranbarînê rastî wişkiyê tê.

Rêvebirê rêxistina siroştiya Êraqê Nebîl Mûse ji nûçegihanan re got, " ji ber dewletên cîran yên ku bendav çêkirine û nahêlin av bighîne Êraqê, rewşa welêt pir xirape , divê ku hikûmet çareseriyekê jêre bibîne .
Raporên Wezareta Çavkaniyên Avê diyar dikin ku ji ber kêmbûna baranê û nebûna herikîna avê ji welatên cîran, ava çemên Dîcle û Furatê 50% kêm bûye.

PUKmedia- Ednan Caf

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket