Politburoya YNKê rojnamvanên Kurdistan pîroz kir

kurdistani 06:40 PM - 2020-04-21
.

.

Politburoya YNKê rojnamvanên Kurdistan pîroz kir.

Bi boneya 122 salvegera derçûna yekemîn rojnameya kurdî rojnameya Kurdistan politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê peyameke pîrozbahiyê arasteya hemû rojnamevanên Kurdistanê kir.

Ev jî naveroka peyama pîrozbahiya politburoya YNKê ye:

Bi boneya 22 nîsanê ku salvegera 122mîn a derçûna yekem ya rojnameya Kurdistan em pîrozbahî li tevahî rojnamevanên Kurdistanê dikin ku di hemû cih û şûnên li cîhanê erk û karên xwe bi awayekî berpirsyar û provîsênal birêve dibin.

Derçûna yekemîn rojnameya kurdî di sala 1898`an de ji aliyê Miqdad Bedirxan û malbata wî ya nîştimanperwer ve ji bo rewta çandî û tevgera kurdî û ji bo mafên rewa ên gelê kurd destkeftekî dîrokî pir mezin bû.

YNKê soz daye ku wê girîngî ya dîrokî bi rojnamegeriya kurdî bide û derxistina yekemîn rojnameya rojene bi zimanê kurdî û kenalek bi zimanê kurd piştî raperînê, YNKê herdem ji bo berferehkirina zemîna azadiya rojnamgeriyê, di vê derfetê de gelek destkevtên mezin bi dest xistin.
 Ji ber wê jî, em ji hemû rojnamevanên kurd daxwaz dikin ku di vê qonaxê de a ko têde derfetên pir mezin hatine peydakirin ji bo ragihandinê, xwe bi rêkbixin û bi awayekî baştir pabend bin bi yasayên rojnamegeriyê di dema bi cihkirina erkên xwe de.

Serfirazî ji bo pakrewanên pênûsê û bavê damezrêneran û rêberên rewta 122 ya rojnamegeriya Kurdistanî.

Ragiahndina Politburoya YNKê

21-4-2020

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket