Koçberên Êzîdî...Zehemtî dirêjpêdere serbarî vegera ji warê xwe re
Cînosayd 02:45 PM - 2020-12-29.
Koçberên Êzîdî û zehemtî û aloziyên dirêjpêdere, serbarî vegera wan ji warê xwe re.
Piştî koçberbûna bêhtir ji 6 salan, kurdên Êzîdî ên Şengalî careke din vegeriyan bio ser mal û milkên xwe li deverên Şengalê û navçeyên derdora wê.
Li gorî serjimêreke fermî ku ji aliyê hikûmeta federal a Êraqê ve ku ji aliyê rêvebiriya Koç û Koçberan ve hatiye ragiahndin ku nêzîkî 9000 hezar malbatên Êzîdî yên koçber ku li deverên Herêma Kurdistanê belavbibûn û di kampan de nîştecih bibûn, vegeriyane bo navçe û gundwarên xwe li Şengalê, lê hîn jî gelek ji xelkên Şengalî di kampên cuda cuda ên Herêma Kurdistanê de mane.
Piraniya wan koçberên kurdên Êzîdî li kampa Duhokê dimînin ku niha jî ew pîlana xwe dadinînin ku wê vegerin bo Şengalê piştî bidawîhatina demsala zivistanê.
Ew kesên ku vegeriyan navçeyên xwe ji PUKmedia`yê re ragihandin ku heya niha ti rêxistin an jî aliyên hikûmetê ti alîkarî ên pêwîst pêşkêş bi me nekirine ji ber ku heya niha navçeyên me wêrankirîn e û nehatine ava kirin.
Her weha wealtiyê Şengalî Îskan Şengalî kurdê Êzîdî Şengalê ye ku berî 5 mehan vegeriya Şengalê dibêje; Di rastiyê de, dema piştî ewqas zor û zehemtî mirov vegere bo navçe û warê xwe, bi xweşî û rihetiyê dihese ku tiştekî pir mezine tu piştî koçberî û zehemtiyên pir kûr vegerî mala xwe.
Di 3-8-2014`an de, dagîrkirina qeza Şengalê ji aliyê çekdarên grupa terorîstî a DAIŞ ve pêkhatibû kû bibû sedema koçberkirina bi sedjhezaran kurdên Êzîdî.
Her weha piştî dagîrkirina Şengalê, ji ber metirsiya kiryarên ne mirovane û hovane yên çekdarên terorîstên DAIŞ li beramberî pêkhateyên olî û mezhebî ên cuda bi sedan hezar Kurdên Êzîdî şêniyên wê qezayê mal û milkê xwe bi cî hêştin û awarebûn.
PUKmedia-Leys Hisên-Şengal
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26